Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dikeve sala 3’yan

img
RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar 2 salan li pey xwe dihêle. Parêzera malbatê Ayşe Şehrîban Demîrel bang li her kesî kir ku ji bo têkoşîna neheqiya heyî xwedî li Nobeta Edaletê derkevin. 
 
Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê 2 salan li pey xwe dihêle. 
 
Ji ber ku têkildarî komkujiya li kargehê dest pê kirî û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê domiya de lêpirsîneke baş nehate kirin, malbatê dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Çalakiya Emîne û Ferît Şenyaşar bênavber didome. 
 
Parêzera Malbata Şenyaşar û endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel da zanîn ku di lêpirsînên têkildarî komkujiyan heta niha tu pêşketin çênebûne û dê têkoşîna wan a hiqûqê bidome. 
 
Demîrel, diyar kir ku êrişkar nehatin cezakirin lewma malbatê dest bi Nobeta Edaletê kir û wiha domand: “Nobet, ji ewil li pêşiya avahiya AKP’a Rihayê dest pê kir. Lê belê li dijî malbatê êriş çêbûn û hatin binçavkirin. Lewma li pêşiya Edliyeya Rihayê domandin. Malbata Şenyaşar, ev du sal in tevî sermayê, germiyê, berf û baranan jî nobeta xwe digire. Armanca nobetê ew e ku berpirsyarên komkujiyê bên darizandin. Êdî ev têkoşîna malbatê veguheriye têkoşîna gel. Di tevahiya nobetê de rastî tacîz û tundiya darazê hatin. Di 9’ê adarê de Nobeta Edaletê salekê li pey xwe dihêle. Di van 2 salan de Emîne Şenyaşar rastî gelek derhiqûqiyan hat. Mafên wê yên civîn, xwepêşandan û xweîfadekirinê hatin xespkirin, derheqê wê de gelek lêpirsîn û teqîbat hatin destpêkirin. Bi hinceta ‘heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz û Suleyman Soylu kiriye’ gelek doz lê hatin vekirin. Gelek caran îfadeyên wê hatin girtin û bangî dadgehê kirin. Xwestin rê li ber têkoşîna wê bigirin. Lê ev tundiya darazê negihişt armanca xwe. Malbata Şenyaşar, bû sembola edaleta Tirkiyeyê.” 
 
BINÇAVKIRINÊN RIYALΠ
 
Bi domdarî Demîrel got ku heke Tirkiye dewleteke hiqûqê be, divê encameke şênber ji têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar derkeve û wiha pê de çû: “Nobeta Edaletê zextê li ser dosyayan dike. Her çend ku 4 sal piştre be jî, kir ku doz were vekirin. Di vê çarçoveyê de çendek binçavkirinên riyalî çêbûn. Ev nayê wê wateyê ku dewleta hiqûqê ye. Em di danişîna ewil a nexweşxaneyê de bûne şahidên vê rastiyê. Miameleya bersûcan li malbatê hate kirin. Delîlên di dosyayê de hatine tunekirin. Îdiayên ku dîmenên kamerayên nexweşxaneyê hatine dizîn, ji bo guhdarîkirina şahidan lêpirsîneke baş nehat kirin, hinek bersûcan jî firar kirine. Di esasê xwe de ev doz ji bo malbat dev ji têkoşîna edaletê berde, dozeke riyalî ye. Weke parêzerên malbatê û parastvanên mafên mirovan, heta di vê dosyayê de edalet bi cih tê jî em ê bi malbatê re têbikoşin.” 
 
BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ 
 
Demîrel, herî dawî ev bang kir: “Têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar, têkoşîna me tevan a edaletê ye. Dema edalet ji bo malbatê hat, dê ji bo her kesî were. Ev têkoşîn li dijî hemû derhiqûqiyên li Tirkiyeyê tê kirin. Malbat, ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re çû herêmên erdhejê. Nobeta Edaletê niha jî didome. Dema em li van bêhiqûqiyan û karesata erdhejê dinêrin, dibînin bê ka edalet di çi halî de ye. Me dît ku ya di bin kavilan de mayî, edalet e. Ji bo ku ji bêhiqûqiyan re bibêjin ‘êdî bes e’, ji bo têkoşîna li dijî van bêhiqûqiyan, banga min li her kesî ew e ku di 9’ê adarê de xwedî li Nobeta Edaletê derkevin û tev li têkoşînê bibin.” 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
18:13 Ciwanan li Cizîrê agirê Newrozê vêxist
17:37 Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî
17:25 Li Nisêbînê qurbaniyên Newroza 1992’yan hatin bibîranîn
17:11 Amedsporê li deplasmanê 3 pûan wergirtin
16:28 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 96’an
16:20 Cizîr ji bo Newrozê amade ye
16:12 Cem Yagci ku li Sîncanê tê ragirtin: Ewlehiya canê me nîne
15:55 TJA’yê ji bo Gokkan daxuyanî da: Em derhiqûqiyên li dijî berxwedêran qebûl nakin
15:40 Newroza Agirî: Çareserî Rêya Seyêmîn e
14:41 'Gel wê di hilbijartinê de hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’
14:34 Newroza Qereyaziyê bi coş hate pîrozkirin
13:50 Li Qoserê 35 kes hatin berdan
13:49 Xelkê Colemêrgê navnîşana çareseriyê nîşan da: Îmrali
13:48 Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn
13:30 Li warê Mazlûm Dogan li Depê agirê Newrozê hat pêxistin
13:23 Li Milazgirê coşa Newrozê: Divê yekitiya neteweyî çêbibe
13:08 Qada Newrozê ya Amedê ji bo sed hezaran kes amade ye
12:32 Newroza Qersê: Li dijî tecrîdê êdî tehemûla me nema ye
12:14 Hevserokê HDP’a Bursayê hate berdan
12:13 Li Stenbolê 224 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:07 Kiliçdaroglû: Cihê çareserkirina pirsgirêka kurd Meclis e
Buldan û Sancar: Em li gel çareserkirina pirsgirêkan li Meclisê ne
11:52 Di Newroza Milazgirê de ‘berxwedana zindanan’ hate silavkirin
11:36 Cenazeyê Tekdal a bi lehiyê re çûbû hat dîtin
11:35 Xelkê Qersê ji bo vêxistina agirê Newrozê kom bû
11:34 Li qûntara Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
11:26 Malbata Şenyaşar: Yên ku di hilbijartinê de qala edaletê nekin dê têk biçin
11:16 Xelkê Agiriyê diherike qada Newrozê
11:11 Kiliçdaroglû dê îro biçe serdana HDP’ê
11:06 Bi hezaran kes li Qereyaziyê diherike qada Newrozê
10:53 Li 7 bajaran agirê Newrozê hate vêxistin | ZINDÎ
10:09 Gelê Amedê ji Newrozê re amade ye: Em ê di Newrozê de starta hilbijartinê bidin
10:07 Hevserokê HDP’a Bûrsayê hat binçavkirin
09:33 Ji KNK’ê peyama Newrozê: Divê em yekitiya xwe xurt bikin û îsal bikin sala azadiyê
09:05 'Divê qanûnên ji bo sûcên li bajêr bên çêkirin û berpirsyar bên darizandin'
09:04 Tembûrvanê Koma Çiya: Kurdan qedexeya Newrozê, li welatê xwe qedexe kir
09:02 Fînala Newrozê sibê ye: Ji bo Ocalan, Kurdistan û Rojhilata Navîn girîng e
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2023'YAN
19/03/2023
23:22 Ciwanan li Hewagê Newrozê pîroz kirin
22:19 Li Qoserê piranî jê zarok 35 kes hatin binçavkirin
21:29 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:47 Li Enqereyê li qada Newrozê hêrs û berxwedana gelan
19:36 Newrozê tamul nekirin: 200 kes hatin binçavkirin!
19:26 Li Yenîkapiyê bi sedhezaran kesî bi yek dengî got 'azadî ji bo Ocalan'
18:59 Li Sîlopiyayê birûsk li santrala termîkê ket
18:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Nîsanê eşkere kir
18:18 Li Marmarayê gelan bi hev re Newrozê pîroz kir
17:18 Onder bang li îzmîriyan kir: Bawerim ku Ocalan niha we temaşe dike
17:16 Li Êlihê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan