STENBOL - Rojnameger Încî Hekîmoglû û Rûken Tuncel bertek nîşanî bêdengiya rojnameger û rêxistinên pîşeyî ya li hemberî êrişên ser Çapemeniya Azad dan û gotin: "Ji bilî çendek îstîsnayan, çapemeniya Tirk muxalîf nîne."
Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglû di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatin binçavkirin û girtin. Di 20’ê Kanûna 2024’an de jî 7 rojnameger ji ber protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê hatin binçavkirin û di 22’yê Kanûnê de hatin girtin.
Rojnameger Încî Hekîmoglû û Edîtora Bîanetê Rûken Tuncel têkildarî zextên ser rojnamegeran axivîn.
‘PÊVAJOYA NÛ’, SÛRIYE Û ÇAPEMENIYA AZAD
Încî Hekîmoglû, diyar kir ku çapemeniya Kurd di hedefa îktîdarê de ye û wiha got: “Rojnamegeriya xweser, mîsogeriya mafê agahîgirtinê ya gel e. Têkildarî Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurdan nûçeyên ku çapemeniya tirk tu caran nade dide lewma di hedefê de ye. Ev zexta derhiqûqî û zordestî, polîtîkaya dewletê ye. Sedema zextên ser Çapemeniya Azad, ‘pêvajoya nû’ û êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Dixwazin her agahiya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê asteng bikin. Di vê pêvajoya ecêb de, li dijî çapemeniya Kurd û siyasetmedarên Kurd operasyon tên kirin. Bawerim dibêjin; ‘An hûn ê serî li ber daxwazên me bitewînin an em ê rehetiyê nedin we.’ Ev sed sal in vê polîtîkayê encam neda û dê nede jî. Şert û mercên netewî û navneteweyî derfeta guherînê dide lê ji axaftinên Erdogan diyare ku tenê dixwazin rejîma xwe bidomînin û Kurdan bi tawîzên pir biçûk qaneh bikin. Hevdîtinên heyî jjî ne ji bo aştî û aramiyê tên kirin. Ji ber geşedanên li Sûriyeyê û zexta navneteweyî neçar man.”
‘DIVÊ ÇALAKIYÊN AFIRÎNER BÊN LIDARXISTIN’
Încî Hekîmoglû, got ku divê li dijî zextên ser çapemeniyê helwestek were nîşandan û ev tişt anî ziman: “Mixabin Kurd bi tenê dimînin. Saziyên mafên mirovan jî di nav de, biqasî salên 90’î jî li geşedanên heyî nanihêrin. Bi taybet jî divê rêxistinên girseyî yên demokratîk û siyasetmedar ji bo civaka Tirkiyeyê û ya navneteweyî bikeve nava tevgerê, çalakiyên afirîner li dar bixin. Piştevaniya hempîşeyan girîng e. Bêyî li nîjad, nasname, bawerî, zayend û hwd. binêrin, divê her kes di pîşeyê de wekhev bê dîtin. Nedîtina zexta li ser reşikan, filistîniyan, Kurdan, bingeha xwe ji redkirina wekheviyê digire. Bi kurtasî, ji bilî çendek îstîsnayan çapemeniya Tirk muxalîf nîne. Tu caran serbixwe nebû, her tim ji rêgezên rojnamegeriya gerdûnî bêpar ma, vekirî yan jî veşarî Tirkan pîroz û serdest dibînin. Lewma zêde watedar nabînim ku li dijî zextan banga piştevaniyê li wan bikim.”
ÇAPEMENIYA KURD ÇIMA DI HEDEFA ÎKTÎDARÊ DE YE?
Edîtora Bîanetê Rûken Tuncel jî wiha got: “Divê rojnameger bi şêweyekî rexneyî li bûyeran binêrin. Lê li Tirkiyeyê tenê dema li cem îktîdarê disekinî weke rojnameger tê dîtin. Heke strana îktîdar dixwaze nebêjî, tu ‘terorîstî’ û divê werî binçavkirin, girtin û kuştin. Çapemeniya Kurd ji destpêkê heta niha bi her xebata xwe dewletê aciz dike. Lewma di hedefa dewletê de ye. Li Tirkiyeyê qala ‘pêvajoyeke nû’ tê kirin lê li hêla din êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di demên wiha de îktîdare bixwaze civak çi bizane, wê dibêjin û dinivîsin. Çapemeniya Azad ku mafê agahîgirtinê yê civakê bicih tîne, dibe hedef. Dema mijara behsa xeberê dibe çapemeniya Kurd, rojnameger û rêxistinên pîşeyî yên qala ‘piştevaniyê’ dikin bêdeng dibin û hema hema her kes dikeve nava nîqaşa ‘rojnamegerî çi ye, çi nîne.’ Du rojnameger tên qetilkirin, rojnameger tên girtin û binçavkirin, lê rêxistinên pîşeyî deng jê dernakeve. Ev helwest, tê wê wateyê ku bi îktîdarê re xwedî heman feraset û nêzikatiyê ne.”
MA / Omer Îbrahîmoglû