Birayê karkerê çandiniyê yê jiyana xwe ji dest da: Mirina me, polîtîkayeke dewletê ye

img

RIHA- Ahmet Dagtekîn, birayê karkerê demsalî Ethem Dagtekîn ku di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, got: "Ev, polîtîkayeke dewletê ye. Hin jê di rê de dimirin hin jê di behrê de difetisin hin jê jî di êrîşên nîjadperest de jiyana xwe ji dest didin." 

Li Rihayê ku nêzî 11 milyon donim erdê wê heye, her sal hezaran kes diçin bajarên din wekî karkerên demsaliyê dixebitin. Bi hezaran karker an bi êrîên nîjadperest an jî bi qezayên trafîkê dibin rojev. 
 
Di 21'ê Tîrmehê de li navçeya Ereglî ya Konyayê mînîbusa ku karkerên demsalî tê de bûn qeza kiribû. Di qezayê de du karker jiyana xwe ji dest dabûn û 13 karker jî birîndar bûbûn. Ji kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest da yek jê jî Ethem Dagtekînê 37 salî bû. Bavê 3 zarokan Dagtekîn ji gundê Zoncik ê Pirsûsê ye.
 
Dêya wî Fatma Dagtekîn (81) û birayê wî Ahmet Dagtekîn (54) behsa jiyana xwe ya "demsalî" kirin. 
 
TIM KARÊ XELKÊ KIRINE 
 
Dayik Fatma Dagtekîn, anî ziman ku bi salan e karkeriya demsalî dikin û li Edene û Heranê bi berhevkirina pembo zarokên xwe mezin kirine Dagtekîn got: "Em 7 mehan li bajarine din diman. Gava karê me diqediya em dihatin mala xwe. Xwedê zane bê me çi eziyet kişandiye. Hevjînê min nexweş bû. Ez û zarokên xwe tim dişixulîn. Min di şertên giran de zarokên xwe mezin kirin. Li kar tim heqaret li me dihat kirin. Em tim ji bo xelkê şixulîn." 
 
Dayik Dagtekîn, ji bo kurê xwe yê jiyana xwe ji dest da got: "Kurê min berê bi me re dihat pembo. Lê di çend salên dawî de diçû şebeşan. Xizan bû. Bi vî awayî debara xwe dikir. Îsal jî ji bo şebeşan çû, lê di rê de qeza kir û jiyana xwe ji dest da. Zarokên wî hê biçûk in. Bi vî awayî debara malbata xwe dikir. Halê feqîqan wiha ye. Tim li ser rêyan e." 
 
KOÇ KIRIN
 
Bira Ahmet Dagtekîn jî diyar kir ku di sala 1985'an de ji gund koç kirine û got: "Em 8 kes bûn. Li gundê me kar tune bû. Erdên me hebûn, lê av tune bû. Mifha erdan nedigihaşt me. Me bar kir em hatin Pirsûsê. Wê çaxê em bi malbatî diçûn karên demsalî. Em diçûn Edene û Heranê, ji bo berhevkirina pembo. Jiyana me wisa bû. Birayê min jî nêzî 15 salan bû, bi tena serê xwe karê demsalî dikir. Ez jî du salan çûm wir, ji bo berhevkirina şebeşan. Ji ber kar li vir tune ye, em ji mecbûrî diçûn wir. Em tim diçûn rojavayê, em dixebitîn." 
 
ROJÊ BI 60 LÎREYÎ
 
Dagtekîn ku got "Heger rewşa aborî ya birayê min baş bûna, dê neçûna" got: "Dê neçûna rojê ji bo 60 lîreyî nexebitiyana. Ji bo debara malbata xwe çû. Beriya qezayê 45 rojan li Edeneyê xebitî. Di cejnê de hat malê. Qurbana xw eşerjê kir. Di roja dudoyan a cejnê de cardin çû. Vê carê tevî 15 hevalên xwe çû Konyayê. Ev ne qedera me ye. Pergalê em muhtacî derve kirin. Ji ber ku birayê min nikaribû li vir debara xwe bike çû derve. Wekî din nikaribû debara xwe bike. Heger erdê wî hebûna, dê neçûna. Perçeyek erdê me heye, ma dê têra kê bike? Birayê min tevî 15 hevalên xwe qeza kir û jiyana xwe ji dest da." 
 
POLÎTÎKAYA DEWLETÊ 
 
Dagtekîn, di dawiya axaftina xwe de got: "Mirin, emrê xwedê ye. Mirov li ku be dê bimire. Lê ev, polîtîkaya dewletê ye, mirovên herêmê muhtacî koçberiyê kiriye. Ne tenê birayê min, mirovên herêmê hemû wisa ne. Çend roj berê li Afyonê êrîş birin ser karkeran. Bi êrîşên wisa re rû bi rû dimînin. Ev, polîtîkaya dewletê ye. Me muhtacî derve kirine. Hin jê di rê de dimirin, hin jê di behrê de difetisin û hin jê jî di êrîşên nîjadperest de jiyana xwe ji dest didin. Ev êrîş, êrîşên pergalê bi xwe ne. Ê min jî birayê min mir. 3 zarok li dû xwe hiştin." 
 
MA / Barış Polat