RIHA - Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Ferîd Etî diyar kir ku bi pêkanîna paradîgmaya Neteweya Demokratîk, pirsgirêkên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine çareserkirin û wiha got: “Çareseriya pirsgirêk û nakokiyên ku bi sedsalan li Rojhilata Navîn didomin, paradîgmaya Neteweya Demokratîk e."
Piştî şerê navxweyî yê Suriyeyê li bajarên Rojavayê Kurdistanê kurdan bi îlankirina kantonan xweseriya xwe ava kir. Bi pêngava "Şoreşa Rojava" re kurdan bi gelê herême re dest bi pevajoya avakirina jiyaneke nû kirin. Li ser esasê paradîgmaya Neteweya Demokratîk ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dijî pergala kapîtalîzme pêş xistibû, bi hemû gelê herême ve pêngaveke nû hat destpêkirin. Bi avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re paradîgmaya Neteweya Demokratîk hat rûniştandin û hemû gelê herêmê bi hev re bi awayekî wekhev û azad dijîn. Bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk li gundan komun hatin avakirin, li bajaran meclis û di ser meclisan re jî kanton hatin avakirin. Bi vê yekê re beşdarbûna gel a nava rêveberiyê esas hat girtin û gel xwe bi xwe rê ve dibe.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji hunerê heta çandê gelek gav hatin avêtin ku di ronahiya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Abdullah Ocalan de roj bi roj jiyaneke nû şîn û geş dibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku paradîgmaya Neteweya Demokratîk tevî êrişên Tirkiyeyê jî hatiye rûniştandin, ji bo jiyaneke nû roj bi roj gav tên avetin.
Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin û diyar kir ku paradîgmaya Neteweya Demokratîk tekane çareseriya Rojhilata Navîn e.
'HEMÛ GEL BI HEV RE WEKHEV DIJÎN'
Etî bi bîr xist ku beriya "Şoreşa Rojava" kurd li herême bê nasname dijîn û got ku piştî ava kirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wan bi hemû gelan re jiyaneke wekhev û hevpar ava kiriye. Etî da zanîn ku di warê civakî de gelek xebat hatine kirin û axaftina xwe wiha domand: “Piştî şoreşa Rojavayê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re weke tirkmen, kurd, ereb û asûrî dest bi avakirina jiyana hevpar kirin. Beriya şoreşa Rojavayê gelê kurd di nava dewleta Sûriyeyê de jî nebû xwedî nasname. Piştî şoreşa Rojavayê kurdan pêşeroja xwe bi xwe diyar kir. Wî êdî destûr neda ku kes pêşeroja me diyar bike. Di pêvajoya avakirinê de me bi nêzîkatiya rêveberiyê ya li ser bingeha Neteweya Demokratîk ku li ser esasê temsîliyeta wekhev a hemû gelan jiyana hevpar ava kir. Piştre me di warê tenduristî, perwerde û warên din ên civakî de sazî ava kirin. Niha jî xebatên me bênavber berdewam dikin."
'PIRSGIRÊK BI NETEWEYA DEMOKRATÎK TÊN ÇARESERIRIN'
Etî bi lêv kir ku tevî êrişên Tirkiyeyê jî pêvajoya ava kirina jiyana nû bênavber berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoyê de li dijî gelê me gelek êriş hatin kirin. Lê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serî natewînin û li hemberî van êrişan xweparastina xwe ya cewherî misoger dikin. Di çarçoveya paradîgmaya Neteweya Demokratîk de li herêmê gelek pirsgirêk hatin çareserkirin. Mînak pirsgirêka jinê hebû. Heke jin azad nebe,civak jî azad nabe. Li ser vê esasê piştî Şoreşa Rojava jin ji her warî de ji civakê re bûn pêşeng. Di nêzîkatiya netew-dewletê de gelek bi serweriya li ser gelê din xwe ava dike, ev jî dibe sedema pirsgirêk û nakokiyên kûr. Bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk temsîla hemû gelan bi awayekî wekhev û bi nasnameya xwe ev pirsgirêk ji holê rakiriye. Ji ber vê sedemê ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn ji bo pirsgirêk û nakokiyên bi sedsalan berdewam dikin çareserî paradîgmaya Neteweya Demokratîk e. Heke ev paradîgma li Rojhilata Navîn belav bibe dê pirsgirêk û nakokî bi dawî bibin.”
'HEMÛ GEL BEŞDARÎ RÊVEBERIYÊ DIBE'
Etî der heqê rêvebiran paradîgmaya Neteweya Demokratîk de jî ev agahî parvekirin: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 kanton hene; Cizîr, Dêrezor, Firat, Efrîn, Şehba, Minbic û Reqa. Ev kanton di bin banê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne. Bi peymana civakî ya di dawiya sala 2023’yan de hat qebûlkirin, nêzîkatiya rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ava bû. Bi peymana civakî hem di hiqûq û hem jî di warên din ên civakî de guhertin û pêşketin çêbûn. Em rêbaza rêveberiyê ya ku ji komunan dest pê dike qebûl dikin. Li her gund û gundekî komunek tê avakirin. Di wê komunê de biryar tên girtin. Her kesê ku li wî gundî yan gundî dijî jî endamê wê komînê ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî zêdetirî 2 hezar komun hene. Piştî komunan li her bajarî meclîs hene. Ji bo ku li bajarekî herî biçûk meclîs were avakirin, divê herî kêm 10 hezar nifûsa wê hebe. Li vir di derbarê bajêr de jî bi heman awayî biryar tên girtin û xebatên xwecihî tên kirin. Meclis jî giredayî kantonan in û kanton jî her wiha kar û xebatên xwe li ser vê rebazê dikin. Bi vê yekê armanc ev ê ku hemû gel beşdarî xwe rêvebirinê bibe û biryarên xwe bi xwe bide."
'GEL XWEDÎ DERTÊ'
Etî diyar kir ku nêzîkatiya rêveberiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêşxistin ji aliyê gel ve jî hatiye qebûlkirin û wiha pê dê çû: “Bi vê sîstemê em hewl didin pirsgirêkên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareser bikin. Bi feraseta Neteweya Demokratîk em teqez dikin ku hemû gel nûnertiya xwe bikin û xwedî îrade bin. Ziman, çand û neteweyek yekane dê pirsgirêkên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareser neke. Sîstema Neteweya Demokratîk a li vir hatiye avakirin jî çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê yên bi sedsalan e. Ev proje ji aliyê gel ve jî rastî eleqeyeke mezin tê. Em vê yekê di tevlîbûna gel a li komun û meclîsan de jî dibînin. Netew dewlet pirsgirêkên gelan çareser nake. Xelkê bêparastin dihêle û bi dewletê ve girêdayî dike, lê ji dewleta ku girêdayî wê tu alîkariyê nagire. Lê bi feraseta Neteweya Demokratîk her kes bi parastina xwe ya cewherî xwe weke îradeyekê temsîl dike. Hevpeymana civakî ku hat qebûl kirin jî li ser vê esasê gel biryar da. Yanî li ser masayê yekê/î nenivisî hemû bi pêşniyarên gel hat amadekirin. Armanca hevpeymanê jî pirsgirêkên heyî çareser bike û hewceyiyên gel dabîn bike."
MA / Mahmût Altintaş