AMED - Hemşîreyên ku li Amedê bi amûrêm kêm mesaiya zêde dikin, diyar kirin ku ji ber şertên xwe yên xebatê zehmetî dikişînin û ev tişt gotin: "Ji bo tenduristiya civakê divê em derzî bibin. Çareta tekane ya vê nexweşiyê derzîbûn e."
Piştî destpêkirina pêvajoya asayîbûnê ya vîrûsa koronayê yek ji 5 bajarên ku herî zêde hejmara pêketiyan lê zêde dibe Amed e. Li bajar rojane hejmara pêketiyan derketiye deriya 2 hezaran. Kapasîteya nexweşxwaneyan têje bûye û ji ber vê barê ebatkarên tenduristiyê jî giran bûye. Li gelek nexweşxaneyên bajar hemşîre li beşên lezgîn 24 saetan bênavber dixebitin. Hemşîreyên di vê rewşê de dixwazin ku pirsgirêk bên derbaskirin. Hemşîreyên ku li li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê dixebitin, diyar kirin ku bi saetan mesaiyên zêde dikin û destûrên wan ên salan e hatine betalkirin û ev tişt gotin: "Em perîşan bûn bila dengê me bê bihîstin."
'KRÎZENEKE NAYÊ BIRÊBIRIN HEYE'
Hemşîre Derya Cengîz ku 10 sal in hemşîretiyê dike, destnîşankir ku li beşa lênêrîna awarte pirî caran hejmara hemşîreyan kêm e û wiha got: "Her ku diçe hejmara hemşîreyên xwedî azmûn kêm dibe. Ji ber ku hemşîre nexweş dikevin û hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê zêde dibin em êdî bi nexweşan re nagihîjin. Hemşîreyên ku azmûnên wan ên beşa lênêrîna awarte tune ne êdî dest bi xebatê kirine. Ji ber ku gavên pêwîst nayên avêtin ev li ser milê beşa lênêrîna awarte dibe bar. Beşên lênêrîna awarte têje ne. Ev jî karê me zêde dike. Em 24 saetan nobet digirin. Krîzeke ku nikare bê birêvebirin heye. Li cihê 30 kes lê bêhna xwe vedidin tenê 2 qenepe hene. Ji ber vê em jî vîrûsê digirin. Em ji hêla laşî û ruhî ve têk çûn. Rexmî vê rewşê em heqê mesaiyên xwe yên zêde jî nagirin. Divê qada tenduristiyê de tayînên nû çêbibin û xebatkarên ku hatin îxrackirin jî li peywira xwe vegerin."
CÎHAZÊN BÊHNGIRTINÊ TUNE NE
Hemşîr Aytaç Elez jî da zanîn ku ji bo tenduristiya civakê pêvajoyeke micid bi rê ve dibin û ev tişt anîn ziman: "Bijîjk, hemşîr, klînîker, kesên li nexweşan dinêrin kêm in û tayînên nû jî nayên kirin. Ji bo derbaskirina krîzê divê sererastkirinên nû bên kirin. Cîhazên bêhgirtinê kêm in û ji ber vê em di asta pêwîst de mudaxaleyî nexweşên ku pêwistiya wan bi vî cîhazî heye nakin. Maske û amûrên parastina takekesî tune ne û ji ber ku em bi vî rengî mudaxaleyî nexweşan dikin gelek hevalên me bi kovîdê ketine û jiyana xwe ji dest dane. Pergala tenduristiyê têk çûye. Em di rewşeke perîşan de ne. Ev xwe di derdor, malbat û nexweşên me de jî dide der. Divê gelê me zanibe ku xebatkarên tenduristiyê tişta ji destê wan tê dikin. Pirsgirêk ne ji me ji desthilatê ye. Ji ber ku bi awayekî baş budçe ji tenduristiyê re nayê veqetandin em vê rewşê dijîn. Me di derziyan de jî heman pêvajo derbas kir. Ji bo tenduristiya civakê divê em derzî bibin. Çareya tekane ya vê nexweşiyê derzîbûn e."
MA / Eylem Akdag - Ceylan Şahînlî