Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye

  • rojane
  • 09:04 30 Nîsan 2022
  • |
img

STENBOL - Li Girtîgeha Bodrûm a Tîpa S'yê girtî Alî Dogan Aktay bi fermana "taybet" a Wezareta Dadê di hucreyekê de tê ragirtin. 

Li Girtîgeha Bolû ya Tîpa S'yê girtî Alî Dogan Aktay, bi fermana "taybet" a Wezareta Dadê bi mehane di hucreyekê de tê ragirtin. Aktay, di sala 2016'an de li navçeya Gimgim a Mûşê di avêtina ser malê de hatiye binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "peydakirina teqemeniyan" hatiye girtin û ew xistine Girtîgeha Mûşê ya Tîpa E'yê. Aktay, 6 mehan di Girtîgeha Mûşê de maye û paşê bêyî hincet ew sewqî Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê kirine. Aktay, tam 5 salan di vê girtîgehê de maye. Lê ji ber tunela di girtîgehê de hatiye dîtin di 2'yê Cotmeha 2021'ê de ew sewqî Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê kirine. 
 
FERMANA 'TAYBET' A WEZARETÊ
 
Ezgî Aktay, xwişka Alî Dogan Aktay, gava diçe girtîgehê ji bo serdanê, li wir pê dihese ku birayê wê bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Aktay, sedema vê ji îdareya girtîgehê pirsiye, lê îdareyê tiştek jê re negotiye. Piştî israr kiriye, vê carê îdare jê re gotiye "me ew bir nexweşxaneyê, lewma bi tena serê xwe di hucreyê de ye." 
 
Ezgî Aktay, bilêv kir ku piştî ku birayê wê israr kiriye îdareya girtîgehê li xwe mikur hatiye û gotiye, "Ev fermana Wezareta Dadê ye." Aktay got: "Ewilî hincetên cuda derpêş dikirin. Paşê em bi rastiyê hesiyand. Birayê min, bi fermana taybet a Wezareta Dadê di hucreyekê de dihêlin." 
 
Aktay, destnîşan kir ku birayê wê bi zorê sewqî Girtîgeha Bolû ta Tîpa S'yê hatiyekirin. Aktay, bilêv kir ku 4 meh in birayê wê di Girtîgeha Bolû ya Tîpa S'yê de ye û got: "Ez heya Girtîgeha Bolû ya Tîpa S'yê çûm. Tiştek negotin. Gotin, 'em nikarint itşekî bibêjin, dê derûnas telefon bikin.' Me israr kir. Em bi vî awayî pê hesiyan. Li wir girtiyên siyasî tune bûn. Xwestine wî têxin nava girtiyên edlî, lê ji ber ku qebûl nekiriye ew xistine hucreyekê." 
 
Aktay, da zanîn ku gava birayê wî bi zorê sewqî Kirikkale, Bolû û Bodrûmê hatiye kirin eşyayên wî yên sereke nedane wî û got: "Niha jî nahêlin pêwendiyê bi derve re deyne. Ne rojnameyê ne jî kovarê didin wî. Nikare bibibe aboneyê tu amûreke pêwendiyê. Her wiha gava em lazmatiyên wî dibin, îdare dibêje 'ev tişt li kantînê hene' û nadin wî. Ev tişt li kantînê pir biha tên firotin. Niha li girtîgeha Tîpa S'yê 9 girtiyên siyasî hene. Lê wan nabin cem hev du. Herî dawî 3 hefte berê çûm girtîgehê. Pê hesiyam ku name û faksên wan jî nagihên cihê xwe. Îdare bi hinceta 'saziyê xirab dikin' name û faksên wan naşîne." 
 
'MALBAT JÎ TÊ CEZAKIRIN'
 
Aktay, destnîşan kir ku niha mafên sohbet û hewadariyê yên birayê wê tên astengkirin û cezayê muebeda giran lê hatiye birîn. Aktay, da zanîn ku ewilî ji ber du "sûcan" 20 sal ceza li birayê wê hatiye birîn, lê Dadgeha Îstinafê ev ceza kêm kiriye, daxistiye 16 salan û ev ceza niha li Dadgeha Bilind e. Aktay, got: "Du zarokên wî hene. Ji ber ku li dûra ye zarokên wî nikarin biçin cem wî. Jixwe armanc jî ev e. Dixwazin malbatê jî ceza bikin. Ji bo wî bitepisînin û bitirsînin wiha dikin." 
 
Aktay got: "Gelo Wezareta Dadê bi fermana 'wê bi tenê bimîne' doza çi dike? Jixwe girtî di şert û mercên giran de dimînin, îja bi ragirtina di hucreyekê de doza çi dikin? Di demên dawî de bêhiqûqî, îşknece pir bûye lig irtîgehan, cenaze ji girtîgehan dertên. Ev tişt me diqilqilînin. Gelê kurd bi salan e bi awayekî belsebeb, neheq û bêhiqûqî tê girtin. Bi cinayetên kiryar nediyar hatr kuştin. Bi hezaran mirov bi hesreta zarokên xwe ne. Hin malbata hene hê jî cenazeyên xwe nedîtine. Gelên cîhanê ji dêvla bibin perçeyek vê lîstika qirêj a li hemberî kurdan, divê li ber wê rabin û dengê xwe bilind bikin." 
 
'KURD LI BER XWE DIDIN'
 
Aktay, diyar kir ku ziman û çanda kurdan tune tê hesibandin, lê dîsa jî kurdan serî netewandiye. Aktay, destnîşan kir ku kurd li dijî "tunekirinê" li ber xwe didin û got: "Gel hemû divê li dijî van polîtîkayên sîstematîk, polîtîkayên tunekirin û înkarkirinê bibin yek." 
 
MA/ Mehmet Aslan
 

Sernavên din

04/05/2022
15:52 Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike
12:48 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 29’an
12:11 Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin
11:58 MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
11:54 Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû
11:47 Li Efrînê serpelek hate kuştin
11:45 Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
10:22 Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê
10:03 Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê
09:44 Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî
09:05 Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin
09:04 5 sal in doza azadiya Ocalan dike
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN
00:51 Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan
03/05/2022
19:29 Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin
18:41 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke
17:10 Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand
16:06 Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:57 Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin
15:29 ‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’
15:11 HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin
14:57 Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin
14:37 MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn