NAVENDA NÛÇEYAN – Diyanetê di xûtbeya înê de mafê mîrasê ya li gorî Qanûna Medenî wek xwarina mafê ebd pênase kir.
Serokatiya Karê Diyatenê vê hefteyê bi sernavê ‘Mafê ebd wek îşlikê ji agir e’ xutbe da û hat hatin ku ‘Ger zarokên keç heqê ku xweda daye wan razî nebin ev xwarina mafê ebd e.” Tişta ku Diyanet dibêje ‘heqê ku xweda daye’ hiqûqû şerî ya mîrasê ye û li gorî vê divê zarokên kur 2 qat zarokên keç mîrasê bigirin. Li gorî vê ye şerê ji zarokên kur de 2 par û zarokên keç re parek dikeve. Ger tenê keçeke malê hebe zaroka keç nîvê mîrasê digire û nîvê mîrasa din jî digihêje apê zarokê. Ger 2 zarokên keç hebin ji 3’an 2 digihêje her zarokên keç û ji 3’an yek jî digihêje apên zarokan û mîrasgirên din.
Li Tirkiyeyê Qanûna Medenî di meriyetê de ye û li gorî vê qanûnê zarokên keç û kur bi qasî hev mîrasê digirin. Li gorî xala 45’emîn a qanûnê; “Zarok bi qasî hev mîrasê digirin.” Xûtbeya ku vê hefteyê hatiye dayîn li dijî mîrasa wekhev ya jin û mêran derdikeve.