Rewşa girtiyê nexweş Arslan giran dibe: Li ber mirinê ye

img

RIHA - Mehmet Haşîm Arslan û Fevzî Arslan ku tevî birayê xwe Omer Arslan li heman girtîgehê tên ragirtin, diyar kirin ku rewşa birayê wan Omer Arslan giran e û li ber mirinê ye. 

Omer Arslan, Fevzî Arslan û Mehmet Haşîm Arslan birayên hev in û her sê jî li Girtîgeha Tîpa Y a Suluca ya Edeneyê tên ragirtin. Birarayan, li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kirin. Omer Arslan, di hevdîtinê de ji hevjîna xwe re ev agahî parve kir: “Serê min gelek diêşe, zimanê min werimî ye û her tim vedireşim. Nikarim xwe li ser pêyan bigirim. Min dibin beşa lezgîn a nexweşxaneyê lê bêyî muayene bikin li wir têm sekinandin. Ez, rojên xwe yên dawî dijîm. Bila zarokên min neyên serdana min. Naxwazim min di vî halî de bibînin.” 
 
Mehmet Haşîm Arslan û Fevzî Arslan jî bi xwişk-birayên xwe re axivîn û bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya birayê xwe Omer Arslan. Birayan, di hevdîtinê de ev agahî parve kirin: “Rewşa me gelek xerab e. Rewşa Omer gelek xerab e, zimanê wî werimî ye, qirika wî xitimî ye. Ev 6 roj in ne xwarin xwariye ne jî av vexwariye. Birine nexweşxaneyê lê bêyî ku were muayenekirin dîsa anîne girtîgehê. Me daxwazname nivîsand lê rêveberî bersivê nade. Omer niha di nav nivînên mirinê de ye û li ber mirinê ye.”