WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tevî bertekan jî 30 neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku 30 neguhêzbarên aydê şaredariyê daye ber firotinê. Biryarên firotina neguhêzbarên şaredariyê di demên berê de jî hem li herêmê hem jî li welat bûbû rojev lê qeyûm dîsa jî dev ji van biryaran bernade. Têkildarî firotina 30 neguhêzbaran li ser malpera înternetê ya şaredariyê agahî hatin parvekirin û hate gotin ku dê ev neguhêzbar di 18’ê Hezîranê de bên firotin. 30 neguhêzbar ku ji avahî, ersayên bazirganî û sotemeniyê yên ji îmarê re vekirî yên li Taxa Eskîcamî û Yenîcamî yên navçeya Artemêtanê pêk tê, dê bi bihayeke di navbera 4 milyon TL heta 19 milyon TL’an bên firotin.
Qada behsa xeberê bi giştî 205 hezar metrekare ye û vê biryara qeyûm rê li ber bertekan vekir.