Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin!
- aborî-ked
- 09:08 17/2/2019
AKP'ê, ji bo li hemberî krîza aborî û bihabûna fiyetên zebzeyan, mexazeyên tanzîmê ava kirin. AKP'ê, ji bo avakirina van devaran gotibû wan bê "navbeynkar" ava kiriye. Lê derket holê ku zebze û fêkiyên li mexazeyên tanzîmê ji fîrmayên tidarekker distîne û fatûre jî li Kooperatîfên Krediyê yên Çandiniyê tê birîn. Her wiha gelek firingiyên ku hin fîrmayên nêzî AKP'ê bexşî deverên tanzîmê kiribûn jî bi pereyan hatine firotin.