AMED – Hevberdevkên Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Sûrê bi rojnamevanan re civiyan û bal kişandin ser yekitiya di navbera Kurdan de û gotin: “Yekitiya Kurdan dê teşe bide sedsala nû.”
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Demokratîk” de li navçeya Sûr a Amedê li kafeyekî bi rojnamevanan re civiya. Partiyên siyasî û saziyên civakî yên li bajêr jî beşdarî civînê bûn.
‘YEKITIYÊ TEŞE BIDE SEDSALA NÛ’
Hevberdevkê Însiyatîfê Mehmet Kamaç, bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û êrişên li Sûriyeyê li dijî civaka Elewî û ya Durzan şermezar kir. Kamaç ev tişt got: “Li pêşiya Kurdan pêvajoyeke girîng heye. Her wekî ku Cegerxwîn jî gotiye ‘ger em nebin yek, em ê herin yek bi yek’. Divê Kurd yekitiya xwe ava bikin û destkeftiyên xwe biparêzin. Yekitiya Kurdan dê teşe bide sedsala nû. Em wek însiyatîf dixwazin di têkoşîna gelê Kurdan de roleke girîng bilîzin. Ji ber vê yekê li 4 parçeyên Kurdistanê çi bikeve ser milê me em ê bi cih bînin.”
KONFERANSÊN BAZÎD Û MÊRDÎNÊ
Kamaç, destnîşan kir ku dê ji bo yekitiya Kurdan konferansan li dar bixin û wiha pê de çû: “Di rojên pêşiya me de em ê li Mêrdîn û li Bazîdê konferansê li dar bixin û diyariyê Ehmedê Xanî bikin. Her du cih di warî dîrokî de pir girîng in. Em ê di van konferansan de yekitiyê, têkoşînê û geşedanên pêvajoyê gotûbêj bikin.”
‘KURDAN JI BO CÎHANÊ MODELEKE MÎNAK PÊŞKÊŞ KIR’
Hevberdevaka Însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, diyar kir ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya dîrokî ve ji bo cîhanê modela sîstemeke mînak pêşkeş kirî. Herwiha Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di mercên tecrîda giran de pêvajoyeke nû avakiriye û ev tişt got: “Pêvajoyeke demokratîk û aştiyane heye. Rêzdar Ocalan û PKK’ê berpirsiyariya xwe bi cih anîn, divê dewlet jî gav biavêje. Divê hemû bawerî, nasname, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî di nava komîsyona Meclisê de cih bigirin.”