NAVENDA NÛÇEYAN - Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Dr. Ardeşîr Pashang got ku pêvajoya di navbera Îsraîl û Îranê de pêvajoyeke nediyar e û wiha got: “Li dijî vê krîza li Rojhilata Navîn tenê vebijêrkeke kurdan heye. Ew jî divê bi hev re tevbigerin.”
Îsraîlê di 1’ê nîsanê de êrişî Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê kir û rageşiya di navbera her du welatan de zêdetir bû. Di êrişê de 2 generalên Artêşa Mihafizên Şoreşê jî di nav de 7 kes mirin. Îranê jî di 13’ê nîsanê de bi sedan balafirên bêmirov ên kamîkazeyê û moşekan êrişî Îsraîlê kir. Rageşiya li herêmê didome û hinek dibêjin ev rageşî tenê ji bo polîtîkaya hundir e û hinek jî dibêjin ji bo rêya enerjiyê ya nû “paqijiya rê ye.” Kêşeya herî girîng a li Rojhilata Navîn jî ew e bê ka dê kurdên li her çar parçeyan refleksekî çawa nîşan bidin.
Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Dr. Ardeşîr Pashang ku li Rojhilat dijî û têkildarî pirsgirêka kurd a li Rojhilata Navîn doktora kiriye, krîza di navbera Îran-Îsraîlê de nirxand û ji bo polîtîkaya pêşerojê pêşniyarên xwe ji bo kurdan kir.
'NETANYAHU BERÊ ZEXTA LI SER XWE DA ALIYEKÊ DIN’
Pashang, got ku ji ber sedemên cuda hikûmeta Netanyahu ji berê ve dixwaze rageşiya bi Îranê re zêde bike û ev tişt anî ziman: “Piştî sûcên li Xezeyê kirî, hêzên navdewletî ji bo çareserkirina krîzê plana du dewletan pêşniyar dikin. Yek ji sedema herî girîng a van êrişan ew e ku zexta ji bo bicihanîna vê planê kêm bike. Ya din jî li hundir zextekî giran li ser Netanyahu û hikûmeta wî heye û dixwaze krîzê bi awayên cuda bidomîne. Sedema din a girîng jî Tel Avîv Îranê weke plankerê esasî û piştevanê êrişa 7’ê Cotmehê dibîne û dixwaze tolê jê hilîne. Di dawiya dawî de êrişî konsolosxaneya Îranê kir û payebilindên Mihafizên Şoreşê û fermandarên wê bi sûîqestê kuşt. Îran jî ji bo wê hevsengiya bi Îsraîlê re biparêze, neçar ma ku bi awayekî taktîk û sembolîk êrişê pêk bîne.”
'ÊRIŞ DI ASTA TAKTÎKÎ DE MAN’
Bi domdarî Pashang diyar kir ku êrişa Îsraîlê ya li dijî Îsfehenê “taktîkî” bû û wiha pê de çû: “Bi zanebûn êrişeke wisa kirin ku zirarê nede îranê. DYA û dewletên rojavayî piştgirî nedan lewma Îsraîlê bi bertekeke taktîkî bisînor ma. Xwestin vê peyamê bidin ku Îsraîl kengî bixwaze dikare tesîsên nukleerî hedef bigire. Berteka rayedarên Îranê ya li dijî vê êrişê jî aram bû. Her du aliyan nîşan dan ku îxtîmala aloziya heyî veguhere şerekî mezin kêm e.”
'PÊŞEROJA VÊ PÊVAJOYÊ NAYÊ TEXMÎNKIRIN’
Pashang aloziya di navbera Îran-Îsraîlê her ku diçe dê bêhtir tevlihev bibe û ev nirxandin kir: “Her çend ku êrişên Îran û Îsraîlê veguherîbin qonaxe din jî, dema mirov li rewşa texmînnekirina vê pêvajoyê dide pêş çav, dê mîna berê her bi şer bin. Anku dê Îran bi rêya Hamas, berxwedana îslamî ya li Filistînê, Hîzbûllaha li Lubnanê, hêzên li Sûriyeyê, Husiyên li Yemenê û Hêzên Seferberiya Gel a ên li Iraqê her tim li dijî Îsraîlê bikeve nava tevgerê. Wisa tê texmînkirin ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê û şirîkên wê yên li Sûriye, Lubnan, Yemen û Iraqê jî bidomin.”
'DIBE KU RÊYA ENERJIYÊ YA NÛ ÇÊNEBE’
Di berdewamê de Pashang bi lêv kir ku ji ber krîza nû, dibe ku projeya rêya enerjiyê ya nû pêk neyê û sedema wê wiha vegot: “Yek ji armancên esasî yên piştgirîdayîna Îranê ya ji bo êrişa Hamasê ya 7’ê Cotmehê ew bû ku têkiliyên di navbera Îsraîl, Erebistana Siûdî û dewletên ereban re baş nebin. Rêyên transît ên nû yên Îran derve hatiye hiştin jî di nav de, bi awayekî dijî rastiyên stratejîk ên herêmî, Hindistan, Umman, Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb, Erebistana Siudî, Urdun, Îsraîl û Ewropa li ser vê rêyê bûn yek. Ev jî rewşekî cuda diafirîne. Lê bi êrişa 7’ê cotmehê re her du mijar jî bi awayekî demkî nîvco hatin hiştin. Mijara enerjiyê ne sedema esasî ya şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ye. Îran naxwaze bandora Îsraîlê ya li ser dewletên herêmê zêde bibe û hewl dide asteng bike. Zêdetir ji hêla bîrdozî-ewlehî-siyasî li mijarê dinêre.”
REWŞA ÎRAN Û TIRKIYEYÊ
Pashang, da zanîn ku di krîza heyî de Tirkiye di rewşeke cuda de ye û wiha domand: “Têkiliyên Tirkiyeyê hem bi Îranê re hem jî bi Îsraîlê re hene. Lê hevrikiyê bi her du welatan re jî dike. Lewma îxtîmalekî pir biçûk e ku Tirkiye di vê krîzê de bikare bi rola navbeynkariyê rabe. Hem pêşengên Îranê hem jî yên Tirkiyeyê bi piştgiriya Filistînê re xwestin di nava welatên îslamî de prestîja xwe zêdetir bikin.”
'KURD XALEKÎ GIRÎNG IN’
Pashang, got ku di nexşeya nû ya piştî krîza li Rojhilata Navîn de kurd xwedî cihekî girîng in û wiha derbirî: “Bêguman ev krîza heyî kurdan jî arasteyî polîtîkayên nû dike. Kurd dabeşî çar parçeyan bûne û xwe ji hêla siyasî û leşkerî ve birêxistin kirine. Li her çar parçeyan jî pirsgirêka esasî ya kurdan e. Her çar dewletan jî pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî çareser nekirin û rêbaza leşkerî jî encam neda. Lewma kurd ji bo guherandina statûkoyê li her çar parçeyan jî stratejiyên cuda dimeşînin. Di van şert û mercan de li hemû parçeyan kurd di mijara domandina jiyana siyasî û xebatên xwe rastî zext û pirsgirêkan tên. Ji ber van sedeman, kurdan bi hikûmetên navendî re carnan tifaqên demkî carnan jî yên domdirêj kirin. Pirsgirêkên siyasî, leşkerî û şer ên van dewletan ên derveyî sînor çiqas zêde bibin, ewqas bêhtir firsenda kurdan çêdibe ku bihêztir bibin û bo demekî jî be bêhnê bistînin. Divê mirov geşedanên li Rojhilata Navîn jî di vê çarçoveyê de binirxîne.”
'DIVÊ KURD LI DIJÎ KRÎZAN BIBIN YEK’
Pashang, bi lêv kir ku qeder û rêyên kurdan ji hev cuda ne lê rewşekî neyînî yan jî erênî ya li parçeyeke Kurdistanê, yekser bandorê li herêmên din jî dike û wiha axivî: “Li gel çar parçeyên Kurdistanê, divê em beşa pêncemîn jî bigirin dest. Ew jî kurdên dîasporayê ne. Li gelek deverên cîhanê rewşa kurdan tê nîqaşkirin û ji bo çareseriyê di asta parlamentoyan de nîqaş tên meşandin. Ya din jî divê paratiyên siyasî û medenî pêvajoyeke cidî ya xwerexnekirinê bidin destpêkirin, xeletiyên xwe yên dema berê dubare nekin. Ji ber ku ev rewşa parçeyî û neyekbûna kurdan, rê li ber xeletiyên jêneveger vedikin. Di vê rewşa krîza Rojhilata Navîn de tenê vebijêrkekî kurdan heye ku ew jî divê bi hev re tevbigerin û yekitiya xwe ava bikin.”
'NEKIRINA ŞER DIVÊ XETA SOR BE’
Pashang, anî ziman ku divê teqez pêvajoyeke avakirina yekitiyê di navbera partî û avadaniyên kurdan de dest pê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Divê kurd li dora hinek rêgez û xalan mitabeqetekê îmze bikin. Ya herî girîng û jiyanî jî, divê peymanek were mohrkirin ku kurd di navbera xwe de bi tu awayî şer nekin. Û divê ev xal bibe xeta sor a kurdan. Ya duyemîn; divê kurd ne yekser ne jî neyekser bi tu awayî tev li tifaqên herêmî yên zirarê didin gelê kurd nebin. Pêşniyara min a sêyemîn jî ev e; divê avadaniya perwerde, demokratîkbûn û çandî bên xurtkirin û têkiliyên xurt ên aborî û bazirganiyê bên avakirin û bi welatên herêmê re têkiliyên dîplomatîk bên pêşxistin. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd a li her çar parçeyan jî cuda ye. Mesela, têkiliyên demokratîk û şertên demokrasiyê li Tirkiye û Îranê re çiqas baş bin, çareserkirina pirsgirêka kurd ewqas hêsantir dibe. Heke ev demokratîkbûn çêbibe, dê firsenda başbûna mercên kurdan zêde bibin û bi kêrî kurdan bê. Lê şert û mercên li Sûriye û Iraqê cuda ne, rêbazên cuda hene û ji bo rewşa li wê derê bi îstîqrar bibe û baştir bibe, divê piştgiriya dewletên rojavayî hebe.”
DR. ARDEŞÎR PASHANG KÎ YE?
Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Dr. Ardeşîr Pashang li bajarê Kirmanşahê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û li Tehranê dijî. Di mijara pirsgirêka kurd a li Rojhilata Navîn de pispor bû û nivîskarê pirtûka “Di Nava Şerê Îran-Iraqê de Kurd” e. Di heman demê de Pashang yek ji lêkolînerên biqidem ê Komeleya Lêkolînên Îran-Rojava-Asyaya Rojava ye.
MA / Adnan Bîlen