Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin

  • rojane
  • 09:05 27 Nîsan 2022
  • |

ŞIRNEX - Cerdevanên ji bajaroka Gundikêmelê, bertek nîşanî cerdevanên ku tevlî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Zap, Metîn û Avaşînê dibin dan û ev bang li wan kirin: "Li dijî birayê xwe çek ranekin."  

Tirkiyeyê, piştî hevdîtina ku di 15'ê nîsanê de li Stenbolê di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan de pêk hat, di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê êrişeke mezin da destpêkirin. Êrişa Tirkiyeyê bejahî û hewayî ve didome û bi leşker û tîmên taybet re bi hezaran cerdevan jî di vê êrişê de cih digirin. Bi bedewamkirina êrişê re ji beşên cuda yên civaka kurd li dijî êrişê bertek jî bilind dibin. 
 
 
Li bajaroka Gundikêmelê ya girêdayî navenda Şirnexê, welatiyên bi navê Nûrettîn Anil (45), Mehmet Tahîr Bayik (46) û Sadûn Sezer (42) berê bi darê zorê çend salan cerdevanî kirine, derbarê êrişa ku Tirkiye bi hevkariya PDK'ê daye destpêkirin û bi tevlîbûna cerdevanan didomîn de axivîn. Cerdevanên berê, bertek nîşanî êrişê û tevlîbûna cerdevanan a êrişê dan û xwestin ku cerdevan tevlî êrişê nebin û li dijî birayên xwe çek ranekin. 
 
'CERDEVANÎ NE TIŞTEKE EXLEQÎ YE' 
 
Nurettîn Anil (45) ku di sala 1994'an de bi darê zorê dest bi cerdevaniyê kiriye û îro ji bo aşitiyê di nav xebatên HDP'ê de cih digire, diyar kir ku ji bo cerdevaniyê gefa hilweşandina gundê wan li wan xwarine û wiha got: "Ji bo ku gundê me xera nekin min 4 salan cerdevanî kir. Piştre çûm leşkeriyê. Min 18 mehan leşkerî kir. Li leşkeriyê ji me re digotin, 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'. Min jî ji xwe re got, 'Min 4 salan cerdevanî kir û 18 meh leşkerî kir, heger kurdê herî baş kurdê mirî be wê demê ev kar ne karê min e û piştre êdî cerdevanî nekir'. Mirov ji wan re çi bike vala ye. Encax mirov tiştekî ji gelê xwe re bike wê mirov encam bigire. Sala bûye 2022 hê jî hin kes diçin dibin cerdevan û li pey birayê xwe dikevin. Ev ne tiştek exleqî ye. Mirov ji bo 5 qiruşan vî tiştî nake. Min 4 sal cerdevanî kir û ez her roj ji xwe re dibêjim, 'Gelo ez çi bikim ku wan rojan telafî bikim'. Min cerdevanî kir bila keseke din neke. Mirov ji vê dewletê re çi jî bike tişta ku di dawiyê de bibêje, 'Hûn terorîst in'. Ji ber wê divê mirov li cem gelê xwe cih bigire." 
 
DEV JI CERDEVANIYÊ BERDA ŞIVANTIYÊ DIKE
 
Mehmet Tahîr Bayik ku dev ji cerdevaniyê berdaye û bi şivantiyê debara xwe dike, diyar kir ku tişta herî bi rûmet ew e ku mirov bi gelê xwe re be û ev tişt got: "Divê êdî kurd li dijî birayê xwe çek ranekin. Min di sala 1997'an de dest bi cerdevaniyê kir. Bi qasî 3 salan cerdevanî kir û piştre jî îstifa kir. Em bi zorê kirin cerdevan û me çek rakir. Gelek hevalên me hene ku ev 30 sal in cerdevaniyê dikin. Yanî wê heta kîngê wisa berdewam bike? Ne mirov bi kuştinê xelas dibin ne jî ji birçîna dimirin. Ev ne meselaya birçîbûnê ye. Ma dibe ku mirov nanê xwe ji xwîna birayê xwe derxe? Ji sala 1997'an ve min dev ji cerdevaniyê berdaye lê ez ji birçîna nemirîme. Ez nanê xwe ne ji karmendiyê ne jî ji cerdevaniyê derdixim. Ez bi şivaniyê zarokên xwe xwedî dikim. Wijdanê min rehet e ku nanê min ne ji xwîna kesekî ji xwêdana min peyda dibe. Hûn rewşa min dibînin. Bila xaniyê min ne 6 qet be, bila beton nebe bila bi ax be. Birçî bim jî bila serbilind bim. Perê ku ez ê ji xiyanet, xwîna birayê xwe û xapandinê bigirim ji min re ne lezim e. Bila hîç negirim. Em naxwazin zarokên xwe bi bazirganiya xwîna birayên xwe xwedî bikin." 
 
BANGA YEKITIYÊ
 
Sadûn Sezer (42) jî bi awayekî aşkere bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re da û derbarê mijarê de ev tişt got: "Bangewaziya me ji wan kesên ku îro hevalbendiyê bi dewleteke din re dikin û ketine pey birayê xwe; êdî bes e. Êdî bes bibin amûrên van dewletên serwer. Kurdê sor, kesk, spî û kurdê cuda tune ye. Kurd kurd e. Çi kurdê êzidî be, çi kurdê sunî be û çi kurdê elewî be hemû yek in. Dinya alem neyarê kurdan e, kurd bi xwe jî neyarê xwe ne. Banga me li YNK, PDK'ê û hemû hêzên kurd; madem hûn dibêjin, 'em pêşengên vî gelî ne' wê demê li ser maseyekê rûnin û tifaqa xwe ava bikin. Şerm nake û ji bo 4-5 qirûş pere dikeve pey cerdevaniyê. Em di sedsala 21'an de ne hûn dikarin li her qadê kar bikin. Dev ji cerdevaniyê berdin û li dijî birayên xwe çek ranekin. Yê ku cerdevanî nekiriye jî bila dest pê neke."
 

Sernavên din

01/05/2022
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin