Li Filîpînan 85 kesan jiyana xwe ji dest dan
- cîhan
- 11:01 02/1/2019
Li Filîpînan erd şemidî û şape rabû. Di encamê de 85 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Filîpînan erd şemidî û şape rabû. Di encamê de 85 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li paytexta Afganistanê Kabûlê li dijî avahiya hikûmetê êrîş pêk hat. Di êrîşê de 46 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî birîndar bûn.
Li Buhuroka Sunda ya Endonezyayê tsunamî rabû. Di bûyerê de 168 kesan jiyana xwe ji dest dan û 700 kes jî birîndar bûn. Hat diyar kirin ku nêzî 30 kes jî winda ne.
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Jîm Mattîs diyar kir ku wî û Serokê Emerîkayê Donald Trûmp li hev nekirin û ji ber vê yekê ew îstîfa dike.
Fransiziyên bi armanca şermezarkirina bêedaletiya zeman û belavkirina dahatûyan daketin qadan, bi êlekên xwe yên zer heya Cadeya Champs-Elysees meşiyan. Gelê Fransayê ji bo piştgiriya çalakiya “Êlek zeran” êlekên zer bi balkonên malên xwe ve kirin.
Li bajarê Çabahar ê Îranê wesayiteke bombebarkirî teqiya. Tê gotin 3 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûne.
Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropa Mijatovic, der barê neberdana Demirtaş û amadenekirina îdîanameya Osman Kavala de nirxandin kir û wiha got: "Hin zagonên têkoşîna bi terorê re rê li pêş mafê jiyana mirovan digirin û jiyanê li mirovan diherimînin."
Serokê DYA yê berê George H. W. Bush di temenê 94 salî de mir.
Buroya Hişbir û Sûc a Neteweyên Yekbûyî (NY), di rapora xwe de diyar kirin ku rojê 137 jin bi destê hevjînên xwe yan jî bi destê xizmên xwe tên qetilkirin.
Li Gazzeyê, rageşiya piştî êrîşên Îsraîl û Hamasê rû da didome. Komên filîstînî ragihandin ku agirbest çêbûye.
Asya Bîbî ya li Pakîstanê, bi sûcdariya “Heqaret li dînê Îslamê kirin” bi darvekrinê dihat darizandin, beraet kir û hat berdan.
Piştî têkiliya navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr baş bûn, ji bo leşkeriya bi darê zorê ya 50 salan Dadgeha Destûra Bingehîn a Koreya Başûr ji bo kesên reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf nas kir.
Li gorî daneyên UNESCO, di her çar rojan de, rojnamegerek ji ber kar û xebatên xwe yên pîşeyî tên kuştin. Hat diyar kirin ku li tevahiya cîhanê, di navbera salên 2006 û 2017’an de hezar û 10 rojnameger hatin kuştin.
Zîrveya çaralî ya ku Tirkiye malovaniya wê bike û mijara wê Sûriye be, dê sibê bi tevlêbûna Almanya, Fransa û Rusya li Stenbolê pêk bê.
Wezîrê Karê Hûndir ê Sûriyeyê Velîd Mûallîm, diyar kir ku ger Eniya Nûsra li gorî peymana Rûsya û Tikiyeyê tevnegere û rewşa heyî ya li Idlibê berdewam bike, dê bêdeng nemîn in.