Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e

  • rojane
  • 11:11 15 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Serokê Giştî yê ABF’ê Mûstafa Aslan, diyar kir ku Serokatiya Malacemê û Çandê ya Alevî Bektaşî ku Erdogan ragihand di bingehê de saziyeke girêdayî dewletê ye û wiha got: “Kontrolkirin, rêveberin û arastekirina wî ya elewiyan ji bo me qeyûmeke.”
 
Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, di 7’ê Cotmehê de li Malacemê û Dergahê Sûltanê Şahkûlû, ragihand ku dê di bin banê Wezareta Çand û Tûrîzmê de “Serokatiya Malacemê û Çandê ya Alevî Bektaşî” bê avakirin. Gelek rêxistinên elewiyan weke polîtîkayeke pişavtinê ya nû ya li dijî elewiyan bertek nîşanî vê projeyê dan. 
 
Serokê Giştî yê Federasyona Alevî Bektaşî (ABF) Mûstafa Aslan, têkildarî mijarê ji ajansa me (MA) re axivî. 
 
‘DARBEYA LI DIJÎ MALÊN CEMÊ’
 
Aslan, diyar kir ku daxuyaniya Serokkomarê AKP’î Erdogan a di 7’ê cotmehê de û sererastkirina li dijî malên ceme ne gaveke demokratîk e û destnîşan kir ku darbeyeke li dijî malêncemê ye. Aslan, da zanîn ku sererastkirina qala wê tê kirin vala derxistin û qelskirina têkoşîna demokratîk a birêxistinkirî ya elewî dimeşînin e û wiha got: “Daxwazên me ji aliyê hikumeta heyî, hikumetên berê û hemû partiyên siyasî ve tên zanîn. Destkeftiyên têkoşîna hiqûqî ya li ser van daxwazên demokratîk jî diyar e. Dema ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Şûraya Dewletê û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ên li ser malênceman zelal bin jî, hikumet der heqê wan de tu gavên hiqûqî naavêje û dixwaze hemû sazî û cihên îbadetê yên elewiyan ên li Tirkiyeyê di bin sîwana Wezareta Çand û Tûrîzmê de bi Serokatiya Daîreya Malacemê û Çandê ya Alevî Bektaşî ve girê bide.”
 
‘JI BO ME QEYÛM E’
 
Aslan, diyar kir ku bi guhertina hatiye kirin wê têkildarî rêveberiya malên ceman û îbadetên bên kirin ji aliyê serokatiya daîreyê ve biryar bên dayîn û mudaxile bê kirin û wiha axivî: “Li dijî elewiyan û saziyên wan ên qala laîktî, demokrasiyê û wekheviyê dikin, daîreyeke girêdayî wezaretê û dewletê ku serokkomar behs kir, kontrolkirin, rêveberin û arastekirina wî ya elewiyan ji bo me qeyûmeke.”
 
 
DAXWAZA ELEWIYAN: GAVEKE QANÛNÎ
 
Aslan, têkildarî gotina serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya “Malêncemê îbadetxane ne” jî bi lêv kir ku daxwaza elewiyan a di vê mijarê de gaveke qanûnî ye. Aslan, anî ziman ku elewîtî daxwaza welatîbûna wekhev dike û felsefeyeke xwe heye, dewlet ji bo van daxwazan çareseriyekê pêşkeş nake û wiha got: “Heke Bahçelî di gotinên xwe de samîmî be, eger bibêje, 'Me jî tevkarî li komkujî, zilm, înkar, qirkirin, asîmîlasyon, polîtîkayên neteweperest, yek aqil, înkarker ên li dijî elewiyan kir, me şaşitî kir, divê em ji vê şaşitiyê vegerin’ yekane tişta ku ew ê bike ew e ku bi hevkarê xwe yê mezin re bike ku elewî ne girêdayî wezaret, miduriyet an jî meqamekê ne û gaveke hiqûqî biavêjin.”
 
 
‘KESÊN DUH ÎNKAR KIRIN ÎRO BÛN KESÊN HEZ DIKIN’
 
Aslan, bi bîr xist ku gotinên li dijî elewiyan di serdemên hilbijartinê de tên rojevê û wiha berdewam kir: “Kesên ku heta ku li dijî elewiyan polîtîkayên pişavtinê pêk dianîn, elewî înkar dikirin, tune dihesibandin û bûn sedemên komkujiyan îro bûn kesên ji elewiyan hez dikin. Heke hûn dixwazin li vî welatî her kes bi bawerî, ziman, reng û gotina xwe bi hev re bijî makeqanûneke laîk, demokratîk, wekhev ku her kes xwe tê de bibîne çêbikin.”
 
‘HEWL DIDIN BÊJIN EM WE WEKE BAWERIYEKÊ NABÎNIN’
 
Aslan, diyar kir ku AKP û hişmendiya wê bi vê gavê nasnameya baweriyê ya elewiyan jinûve tune dihesibîne û wiha got: “Saziyên elewiyan dibêjin ol nabine tiştên ji aliyê dewletê ve bên rêvebirin û araste kirin, ji bo xweserbûna ol divê dewlet destê xwe jê bikişîne û divê Serokatiya Karên Diyanetê bê betalkirin. Serokkomar bi vê gavê dibêje ‘Em nahêlin dest bidin diyanete, diyanet xeta me ya sor e û em we qet weke baweriyekê nabînin’.” Aslan, bi lêv kir ku elewî dê bi nasnameya xwe her tim hebin û wiha pê de çû: “Hûn malên cemê weke îbadetê nebînin jî malên cemê îbadetxaneyên me ne. Em ê têkoşîna xwe ya bawerî, çand, felsefe mezin bikin û bidomînin.”
 
‘EM Ê VÊ GAVÊ VALA DERXÎNIN’
 
Aslan, bang li elewiyan û raya giştî ya demokratîk kir û wiha got: “Yekane rêya xerakirina van lîstikan heye. Ji avakirina welatekî laîk, demokratîk û wekhev û têkoşîneke bi hev re zêdetir çareyeke me nîne. Ji bo em vê gava serokkomar vala derxînin jî em ê zêdetir têbikoşin û xwe birêxistin bikin. Em ê xwe bigihînin gundên elewiyan û saziyên elewiyan ku heta niha me nekarîne xwe bigihînin wan û ji bo vala derxistina vê pêvajoyê çi ji destê me bê em ê bikin.”
 

Sernavên din

18/10/2022
15:05 Tirkiyeyê li Başûr di rojekê de 14 caran çekên kîmyewî bi kar anîn
14:57 CHP xala 29’an dibe AYM’ê
14:53 Li Egeyê erdhej çêbû
14:45 Buldan: Erdogan di nava 24 saetan de zîhniyeta xwe nîşan da
14:34 Sporvana îranî ku agahî jê nedihat girtin daxuyanî da
13:55 KON-MED’ê bang li gelê kurd kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dakevin qadan
13:51 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
13:26 ÎHD: Bila berpirsiyarên karesatê yên rasteqîn bên darizandin
13:14 Emîne Şenyaşar: Ez li benda biryara îstînafê me
13:05 KODAR’ê banga avakirina ‘meclisên bajaran ên xweser’ li çalakvanan kir
12:41 Zarokê ku wesayîta polîsan lê dabû emeliyat bû
12:41 Dadgehê proje betal kiribû lê qeyûm îhaleya hilweşandinê derxist
12:33 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji doza zarokên xwe bernedin
12:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:21 Alayên AKP’ê li bin posterên Erdogan ên derqanûnî hatin daliqandin!
12:18 Nasnameyên HPG’iyên di êrişa kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:52 Cenazeyên Urper û Hisên ev 22 roj in li ATK’ê tên sekinandin
11:44 Agahî ji sporvana îranî ku serqot beşdarî pêşbaziyê bûbû nayê wergirtin
11:42 Li girtîgeha ji bo danişînê anînê hate derbkirin û tacîzkirin
11:17 YE'yê ji ber rola wan a di êrişan de mieyîde li ‘polîsên exlaqê’ û rayedarên Îranê ferz kir
11:04 Du lawên wî ketine nava tora tiryakê: Dewlet fıroşkarên tiryakê nagire
10:30 Xelîl: Bicihkirina HTŞ'ê ya li Efrînê ji bo lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re ye
10:07 Erdogan ‘Qanûna Sansurê’ pejirand
09:30 Rojnameger Boltan: Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin
09:18 Li Xarpêtê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
09:01 Encumena HDP'î kirine endama AKP'ê!
09:00 'Em ê mafê çêkirina nûçeyan ê rojnamevanan biparêzin'
09:00 Ferît Şenyaşar: Divê Yildizê AKP'î wekî bersûc bê darizandin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:42 Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan
17/10/2022
17:39 Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab bûye
16:53 Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin
16:48 ÎHD: Divê Leyla Guven were berdan
16:43 Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin hat rawestandin
16:37 Li Nîjeryayê lehî rabûn: 600 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:30 Berxwedana li girtîgehên Îranê belav dibe
16:29 Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye
16:14 DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne
16:10 Nagihan Akarsel li Amedê hat bibîranîn
16:01 Karesata madenê hat protestokirin: Ne qeder lê komkujî ye
15:50 Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
16:32 Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn
16:17 Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin