WAN - Serokê Odeya Firinvanan ê Wanê Sabrî Işik, bi lêv kir ku esnaf û sinetkar bajarî li ser piyan dihêlin û wiha got: “Ji ber esnaf nikare bifiroşe, nikare mafê karkerî bide. Ji ber karker jî nikare mafê xwe bistîne ji van deran diçe rojavayê welat.”
Polîtîkayên desthilatê yên nikarin pêvajoya aboriyê ya xerab rawestînin, di serî de berhemên bingehîn ên xwarinê, weke zem bandorê li hemû etîketan dikin. Ji ber zemên li mamûlên ar hatin kirin bihayên nan zêde bûn. Hem esnafan hem jî welatiyan bertek nîşanî vê zêdebûna bihayan da. Li gelek bajaranli bihayên nan zem hate kirin. Odeya Loqentevan, Firinvan, Şirînahîfiroş, Pastexanevan û Qesapvanan bihayê nanî weke 6 lîreyan diyar kirin. Bi zema di 2’yê tebaxê de li nan hate kirin re bihayê nanî bû 5 lîre 10 qûrîş, simîd, nanê aşî bû 6 lîre, kade, krûvasan, nanê genimê zer bû 7 lîre û nanê tostan jî bû 15 lîre.
Serokê Odeya Loqentevan, Firinvan, Şirînahîfiroş, Pastexanevan û Qesapvanan Sabrî Işik ê zema li mamûlên berhemên ji arî hatin kirin nirxand, anî ziman ku esnaf di pêvajoyeke zor de derbas dibe. Işik da zanîn ku ji hezar û 280 esnafên li odeya wan qeydkirîne 400 jê firinvan û pîdevan in û anî ziman ku li van kargehan nêzî deh hezaran kes tên xebitandin. Işik, diyar kir ku esnaf di kirîna berheman de zehmetiyê dikişînin û anî ziman ku bi zemên tên kirin re esnaf nikare kar bike. Işik, bal kişand ku her roj zem li ser zemê tê kirin û wiha got: “Li Tirkiyeyê yekane bajarê ku nanê erzan lê tê firotin Wan e. Herî dawî dema zem hatin kirin tûrikê arî yê 50 kîlo 470 lîre bû niha bûye 600-680 lîre. Li Wanê rojane 500 hezar nan tên hilberandin. Ji ber ev nanê ji aliyê firinvanan ve tê hilberandin ji sedî 30 ji firinan tê firotin nan bi 6 lîreyan tê firotin. Lê ji ber ji sedî 70 didin bayiyan 50 qûrişan erzantir tê firotin.”
‘ESNAF BERHEMÊ BI DEYN DISTÎNE’
Işik, diyar kir ku hêza kirînê ya esnafî nemaye û wiha berdewam kir: “Ji ber hêza esnafan nîne neçar dimînin ku berheman bi deyn bistînin. Dema bi deyn distîne jî neçar dimînin ku bi biha bistînin. Firinvanên me yên arî bi pereyê peşîn dikirin kêm in. Gelek kêm firinvanên me hene ku arî dikirin û dixin depoya xwe de. Dewlet êdî piştevaniya arî jî nade. Ew jî birîn û êdî firinvanên me dê neçar bimînin arî giran bikirin. Mûçeyê kêmtirîn bû 11 hezar û 400 lîre, sîgorteya bi mehane jî bû 4 hezar lîre. Ji ber mesref zede bûn. Zemên tên kirin jî tê ra esnafan nakin.”
‘SEKTORA XIZMETÊ TÊK DIÇE’
Işik, anî ziman ku armanca wan ew e ku esnaf zirar neke lê ji bilî vê mirov bikarin xwe bi hêsanî bigihînin nan û wiha lê zêde kir: “Esnaf û sinetkar bajarî li ser piyan dihêlin lê êdî hêza esnaf a debara xwe bike nema. Ji ber esnaf nikare bifiroşe, nikare mafê karkerî bide. Ji ber karker jî nikare mafê xwe bistîne ji van deran diçe rojavayê welat. Li bajarê me sektora xizmetê ha hilweşe ha hildiweşe. Em ê sibê du sibe nikarin garsonekê jî bibînin.”
‘MALIYETÊN LÊÇÛNÊ ZÊDE DIBIN’
Adîl Karaman ê ku li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di firina ji kevir de nanî çêdike da zanîn ku par tonek dar bi hezar 600 lîreyan bû, îsal jî heman dar 2 hezar 800 heta 3 hezar lîreyan e; par torbeyekî arî 370 lîreyî bû, îsal bi pereyê pêşîn bûye 550 lîre. Karaman, diyar kir ku fatûreya ceyranê ya ku wan 700 lîre dida bûye 2 hezar û 800 lîre. Karaman, bi lêv kir ku hevîrtirşê bi 160 lîreyan dikirîn niha bûye 300 lîre, maliyeta lêçûnê zêde dibin û anî ziman ku dibe di demekî nêzîk de zemeke din bê kirin.
MA / Omer Akin