Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
- polîtîka
- 14:43 05/6/2023
CHP’ê endamên xwe yên MYK’ê ji nû ve diyar kir.
CHP’ê endamên xwe yên MYK’ê ji nû ve diyar kir.
Li Meclisê vê hefteyê dê pêvajoya hilbijartina Serokatiya Meclisê dest pê bike.
Meclisa Partiyê ya CHP’ê bi serokatiya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû dest pê kir.
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Mehmet Nûrî Ozdemîr, diyar kir ku tifaqa bi HUDA PAR'ê re ku "aqilê dewletê" ye, ji bo qelskirina siyaseta kurd hatiye kirin û got: "Ev yek di ser partiyên kurdî re dihat kirin, lê encam negirtin. Dê ji niha û pê ve jî encamê negirin."
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ji bo nirxandina hilbijartinê û dabeşkirina peywiran civiyan.
Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû li serokên partiyan geriya û jê re got; “Mêvanên me yên di lîsteyên me de ketin Meclisê dikarin li partiyên xwe vegerin.” Li hêla din Ugur Poyraz ê Partiya Îyî jî got ku Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bûye.
MYK’a CHP’ê bi serokatiya Kemal Kiliçdaroglû civiya.
HDP û Partiya Çepên Kesk ku dê di serdema nû de hem pêvajoya hilbijartinê binirxînin hem jî xwe rexne bikin, kongreya mezin jî di nav de dê hemû astên pêvajoyê bi gel re bi rê ve bibe.
Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP'ê ji bo nirxandina encamên hilbijartinê û diyarkirina nexşerêya serdema nû dê sibê li hev kom bibin.
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin bal kişand ser guherandina pergala heyî û got: "Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin."
Serokê Giştî yê CHP'ê û Namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû destnîşan kir ku ew bi hilbijartineke gelekî neadil re rû bi rû mane û got: "Ez dixwazim 25 milyon welatiyên me yên ku raya xwe dan min serbilidn bin. Meşa me didome, em li vir in."
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî yê li Stenbolê di civîna gel de axivî, bang li welatiyan kir ku biçin ser sidoqan û wiha got: “Niha dem dema guhertinê ye. Kî neçe ser sindoqê wê bibe şirîkê vê zilm û xerabiyê.”
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tûncer Bakirhan bang li gel kir ku ji bo rejîma yek zilamî hilweşînin biçin ser sindoqan û xwest ku gel ji bo pêşeroja demokrasiyê xwedî li sindoqan derkeve.
Sindoqên ku dê Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk raya xwe bidin diyar bûn û dê encama hilbijartina serokkomariyê li Enqereyê bişopînin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bi rûspiyên civakê re hevdîtin kir û wiha bang li hilbijêran kir: “Em dengê xwe bidin, xwedî li sindoqan derkevin û îspat bikin ku em naxwazin Erdogan weke serokê vî welatî bibînin.”