NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li gelek bajaran daketin qadan li dijî biryara Walîtiya Amedê ya qedexekirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi gotina; “Em ê bêyî bêzar bibin biqîrin. Jin, jiyan, azadî” bertek nîşan dan.
Çalakî û xwepêşandanên jinan ên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de li gelek bajaran domiyan.
AMED
Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê de, bi pêşengiya Koma Duçerxeyan a Jinan a Amedê tûra duçerxeyê hat organîzekirin. Jinên li ber Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê ya Amedê (Egîtîm - Sen) a navçeya Peyasê hatin cem hev pankarta “Destê xwe ji keda min, nasnameya min û bedena min dûr bigirin" vekirin.
Berdevka Koma Duçerxeyan a Jinan a Amedê Kadriye Kaya, diyar kir ku bi saya tecrubeyên têkoşînê û hewldanên jinan felsefeya "Jin, jiyan, azadî" li hemû cîhanê deng veda û li qadan deng veda.
Piştî daxuyaniyê jinan ji Peyasê heta Parka Koşuyoluyê bi duçerxeyên xwe yên bi nivîsa "Me ti carî serî netewand” pedal ba dan.
RIHA
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a DEM Partiyê, DBP, û Meclisa Dayikên Aştiyê ya Dîlokê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çûn ser dana nobeta Xelfetiyê ya li dijî qeyûm hatiye destpêkirin.
Jin li avahiya DEM Partiyê ya Xelfetiyê civiyan û li wir daxuyanî dan. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Dîlokê Zozan Ayhan got: “Em dixwazin bijîn, neyên kuştin. Em dixwazin li ber xwe bidin û bijîn. Hûn ê nikaribin me ji têkoşîna me ya bi rûmet bi qeyûman, îxrackirin, girtin û binçavkirinan dûr bixin. Em ê bi vî dengî dengê xwe bilind bikin.
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. Piştre jî jin ber bi avahiya şaredariyê ya ku hatibû dorpêçkirin ve dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de jinan bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.
Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî daxuyanî da û got: "Em tu carî dest ji mafên xwe bernadin." Hevşaredar Mehmet Karayilan jî bal kişand ser dirûşma "Jin jiyan azadî" û got: "Ev ne tenê dirûşm e, rêgeza jiyanê û rêxistinbûnê ye.”
Daxuyanî bi çepik û tililiyan bi dawî bû.
QERS
Bi pêşengtiya meclisên jinan ên DEM Partiyê yên Qersê û navçeyên wê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî tundiya mêr-dewletê di serhildanê de ne, bi hev re ne û di jiyana azad û wekhev de biisrar in” hilgirtin. Hevşaredarên jin ên Dîgor, Qaxizman, Pazarcixê, endamên meclisên şaredariyan û gelek jin tev li bûn. Hevşaredara Qaxizmanê Guner Hatay daxuyanî xwend û got ku ew ê li dijî zîhniyeta mêrê serdest her tim bi felsefeya “Jin, jiyan, azadî” li qadan bin.
Guner Hatay, wiha domand: “Em ê hesabê her jina hatiye qetilkirin, windakirin û neçarî întîharê hatiye kirin bipirsin. Îktîdara ku faîlan ceza nake, hewl dide derbê li têkoşîna jinan bixe. Em jin dizanin ku tundiya li dijî jinan hem bîrdozî hem jî polîtîk e. Dê têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên zayendperest ên îktîdarê bidome. Li dijî polîtîkayên tundî, kedxwarî, qetilkirin, şerê taybet û dewletê em di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
BEDLÎS
Bi boneya 25’ê Mijdarê û di çarçoveya projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” a Komeleya Aryen Hunerê de li pêşiya AVM’a Yaşamê ya Tetwan a Bedlisê pêşangeh hate lidarxistin. Pêşangahe ku berhemên jinên hunermend hatin pêşkeşkirin, demekî şûnde ji hêla polîsan ve hate astengkirin.
Dihat plankirin ku pêşangeh du rojan bidome lê polîsan bi îdiaya ku destûr nehatiye girtin du perwerdekar binçav kirin. Xebatkar û mamosteya resman a Komeleya Aryen Hunerê Zozan Bor û keseka navê wê nehat zanîn birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê.
COLEMÊRG
Navenda Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê jî “Xeta Alo Şîddetê” ava kir. Jinên ku rastî tundiyê tên dê bikarin 24 saetan xwe bigihînin baroyê, bi rayedaran hevdîtinê bikin û xizmetê bigirin. Navend dê piştgiriya hiqûqî bide jinan û jê re rêbertî û piştevaniya psîkolojîk bike.
Jinên rastî tundiyê tên dikarin li ser hejmara telefonê ya “0538 877 10 30” xwe bigihînin navendê.
ÊLIH
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Êlihê jî bi dirûşma “Gelo em bi hev re ji bo ji tundiya ser jinan re bibêjin na dimeşin?” ji edliyeyê heta Parka Batmanê meş li dar xist. Beriya meşê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de dovîzên “Peymana Stenbolê dide jiyîn”, “Em ê jiyaneke bêtundî ava bikin”, “Ne tirs e em hene” û “Em wekheviyê dixwazin” hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” hatin berzkirin. Parêzer Ayşenûr Demîr Arîç di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Cînayetên jinan roj bi roj zêde dibin. Mixabin zimanê nefretê yê tê bikaranîn weke tundî li jinan û zarokên keç dizivire. Em dizanin ku tundiya li dijî jinan polîtîk e lewma divê aştiya civakî derkeve pêş. Weke jinên mafên mirovan diparêzin dê têkoşîna me ya ji bo jiyaneke bêtundî dê bidome.”
Piştî daxuyaniyê jin bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” meşiyan.
STENBOL
Komeleya Lêkolînên Kurdî bi dirûşma “Ber bi 25’ê Mijdarê ve” li avahiya komeleyê ya Fatîhê semînerek bi navê “Em tundiyê çawa pênase dikin” û atolyeya “Keda Destan” li dar xist.
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de gelek kes bi eleqedar beşdarî semînera hişyarkirina tundiyê û atolyeya keda destan bûn. Şêwirmenda Psîkolojiyê Esra Kahraman komxebat pêk anî.
Her kesên beşdarî komxebatê bûn yek bi yek xwe dan nasîn. Esra Kahraman, diyar kir ku tundiya li ser jinê li hemû civakê belav bûye û diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên tundiyê her ku diçe zêde dibe.
Piştî semînerê jinan bi hev re atolyeya hunera destan li dar xistin. Melek Komurcu atolye bi rê ve bir. Jinan li vir tevnên bi sembolên gelêrî yên Kurdî, Şahmeran, Tawûs, Zend Avesta û motîfên xalîçeyên kevneşopî çêkirin.
Piştre çalakî bi dawî bû.