Şovalyeyên keda 2018’an berxwedana xwe dê di sala nû de jî bidomînin
- aborî-ked
- 10:09 29/12/2018
Karker di sala 2018’an de jî li qadan bûn. Bi kûrbûna krîza aborî re karker jî ji karên xwe hatin derxistin. Karkeran mehkûmî xebatek bêewle dikin. Hêza kirînî daketiye nîvî. Karkerên li dijî kedxwariyê di sala 2018’an de li ber xwe dan. Karker diyar dikin ku dê di 2019’an de jî li ber xwe bidin.