Li bajarê ku nifûsa wî 550 hezar e tenê onkologek heye

ŞIRNEX - Li Şirnexê ku nifûsa wê zêdetirî 550 hezarî ye, tenê onkologek heye. PIştî onkolog çû betlaneyê, 250 nexweşên pençeşêrê mexdûr bûn. 
 
Li Şirnexê ku di nav 81 bajaran de di warê memnûniyeta ji xizmetên tenduristiyê de di rêja 80'yemîn de ye, welatî ji xwegihandina xizmeta tenduristiya wesfdsar bêpar in. Li bajêr hejmara bijîşkên pispor pir kêm e. Li vî bajarê ku nifûsa wê di ser 550 hezarî re ye, tenê navendeke anjoyoyê heye. Lê ji ber ku li vê navendê ekîpman kêm e, welatî xwe nikarin bigihînin xizmeta tenduristiyê. Li bajêr 250 nexweşên pençeşêrê hene. Ev kes ji aliyê onkolog ve tên dermankirin. Lê gava tekane onkologê bajêr diçe betlaneyê, nexweş ji dermankirinê bêpar dimînin. 
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Şirnexê Samet Kaya, anî ziman ku bajêr di warê xizmeta tenduristiyê de li Tirkiyeyê bajarê herî paşdemayî ye. Kaya got: "Şirnex, li gor herêmê xwedî dezavantaja ye. Mînaka herî berbiçav, nebûna bijîşkê pnkolojiyê ye. Nêzî 250 nexweşên pençeşêrê hene. Ev kes her roj diçin bajarên din ji bo dermankriinê. Ev hem di warê aborî hem jî di warê manewî de dibe bar. Berdewamiya dermankirinê ya nexweşîna pençeşêrê girîng e. Lê nexweş ji bêgavî her roj diçin bajarên din. Ev pirgsirêk e. Ger ev bijîşk nexweş bikeve, dê kesekî ku li nexweşxan mêze bike tune be." 
 
Kaya destnîşan kir ku li Şirnexê rêjeya welidînê di ser ya Tirkiyeyêr e ye û got ku ji ber vê divê hejmara unîteyên welidînê bên zêdekirin. Kaya da znaîn ku li navçeya Bêşebabê pisporeke welidînê tune ye û got ku gava welidîneke ji nişkave çêbibe divê nexweş biçe navenda Şirnexê ku 3 saetan dûrî navçeyê ye. 
 
Kaya destnîşan kir ku divê demildest ji bo pirsgirêkên tenduristiyê yên Şirnexê çareyeke mayinde bê dîtin û got: "Divê nexweşxaneyên netemamkirî yên li bajêr demidlest bên temamkirin. ger ev înşeat bên temamkirin, kêliyekê be jî dê bêhna Şirnexê derkeve. Ji bo bijîşk li bajêr bimînin divê sereraskirinên maddî bên kirin. Em wekî SES ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê têdikoşin. Divê gelê me di vê têkoşînê de li cem me be."
 
MA / Emrûllah Acar