Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
- ekolojî
- 10:01 09/8/2023
Şîrketên ku li Akbelen û Çiyayên Kazê bi dehhezaran dar birîn, heta niha li dehan deverên Tirkiye û Kurdistanê bûn sedema talana ekolojiyê.
Şîrketên ku li Akbelen û Çiyayên Kazê bi dehhezaran dar birîn, heta niha li dehan deverên Tirkiye û Kurdistanê bûn sedema talana ekolojiyê.
Rêxistinên girseyî yên demokratîk li dijî tunekirina daristan û zeytûngehên Akbelen û Dîkmeceyê hatin ba hev û wiha gotin: “Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin. Banga me ew e ku hemû projeyên ziyanê didin xwezayê bên betalkirin.”
Ji Polen Ekolojiyê Meltem Îlayda Eroglû diyar kir ku bi xebatên lêgerîna maden re xetere li ser Çemê Munzurê û Hewzeya Firatê çêbûye. Eroglû, got ku divê têkoşîna ekolojîk a li dijî vê rewşê bê birêxistinkirin.
Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin. Komîsyonê da zanîn ku armanca wan ew e ku li dijî rûxandina ekolojiyê, bi perspektîfeke hevpar têbikoşin.
Endamê Lijneya Rêveberiya MALÇEP’ê Hasan Kaya diyar kir ku qirkirina ekolojîk encama polîtîkayên şer e û wiha got: “Divê em weke gelên ji qirkirina xwezayê zirar dibînin bên bahev. Ev şerekî li dijî civakê ye.”
Şewata li daristanên Merîwanê derketî berdewam e û 5 kesên dixwestin agirî vemirînin hatin binçavkirin.
Jinên ku ji bo qadên jiyanê yên ji Îkîzdere heta Îkîzkoyê li dijî talanê li ber xwe didin, diyar kirin ku ew ê dest jê bernedin û têkoşîna ekolojiyê bidomînin.
Şandeya ekolojîstan ku xwest birîna daran û şewata daristanan a li Cûdî lêkolîn bike hat astengkirin. Şandeyê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî astenkirinê da.
Ekolojîstan, destnîşan kirin ku heke li dijî birîna daran û şewatên daristanan ên li gelek bajaran didomin, hemû beşên civakê bêjin ‘bisekine’ dê encam bê girtin.
Talankirina daran a cerdevanan a li gundê Sorbitnê yê li quntara Çiyayê Cûdî didome. Îlyas Yagan ê 70 salî, anî ziman ku qedexeyên ji salên 90’î hatine destpêkirin û li gundê wan bi awayekî fiîlî tê meşandin.
Leşkeran bi gaza îsotê, cop û mertalan êrişî aktîvîstên li Daristana Akbelenê nobetê digirin kirin. Di êrişê de kesek hate binçavkirin.
Endamên Tevgera Ekolojiyê yên Mezopotamyayê bertek nîşanî talankirina xwezaya Kurdistan û Tirkiyeyê dan û wiha gotin: “Heke em weke xwezaparêz dest bidin hev, dikarin pêşî li qirkirina xwezayê bigirin."
Kesên li Akbelenê li dijî birîna daran li ber xwe didin di saetên serê sibehê de dîsa hatin dorpêçkirin.
Parlementera Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal ku têkildarî şewata li Çiyayê Cûdiyê axivî, got: Daristanên me jî tên tecrîdkirin."
Serokê TBB’ê Erînç Sagkan ê serdana şêniyên gundê Îkîzkoyê ku li dijî kana komirê ya li Daristana Akbelenê têdikoşin kir, wiha got: “Yên ku ji bo ax, hewa û ava vî welatî zindî bihêlin têdikoşin wê bi ser bikevin. Em ê di vê têkoşînê de gavekê jî bi paş ve neavêjin.”