Li malbata penaberê winda geriyan: Di destê îstîxbaratê de ye, pereyan bidin bila vegere malê

  • rojane
  • 09:43 26 Cotmeh 2023
  • |
img

MÊRDÎN - Penaberê bi navê Îsam Haciaramadan 13 roj berê li Qoserê hate binçavkirin û tu agahî jê nayên girtin. Malbata Haciramadan got ku kesek li xizmên wan geriyaye û jê re gotiye “Di destê îstîxbaratê de ye” û ji wan fîdye xwestiye. 

 
Penaberê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îsam Haciramadan di encama serdegirtinên malan ên di 14’ê cotmehê de li navçeya Qoser a Mêrdînê hate binçavkirin û 13 roj in tu agahî jê nayên girtin. Piştî binçavkirinê, ji malbata Haciramadan re hate gotin ku şandine “Navenda Paşveşandinê ya Rihayê (GGM).” Lê belê GGM’a Rihayê ji parêzerên malbatê re got ku radestî wan nehatiye kirin. 
 
MALBAT BIFIKAR E
 
Hevjîna Haciramadan, Necbîr Haciramadan diyar kir ku tevî hemû hewldanên wan jî tu encam bi dest nexistine. Haciramadan, wiha domand: “Em hem Mêrdînê hem jî li Rihayê lê geriyan. Parêzer digere lê em çi encaman bi dest naxin. Em biçin ku derê ji me re dibêjin; ‘li vir nîne. Em dixwazin cihê wî hîn bibin. Di dema binçavkirinê de polîsan gotin dê bibin qereqolê. Lê dema em çûn qereqolê, em hîn bûn ku li wir nîne. Gotin, birine Mêrdînê û em çûn wê derê. Li wir jî gotin li vir nîne. Em dixwazin cihê wî hîn bibin û pê re biaxivin. Ev 10 sal in em li vir in. Tu pirsgirêka me bi tu kesekî re nîne.” 
 
ÎDIAYA ‘DI DESTÊ ÎSTÎXBARATÊ DE YE’
 
Birayê Îsam Haciramadan, Suleyman Haciramadan jî destnîşan kir ku birayê wî 10 sal in li Qoserê dijî û ev tişt anî ziman: “Jixwe re kargehek vekiriye û bi wê mijûl e. Wesayîta xwe firot, amûrên li kargeha xwe vala dikir û dixwest vegere Dirbêsiyê. Lê di 14’ê cotmehê de hate binçavkirin û tu agahî jê nayên girtin. Gumanên me hene ku kekê min di destê îstîxbaratê de be. Hinek kesên ku em nas nakin, li malbata jinbiraya min geriyane. Jê re gotine ku li Mêrdînê di destê îstîxbaratê de ye, dikarin ji wir derxînin, ji bo vê pêdivî bi gelek pereyan heye, heke pere were dayîn dê bikarin bînin malê. Gotine ku teqez li Mêrdînê di destê îstîxbaratê de ye. Lê di destê kekê min de tenê wesayîta wî û tiştên wî yên di kargehê de hene. Heta ku wan jî nefiroşe, tu pereyê wî nîne bide kesekî.” 
 
TÊKILDARÎ BÛYERÊ 
 
Piştî çalakiya li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ya di 1’ê cotmehê de, di 3’yê cotmehê de li Amed, Dîlok, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Mêrsîn, Denîzlî, Konya, Kayserî, Isparta, Balikesîr, Stenbol, Antalya, Edene, Bursa, Kocaelî û Amasyayê 55 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Yek ji kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû binçavkirin jî Îsam Haciramadan bû. 
 
Ji binçavkiriyan 4 jê piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan û 51 kes jî di 6’ê cotmehê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji van kesan 32 jê piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan û 19 jê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, ji 19 kesan ji bo 18’an biryara girtinê da. 
 
Haciramadan û 35 kesên din ên hatin berdan, şandin GGM’a Rihayê. Her 35 kes jî bêyî daxwaza wan, di 9’ê cotmehê de hatin dersînorkirin. Piştre derket holê ku bi darê zorê formên “Vegera bi Dilxwazî” bi penaberan dane îmzekirin. 
 
Îsam Ramadan (44) ku ji Dirbêsiye ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, hate dersînorkirin. Haciramadan, di 11’ê cotmehê de dîsa sînor derbas kir û vegeriya cem malbata xwe ya li Qoserê. Di 14’ê cotmehê de dîsa bi ser mala wî de hate girtin û hate binçavkirin. Haciramadan birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê û jê re hate gotin ku şandina GGM’a Rihayê. Lê GGM’ê got ku radestî wan nehatiye kirin. 
 
Ji roja binçavkirinê heta niha tu agahî ji Haciramadan nayên girtin. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

05/11/2023
14:42 Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse
14:15 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin
14:03 Belgeya helwestê ya DBP’ê: Seferberiya xwebirêxistinkirinê hate destpêkirin
13:48 Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye
13:34 TJA li Îzmîrê bi jinan re civiya
13:15 Girtiyên siyasî kongre silav kirin û gotin: Xwediyê fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e
13:03 Akdag: ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana jinan e
12:51 Kesên ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê hatin pêşniyarkirin diyar bûn
12:43 Dê di 18’ê mijarê de ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bê destpêkirin
12:32 Bayindir: Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî
12:17 Aydenîz: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin
12:08 Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a El-Megaziyê kir: Herî kêm 51 kes hatin qetilkirin
11:48 Navên tirkî li gund û meydanên Efrînê hatin kirin
11:35 12 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:14 Konferansa DBP’ê bi coşeke mezin dest pê kir
11:08 Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re em naxwazin PDK li Mexmûrê be
10:42 Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin
10:40 Hejmara 36’an a Kovara Jinê derçû
10:39 Bi hezaran kes herikîn konferans DBP’ê
10:39 Doza 22 jinên tên darizandin dest pê dike
09:59 Di lêpirsîna Kader Ortakaya de ev 9 sal in tu pêşketin nînin
09:14 Unsal: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê aştî çêbibe
09:10 Bi demsala zivistanê re liv û tevgera li Sûka Sobefiroşan zêde bû
09:09 'Divê qanûna sansurê bê betalkirin'
09:08 Sûcên li hemberî zarokan: Ji ber terîqetan em nikarin pêwendiyê bi malbatan re deynin
09:07 Şaredarê derbasî AKP'ê bû şaredarî di nava deynan de hiştiye
09:06 Lêpirsîna der barê strana kurdî de bi biryara 'neşopandinê' bi dawî bû
09:03 Aktîvîsta TJA'yê ji ber qeyda dengê ku ne aîdê wê ye ev du sal in girtî ye!
09:03 'Simîda Diaxive': Êdî kes nikare simîdan jî bikire
09:01 Kanîwar: Werin tev li kelecan û kêfxweşiya konsera me bibin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2023’YAN
07:49 Seroke Giştî yê CHP’ê yê nû bû Ozgur Ozel
04/11/2023
19:50 Amîda: Cegerxwîn temsîlkariya serhildêriyê ye
16:33 Di kongreyên Egîtîm Senê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî
16:31 Berrîn Sari ya berdana wê du caran hate taloqkirin ji girtîgehê derket
16:13 Li Qoserê qeyûm hate şermezarkirin: Gel dê di 31’ê Adarê de hesab bipirse
15:51 Aqûbeta kesên beriya 28 salan li Kerboranê hatin windakirin hate pirsîn
15:16 Ji girtiyê nexweş banga ‘lezgîn a çareseriyê’
14:53 Keskîn: Divê muxalefet nîqaşa ‘em çiqasî dişibin dewletê’ bike
14:49 Li aqûbeta Çakici û Boran hat pirsîn
14:22 Leşkerên Îranê kolberan gulebaran kirin: 5 kolber birîndar bûn
14:18 Rêveberên DBP’ê xelkê Amedê vexwendin konfaransa xwe
12:46 Dayikên Şemiyê dest ji Qada Galatasarayê bernadin
11:37 DMMO’yê ji bo endama xwe ya girtî bang kir
11:24 Bakirhan: Rojên ku em ê aktorên 4’ê Mijdarê bişînin nêzîk in
11:18 Endamê CPT’ê Restellînî ku 3 caran serdana Îmraliyê kir: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe
10:56 Stranên guhdarkirin weke delîlên 'sûc' hatin hesibandin
10:40 Huda Kaya: Ne ez reviyam, dozgerî bi hefteyan ji min reviya
10:06 Li Wanê dema çinîna kartolan dest pê kir
10:05 Di 6 pirsan de biryara Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ya ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Ji ber 'qedexeyan' û 'bihabûnê' sewalvanî li ber qedandinê ye
09:04 Bîrdal: Ger dilê wan û sedsaleke demokratîk hebe, pêşî divê dawî li tecrîdê bînin
09:03 Di 14 saliya xwe de bû şahidê qetlîamê: Ji wê rojê ve helbestan dinivisîne
09:02 Li girtîgehên Êlihê binpêkirinên mafan zêde dibin
09:01 Pêşî xera kir, dû re bi heman hincetê ceza erê kir
09:00 Dikandarên Bazara Penîr a Baglarê: Ji bo çareseriyê divê desthilat bê guhertin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2023'YAN
03/11/2023
23:03 Li Lûzernê çalakiya xeleka ji mirovan a bi daxwaza 'azadî ji bo Abdullah Ocalan'
22:01 Eleqeyeke zêde ji bo lîstika 'Strîp Tease' ya bi kirmanckî
17:43 Konferansa Ciwanan a Cîhanê diyarî Abdullah Ocalan hat kirin
17:00 Xeta ava vexwarinê ya Şirnexê teqiya
16:59 Di doza Mirovên Şemiyê de daxwaza nûkirina mutalaayê hate redkirin
16:56 Li Dêrîkê kirin ku zarokek întîhar bike!
16:19 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
15:57 Rêxistinên hiqûqê: Bila Kişanak û Atalay bên berdan
15:44 Li dijî şerên li Rojhilata Navîn ‘Nobeda Aştiyê’ hat lidarxistin
15:36 SGDF: Dê nekarin bi êrişan encamekî bi dest bixin
15:10 Li Rihayê muxtarê tacîzî zarokekê kiribû ji peywîrê hate wergirtin
14:46 Beriya danişînê faîlan gefa kuştinê li malbata Esra Y. xwar
14:26 Freedom House çû serdana DFG’ê
14:24 Rêxistinên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurd kirin
13:30 Li Şirnexê baran û mij bandora xwe nîşan dide
13:16 Akbiyik derheqê 669 kesan de 112 rûpelên îfadeyê da
13:03 Fîgen Yuksekdag tev li merasîma cenazeyê kekê xwe bû
12:22 Li navçeya Sûrê 3 otel, 12 kargeh û 53 avahî dan ber firotinê
12:17 Nergis Muhammedî ji ber ku şalpeyê red kir wê sewqî nexweşxaneyê nekirin
12:06 Li Şirnexê qeza çêbû: 2 kes mirin
11:37 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:03 Berdevka HEDEP’ê: 7 sal in darbeya siyasî bênavber didome
11:00 Cîgirê Şaredarê AKP’yî ji ‘bertîlxwarinê’ hat girtin
10:37 DFG: 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 rojnamevan hatin girtin û 2 hezar û 2 nûçe hatin astengkirin
10:34 Rojnameger Erdînç hate berdan
10:33 Di mehekê de 3 kolber hatin qetilkirin û 27 jî birîndar bûn
10:32 Artêşa Îsraîlê: Dorpêça li ser Xezeyê temam bû
Hamas: Xeze wê bibe ‘laneta’ Îsraîlê
10:18 Li gorî TUÎK’ê TUFE ji sedî 3,43 zêde bûye
10:15 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:33 Tevî zêdekirina faîzê jî dolar û euro radibe
09:05 Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne
09:04 Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin
09:02 Hevşaredar: Divê Kişanak serbest bê berdan
09:02 Dayikên Aştiyê: Yek gotineke Abdullah Ocalan dikare dawî li vî şerî bîne
09:00 Hemama dîrokî ya Girê Sor hindik maye hilweşe
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2023’YAN
02/11/2023
22:50 Ji Koma Zarokên Aryan 'Konsera Payizê'
20:12 Sosin û Demîr piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
17:57 HEDEP, ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da
16:52 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 9 hezar derbas kir
16:35 Kekê Fîgen Yuksekdag wefat kir
16:02 Bajarên Bakur ji ber barana zêde hatin hişyarkirin
15:50 Parêzerê OHD’î Çelîk rastî êrişê hat