‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'

  • rojane
  • 09:51 15 Îlon 2023
  • |
img
RIHA - Serokê Meclisa Firatê yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Ferhan Hec Îsa ku di berxwedana dîrokî ya Kobanê de cih girtiye, got: "Banga seferberiyê ya Rêber Apo Kobanê rizgar kir." 
 
Şerê Sûriyeyê yê navxweyî di sala 2011'an de dest pê kir. Piştî vî şerî DAIŞ'ê ku ji El-Qaîdeyê pêkhatî, di serî de Reqa gelek bajar bi dest xistin. DAIŞ, di 15'ê îlona 2014'an de jî berê xwe da bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. DAIŞ ku ji sê aliyan ve êriş bir ser KObanê, li vir rastî berxwedaneke dîrokî ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ). Berxwedana li gundan a bi çekên ferdî, di demeke kin de li seranserê bajêr belav bû. Ev berxwedana ku bi pêşengiya YPG-YPJ mal bi mal, kuçe bi kuçe û tax bi tax mezin bû, di serî de li seranserê Kurdistanê û bi giştî jî li cîhanê deng veda. Ev berxwedana ku ji heft saliyan heta heftê saliyan her kesî tê de cih girt bi ser ket û di heman demê de bû dawiya DAIŞê ku li hemberî mirovahiyê sûcên mezin kiriye. 
 
Serokê Meclisa Firatê yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Ferhan Hec Îsa, berxwedana 134 rojan a li Kobanê û êrişên Tirkiyeyê nirxandin. 
 
‘HÊVIYA GELAN HEDEF HAT GIRTIN'
 
Îsa anî ziman ku beriya DAIŞ'ê, Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO), Cebhet El Nusra û DAIŞ êrişî Efrîn, Kobanê û Cizîrê kirine, lê bi ser neketine. Îsa got: "Ji gelek eniyan ve êriş dikirin. Lê dîsa jî têk çûn. Çeteyên ku hêz ji gelek dewletan digirtin, gelek caran xwestin bajarê me yê bedew Kobanê dorpêç bikin. Ya ku li Kobanê hedef hat girtin, vîna jiyana azad a bi hev re bû. Kobanê ji bo hemû pirsgirêkên li herêmê hêvî bû. Ev hêvî ji aliyê çeteyan ve hedef hat girtin. Gava dîtin bi dorpêçkirinê nikarin tiştekî bi dest bixin, vê carê hêza tarî DAIŞ bi çekên giran hat xmeilandin û ew dan der. Bajarên wekî MÛsilê di çend saetan de hat bidestxistinç DAIŞ projeyek bû û ji bo ev proje bi ser bikeve diviyabû Kobanê bihata dagirkirin. Lê belê gelê Kobanê, jin û ciwanên he rçar perçeyên Kurdistanê, enternasyonalîst li ber xwe dan û rê nedan tiştekî wiha." 
 
‘TILÎLIYAN DENGÊ BOMBEYAN TEPISAND'
 
Îsa destnîşan kir ku piştî êriş dest pê kirin hemû gel bi hev re mil bi mil li ber xwe dan û wiha pê de çû: "Gelê Kobanê mil dan milê hev û gotin 'em ê bajarê xwe teslîmî tarîtiyê nekin.' Bedêla vê biryarê çi dibû bila bûbûna, ji bo pêkan,na vê bûn xelek. Di vê çaçroveyê de hemû xebat û amadekarî hatin kirin. Dagirkirina Kobanê dihat wateya ku hemû herêm radestî tarîtiyê bê kirin. Lewma barê berxwedêrn Kobanê giran bû. Bi vê bargiraniyê biryar hatin girtin. Gava DAIŞ nêzî bajêr bû, rêveberên kantonê jî çek hilgirtin û beşdarî berxwedanê bûn. Car hebû mesafeya di navbera berxwedêran û DAIŞiyan de çend metre bûn. Pevçûnên gelekî mezin çêbûn. DAIŞ bi çekên giran êriş dikir û gelek dewletan piştgiriya wan dikir. Lê vîna me ji hemû çekan bihêztir bû. Tilîliyên şervanên jin, dengê hemû çek û bombeyan ditepisand." 
 
‘PIŞTÎ BANGAWAZIYÊ KURD BÛN YEKDENG'
 
Îsa bilêv kir ku di 134 rojên berxwedana Kobanê de tu şervan reşbîn nebûne û got ku berxwedêr ji kesên li wî aliyê sînor, ên li Pirsûsê nobed digirtin hêz girtine. Îsa destnîşan kir ku berxwedanên li Kurdistanê ji bo berxwedêrên Kobanê dibûn moral. Îsa peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo Kobanê bi bîr xist ku gotibû "Ketina Kobanê, ketina hemû Kurdistanê ye. Divê her kes li gor vê rastiyê tevbigere" û got ku piştî vê peyamê ji her çar parçeyên Kurdistanê kurd berê xwe dane Kobanê. Îsa wiha domand: "Piştî bangawaziyê kurd, di şexsê Kobanê de, ji bo xwedîderketina li kurdbûyîn û Kurdistanê bûn yekdeng. Banga Rêberê Apo li Kobanê hêviyê geş kir. Piştî bangawaziyê bi sedan ciwan sînor derbas kirin û hatin Kobanê." 
 
‘CIWANAN SÎNOR JI HOLÊ RAKIRIN'
 
Îsa bi lêv kir ku ciwanên ku bi bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin Kobanê bersiva herî xurt dan gotinên Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku gotibû "Kobanê ha ket ha ket" û ev tişt gotin: "Ciwanên hatin Kobanê, peyama 'dê Kobanê nekeve' bi zelalî dan. Ev, dê tu carî neyê jibîrkirin. Bi sedan ciwan sînoran ji holê rakirin, sînor bêwate bûn. Ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê hatin, bi berxwedanê li kuçeyên Kobanê şehîd ketin. Li cîhanê hevşibê YPJ'ê tune ye. Li gelek ciwan jin di şer de cih girtin, lê tu carî bi yekîneyên xwe cih negirtin. Jin li ser tangan bi tilîliyan meşiyan. Hê jî ew tilîlî di guhên me de olan didin. Dê tu carî neyê jibîrkirin. Tiştekî ku heya ez sax bim ez ê jibîr nekim jî ev e; hevaleke jin ji lingê xwe birîndar bû. Derfetên me yên em xwînê bidin sekinandin tune bû. Ji ber ku li deriyê sînor demeke dirêj hat sekinandin, hevala me di nava destê me de jiyana xwe ji dest da." 
 
‘TIRKIYE TOLA DAIŞÊ DISTÎNE'
 
Îsa destnîşan kir ku DAIŞ li Kobanê negihîştiye armanca xwe û got ku lê Tirkiye bi êrişên xwe yên li ser herêmê tola DAIŞ'ê distîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo têkiliya di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de gelek belge hene. Jixwe êdî înkar jî nakin. Bi hev re êriş kirin û hê jî bi hev re tevdigerin. Jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gav bi gav hat avakirin, ji bo netewe-delwetên herêmê tehdîd e. Neteweya Demokratîk wekî gefekê dibînin. Serî li her tiştî dan, lê negihiştin armanca xwe. Niha jî gelên ereb sor dikin û wer difikirin ku dê bi vê bigihêjin armanca xwe. Tiştên çend roj berê li Dêra Zorê, Minbic, Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir û Zirganê qewimîn, di vê çarçoveyê de hatibûn plankirin. Lê belê gelê herêmê berbayî van lîstikan neket û li cem QSD'ê cih girtin. Di bin navê eşîran de çete bi kar anîn. Lê çi dikin bila bikin, em ê bi ruhê Kobanê li ber xwe bidin. Tu dorpêç û zext nikarin me ji vê jiyana nû dûr bixin. Em ê bi ser bikevin, dê gel bi ser bikevin. Em ê bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk bi hev re li vê axê bijîn." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

07/10/2023
15:54 Girtiyê nexweş Tanboga tenê dikare mama bixwe
15:53 Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin
15:37 Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin
15:29 Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
14:55 Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin
14:47 Berpirsê qetlîama Malbata Şenyaşar dîsa bû endamê MKYK’a AKP’ê
14:35 Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin
14:27 Li Dîlokê jinek hate binçavkirin
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e
09:13 Bi kevirê di destê xwe de li dijî peymana 9’ê Cotmehê bû mertal
09:12 Rojnamevan Kalkan: Di çapemeniya kurd de nêrîna jinan bi Gûrbetellî dest pê kir
09:11 Dê aştîxwaz û azadîxwaz di 8'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin
09:09 ‘Tecrîdê welat di nava tarîtiyê de fetisandiye'
09:07 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê sûc e
09:04 Der barê Waliyê Hatayê de îdiayek cidî: Mal û milkên we û jinên we helal in
09:02 Omer Ocalan: Ji bo Destûra Bingehîn bê guherandin divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'YAN
06/10/2023
23:59 Balafirên şer Kobanê bombeberan kirin
23:38 Rojnamevan Kanbal hat berdan
22:33 'Li dijî tecrîdê Meşa Azadiyê'
20:18 Dê li Qibrisê Konferansa Modernîteya Demokratîk bê lidarxistin
20:15 Li Rojava bi hezaran kes li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan
18:03 Fadil Şenyaşar nehat berdan
17:02 Bi îdiaya ‘hedef nîşandanê’ doz li rojnamevan Arslan vekirin
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
14:46 Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin
14:29 Partiya Çepên Kesk: Desthilatdariya AKP'ê sûcê şer dike
14:21 Li Silopiyayê wesayita leşkerî ya zirxî li moto kuryeyekî xist
14:04 Li herêma Cizîrê îstasyona ceyranê hate bombebarankirin
13:47 Prof. Dr. Aktar: Polîtîka û êrişên li dijî kurdan konsesusek sedsalî ye
13:14 Kesa ku Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kir diyar bû
12:52 Polîsan kelûpelên parlamenter Nejla Demîr desteser kirin
12:37 Di êrişan de 40 herêm hedef hatin girtin
12:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:09 Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin
12:07 Bîlançoya 5 rojan: Herî kêm 246 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
11:33 Di êrişa li dijî Akamediya Leşkeriyê ya Humusê de hejmara miriyan zêde dibin
10:58 Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
10:57 Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin
10:53 Nûnerê Taybet ê NY'yê yê Sûriyeyê: Divê dawî li êrişên li ser Rojava bê anîn
10:45 Sever: Dem dema azadiya Ocalan e
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin