Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne

  • cîhan
  • 09:52 20 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Filistîniyên di çarçoveya lihevkirina pevguhertina dîlgirtiyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de hatin berdan, gihiştin Şerîaya Rojava. 

Di çarçoveya mutebeqeta pevguhertina dîlgirtiyan a di navbera Hamas û Îsraîlê de 90 zarok û jinên Filistînî, ji Girtîgeha Leşkerî ya Oferê ya li Şerîaya Rojava ku di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, hatin berdan. Filistîniyan, ji bo pêşwazîkirina zarok û jinên hatine berdan, li bajarokê Beytunyayê yê girêdayî bajarê Ramallahê yê li Şerîaya Rojava kom bûn. Filistîniyên bi otobûsên aydê Xaça Sor hatin bajarokê, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. 
 
Hat zanîn ku ji dîlgirtiyên hatine berdan 69 jê jin û 20 jî zarok in. 
 
Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzeddîn el-Kassamê duh bi şev di çarçoveya mutebeqetê de 3 dîlgirtiyên jin ên Îsraîlê radestî Xaça Sor kiribû.