MÊRSÎN - Şewata li daristana navçeya Sîlîfkeyê di roja 3’yan de didome. Heta niha hezar û 851 kes hatine tehliyekirin.
Di 13’ê Tebaxê de li çolterê gundên Balandiz û Kirtilê yên navçeya Sîlîfke ya Mêrsînê şewat derket û ji ber bayê di demeke kin de li herêmeke fireh belav bû. Ji ber şewatê,li taxên Kirtil, Balandiz, Îmamuşagi, Çamlica, Işikli û Akdereyê û li pênc mezrayan hezar û 851 kes hatin tehliyekirin. Di şewatê de zirar gihişt 53 xaniyan û personelek û 16 kesên ji şewatê bibandor bûn jî hatin tedawîkirin. Rêya Sîlîfke-Gulnarê dîsa ji trafîkê re hate vekirin.
Li daristana Taxa Korucuk ê navçeya Anamurê jî şewat derket. Ji ber xetereya belavbûna şewatê, Taxa Ovabaşiyê hate valakirin. Ji bo vemirandina şewata li her du navçeyan xebat didomin.
HATAY
Di 13’ê Tebaxê de li navçeya Hassa ya Hatayê jî şewat dest pê kiribû û ev şewat hate vemirandin. Li taxên Yukaribucak û Bademliyê hezar û 115 kes hatibûn tehliyekirin û niha xebatên sarkirinê tên kirin.
Şewata li Sûriyeyê dest pê kirî sînor derbas kir û gihişt navçeya Yayladagi ya Hatayê. Şewat, hate vemirandin.
OSMANIYE
Li çolterê gundê Akçakoyunlu yê navçeya Duzîçî yê Osmaniyeyê jî di 13’ê Tebaxê de şewat derket. Şewat, bi mudaxileya ekîban hate vemirandin.