RIHA - Danişîna doza Emîne Şenyaşar ku bi îdiaya “saziyên dewletê biçûk xistiye” hatibû vekirin, bi hinceta ewraqên kêm hate taloqkirin.
Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li Pirsûsê hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Derheqê Emîne Şenyaşarê de bi îdiaya “saziyên dewletê biçûk xistiye” doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 4’emîn dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê hate lidarxistin.
Emîne Şenyaşar tev li danişînê nebû lê parêzerên wê amade bûn. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û piştre ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel da zanîn ku doz bi hinceta gotinên Emîne Şenyaşar a di roja 24’emîn a Nobeta Edaletê de hatiye vekirin û daxwaza beraetê kir.
Şandeya dadgehê, danişîn bi daxwaza temamkirina ewraqên kêm taloqî 10’ê tîrmeha 2025’ê kir.