• img

    Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!

    Tirkiye ku dûrî çareseriya demokratîk disekine, hewl dide li Sûriyeyê bi destê HTŞ û êşîran li dijî Kurdan şer derxîne. Tirkiye ku Dêrazorê, Reqa, Tebqa û Kobanê xistiye hedefa xwe, xebatên xwe yên îstîxbarî kûr dike.

  • img

    Hevserokê KNK'ê: Dê komplo bi yekîtiya neteweyî bi temamî pûç bibe

    Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku komploya navneteweyî ya ku 27 sal berê li dijî Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin negihîştiye armanca xwe û got: "Komplo bi yekîtiya neteweyî wê bi temamî bê pûçkirin."

  • img

    Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin

    Abdullah Ocalan, zêdetirî 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin. Her çend CPT raporên xwe eşkere nake jî, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku bi çavdêriya biryarên DMME'yê hatiye erkdarkirin, ji bilî muhleta ku da Tirkiyeyê tu biryarekê nagire.

  • img

    Di hucreyeke yekkesî de hewldanên çareseriya demokratîk

    Abdullah Ocalan ku piştî ku bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û li Girava Îmraliyê di hucreyeke yekkesî de hat girtin, zêdetirî 26 salan e ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka kurd têdikoşe.

  • img

    Ocalan di salekê de çi peyam dan?

    Abdullah Ocalan, di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a salekê de, peyamên girîng da gelek derdoran. Di van peyaman de, îşaret bi avakirina civakeke demokratîk hat kirin û banga "vegera li welêt" û avakirina komunan hat kirin.

  • img

    Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye

    Bi ser silavdayîna Devlet Bahçelî ya wekîlên DEM Partiyê û banga wî ya têkildarî “Mafê hêviyê” re salek derbas bû. Di vê pêvajoyê de Abdullah Ocalan gavên dîrokî avêt. Tevî gotina Bahçelî ya “Ji bo aştî bifire divê baskê wê yê duyemîn jî hebe” jî heta niha yek gav jî nehatiye avêtin.

  • img

    Hûrgiliyên çûnûhatina dîplomasiya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê

    MÎT'ê, di hevdîtinên xwe yên bi şandeyên DYA û Fransî re de, plana êrişê ya Tirkiyeyê ya bi Şam û hêzên eşirên Ereb a li ser herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand.

  • img

    Tirkiye li Sûriyeyê êgir gur dike

    Tirkiye ku di warê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de sist tevdigere, bi liv û tevgera xwe ya li Sûriyeyê êgir gur dike. Gefên desthilatê yên li Kurdan û pêwendiyên wê yên li herêmê, nîşaneyên şerekî talûke ne.

  • img

    Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?

    Tirkiye, di demên dawî de hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke aliyê “li çareseriyê nayê” nîşan dide, gefan lê dixwe û dixwaze daxilî qadê bibe. Derket holê ku Tirkiyeyê ji bo kûrkirina şerê navxweyî, hewl daye Durziyan bi hev bide şerkirin.

  • img

    Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!

    Êrişên dijwar ên desthiladariya Şamê yên li ser civaka durzî ya li Siwêdayê, balkêş e piştî daxuyaniya Balyozê DYA'yê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê Sûriyeyê Thomas Barrack ku gotibû tu wateya Peymana Sykes Pîcotê nemaye, pêk hatin. Dibe ku Peymana Sykes Pîcot "bêwate bûbe" lê dixwazin li şûna wê Peymana Abraham ku jinûve li gor berjewendiyên hêzên hegemon û deh qatî wê dijbertiya civakan dike hatiye sererastkirin, bixin meriyetê. Lewra dema çûnhatinên dîplomasiyê yên vê dawiyê didin der ku di çarçoveya Peymana Abraham de lihevkirinek heye.

  • img

    Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike

    Gotinên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas Barrack ên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD'ê de eşkere dikin ku Amerîka, Îngilistan û Îsraîl Rojhilata Navîn a nû deşîfre dikin. Armanca wan ew e ku li şûna gelên herêmê, avaniyeke li ser bingeha hêzên wekîl ava bikin.

  • img

    Rêwîtiya ber bi kêliya ku dê herka dîrokê biguherîne

    Ji bo şahidiya kêliya veguherîna tevgerekê ku ji hêla gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn herka dîrokê guherandiye, em dikevin rê. Rêwîtiya me ya 12 saetan domiya, nîşanî me da ku ev torena em ê bişopînin ne dawiyek lê destpêkek e.

  • img

    Ji Abdullah Ocalan pêşniyarên çareseriyê yên ji bo şerê Îsraîl-Îranê

    Abdullah Ocalan diyar kir ku hesabên hegemonîk ên Îsraîl û Îranê rê li ber aloziyan vedike û destnîşan kir ku Rojhilata Navîn bi rêya Yekîtiya Neteweya Demokratîk dikare aştî û ewlekariyê pêk bîne.

  • img

    Ji gotina 'Kurdistan mêtingeh e' ber bi damezirandina PKK'ê ve...

    “Apoyî”yên ku bi tespîta “Kurdistan mêtingeh e” a Abdullah Ocalan bi rê ketin, di sala 1978’an de PKK’ê ava kirin. Avabûna PKK’ê bû destpêka serdemeke nû û rê li ber pêşerojeke zêdeyî nîv sedsalê xist.

  • img

    Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de

    Pêvajoyên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêş ketin, ji ber neavêtina gavan ji aliyê desthilatan ve an jî ji ber armancên wan ên "tasfiyekirinê" hatin berhwakirin. Rojnameger Amed Dîcle got: "Eger înkar û îmha raweste, dê tundî û şer jî bi dawî dibe. Heta ku feraset neyê guhertin, çareserî nayê pêşxistin."

LÊGERÎN