94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn

  • rojane
  • 12:59 12 Tîrmeh 2024
  • |
img

WAN - Dîrokzan Sedat Ûlûgana hin wêneyên Komkujiya Zîlanê ku nayên zanîn bi ajansa me re parve kir. 

 
Îro salvegera Komkujiya Geliyê Zîlan e. Geliyê Zîlan li navçeya Erdîşê ya Wanê ye. Artêşa tirk di 12’ê Tîrmeha 1930’yî de komkujiyek giran pêk tîne. Bi ser komkujiyê re 94 sal derbas bûn. Tê gotin di komkujiyê de ji 15 hezar zêdetir mirovên kurd hatine kuştin. Dîrokzan Sedat Ûlûgana ku ew bi xwe jî ji Geliyê Zîlan e salên dirêj in li ser komkujiyê lêkolînê pêk tîne. Sedat Ûlûgana gelek wêneyên têkildarî komkujiyê ku nayên zanîn bi ajansa me Mezopotamyayê re parve kir. 
 
Dîrokzan Ûlûgana têkildarî komkujiyê nirxandinan kir û komkujiyê wek “Qirkirina kurdan a ewil a sedsala 20'emîn” pênase kir. Ûlûgana bi hevoka “Simbil jî hatin tunekirin” qala Komkujiya Zîlanê kir. Ûlûgana destnîşan kir ku komkujî ji hêla “Rejîma Kemalîst ve hatiye kirin û parçeyek qirkirina kurdan e” û tiştên qewimîn di heman demê de jenosîd e. 
Hin jin û zarokên ku ji komkujiyê reviyane û hatine li navçeya Erdîşê bicih bûne. Wêne ji arşîva polîtîkek ku di komkujiyê de cih girtiye hatiye bidestxistin. 
 
'DEWLET ARŞÎVA KOMKUJIYÊ VEDIŞÊRE’
 
Ûlûgana da zanîn ku li gorî medya tirk a wê heyamê ku ragihandiye di komkujiyê de herî kêm 15 hezar mirovên kurd hatine kuştin û wiha got: “Çapemeniya Ewropa û Amerîka hejmarên cuda der barê jenosîdê de dide û bi sernavê “Kemalîstan heyfa têkçûna Agiriyê ji jin û zarokan girt’ ragihand. Ev hejmar di navbera 10 hezar û 45 hezaran de diguhere. Dewlet bi xwe faîlî komkujiyê ye û 94 sal in arşîva xwe ya jenosîdê mîna sirekî dewletê vedişêre. Tu belgeyekî eşkere nake. Lê belê tiştên ku mexdûr û şahidên komkujiyê vedibêjin, hovîtî û mezinahiya komkujiyê radixe ber çavan.” 
 
'ESMAN SOR BÛN Û EWR DIGIRIYAN’ 
 
Ûlûgana destnîşan kir ku “Berovajî tiştên tên zanîn, dîroka bikaranîna çekên îmhakirina girseyê ya artêşa Kemalîst, heta sala 1930’an dirêj dibe” û berxwedêr vedikişin Zîlanê û balafirên wan dişopînin komkujiyê pêk tînin. Ûlûgana wiha dibêje: “Bombeyên şewatê hatine barandin û berxwedêr û sivîlan şewitandine û tune kirine. Ji gundê Cergeşînê Eliyê Sertîp, ji gundê Exisê Ozman û ji gundê Hêrîşo Vahdetîn Tulmaç ji bombebaranê sax xelas dibin û şahidên komkujiyê ne. Rojnameya Cumhuriyetê bi zimanekî ku qey tu yê bêjî ka heyfê ji kê girtine nivîsandiye. Balafir bi ser berxwedêran re derbas dibin û diçin gundan bombebaran dikin. Ji esmanan agir bi ser gundan de hatiye barandin. Ahmet Yildiz ê ji gundên Şahbazarê ku şahidê komkujiyê ye, digot; ‘Esman sor bûn û ewr digiriyan. Hêsirên çavan jî dibûn pêt û çirûsk’. Ji wê mehşerê her zindî para xwe girtiye. Li gorî raporên serfermandariya giştî ya tirk; ‘kurdan xwe dixist cilgê mihan’. Keriyên pez û çêlekan jî hatine bombebarankirin. Bizmar û parçeyên hesinên biçûk ku tûj bûn bi ser keriyên pez û garana çêlekan de hatine barandin. Ji ber wê yekê ye hê jî li herêmê ji bizmaran re dibêjin, ‘golikkuj’.”  
Hin berxwedêr û leşkerên ku dîl hatine girtin. Di wêne de tê gotin ku ew dîlgirtiyên di wêne de yek ji wan xelas nebûye. 
 
'80 GUND HATIN ŞEWITANDIN’ 
 
Ûlûgana destnîşan kir ku li Zîlanê nêzî 80 gundan hatine şewitandin û talankirin her wiha li navçeya Panosa Agiriyê û li navçeyên Ebex û Bêgiriyê yên Wanê jî 26 gund ji esmanan ve hatine bombebarankirin û hemû rêyên ku diçin Geliyê Zîlan hatine girtin û destûr nehatiye dayîn kes bikevê û jê derkeve. Ûlûgana anî ziman ku ewilî ji hezarî zêdetir berxwedêrên kurd rêz dikin û didin ber guleyan û got: “Di meha tîrmehê de hin gundên kurdan derketine zozanan. Hin gundan jî pişta xwe dane çiyayan û li bendemayînê bûn. Şebab Kandemîr ê ku dema komkujiyê zarok bûye û du sal berê rehmet kiriye, digot ku ‘leşker wek lehiyê bi ser Zîlanê ve dihatin û min jî lê temaşe dikir’. Her wiha apê Şebab digot, ‘Ji 15 hezarî zêdetir jin, zarok û extiyar bi hev ve hatin girêdan û wan dan ber agirê mîtralyozê (tifingên makîneyî yên otomatîk). Zarokên di hemla diya xwe de hatin singûkirin. Debrên me hatin şewitandin. Bîrên avê bi betonê hatin tijekirin. Leşkeran bi kuçikên xwe kuçikên şivanan didan fetisandin û kuştin’. Ev hemû gotin peyva jenosîdê biçûk dihêle jî.” 
Yek ji wêneyê komkujiyê ku nayê zanîne. Ûlûgana ev wêne ji muzayedeyekê kirî û reng dayê. Di wêneyî de leşker û zarokên ku ji komkujiyê sax xelas bûne hene. Aqûbeta zarokan nayê zanîn. 
 
‘HEMÛ ZAROKÊN SAX XELAS BÛN HATIN KUŞTIN’ 
 
Ûlûgana, anî ziman ku fermandarê Komkujiya Zîlanê Albay Derwîş bû û da zanîn ku albay bi taybetî xwest zarokên kurad ên ji komkujiyê xelas bûne bikuje. Ûlûgana, destnîşan kir ku gelek caran hate bilêvkirin ku zarokên kurd dê mezin bibin û tola Zîlanê hilînin û wiha domand: “Zayenda zarokên jinên kurd ên ducanî tê mereqkirin. Soz didan leşkerên ku bikarin zikê jinên ducanî qul bikin dê 40 rojan destûra îstîrehetê bidin wan. Huseyîn Yildiz ê ji gundê Ziyareta Baso ya Erdîşê digot ku di serdema komkujiyê de di bin banê parartêşê (kolordû) ya li Amedê de leşker bû. Huseyîn Yildiz ji ber leşkerê ji herêmê ye didin alaya Derwîş bey. Yildiz, bûyera dermirovî ya li gundê Çakirbegê jê re bû şahid wiha vegot; ‘Derwîş Bey bi gotina ‘Bila dilxwazekî ku zikê vê jinê qul bike û bîjiyê tê derxîne derkeve’ qîr kir. Çend caran bang kir, deng ji leşkeran derneket. Li ser vê yekê got ‘Ji kesê ku vî karî bike re 40 roj destûr mukafat’ heye. Leşkerek bi awayekî dilxwaz derket, zikê jina reben ku ji her du destên wê hatibû girtin bi sunguyê qûl kir. Zarok dijiya. Leşkeran zarok jî sungu kir û kuşt.’ Milîs jî beşdarî van hemû komkujiyan bûn.”
Leşkerên ku piştî komkujiyê ketin Gola Wanê û keyf kirin. 
 
ÇI QEWIMÎ BÛ
 
Bi ser Komkujiya Geliyê Zîlan ku yek ji komkujiya herî mezin a li dijî kurdan derbasî dîrokê bû re 94 sal derbas bûn. Di 12’ê tîrmeha 1930’yan de li Geliyê Zîlan ê navçeya Erdîş a Wanê bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin. Gundên Hesenebdal, Exs, Kelle, Qizil Kilîse, Zorova, Binesî, Bunizî, Pelex û Kerx di nav de nêzî 80 gund hatin şewitandin û kesên ji komkujiyê sax xelas bûn jî şandin sirgunê. 
 
Piştî ku Biroyê Heskî Têlî di sala 1926’an de li Çiyayê Agiriyê serî rakir, Rêxistina Xoybûnê ya li Lubnanê hatiye avakirin di sala 1929’an de tev li serhildanê dibe. Xoybûn, ji bo ku serhildêrên bi awayekî belav kom bike Seyîd Resûl ê ji Eşîreta Berzenciyan dişine Geliyê Zîlan. Seyîd Resûl bi koma 400 kesan a pê re Erdîşê dorpêç dike. Piştî şer û pevçûnên dem dirêj serhildêrên bi paş ve çûn, derbasî Îranê dibin. Li ser vê yekê Derwîş Bey ê weke serpel li Erdîşê wezîfedar e, mufrezeya xwe digire û Geliyê Zîlanê dorpêç dike. 44 gundên li herêma Zîlanê yên ji aliyê leşkeran ve ketin û derketina wan hatin girtin tên şewitandin. Piştî ku gund hatin şewitandin, bi hezarn kes bi awayekî komî bi çekên makîneyî tên gule barankirin û tên qetilkirin, kesên sax dimînin jî tên sirgunkirin. Dest deynin ser sewal û mal û milkên gundiyan. 
 
Gundiyên ku ji bin cenazeyan sax derdikevin û direvin, demekî dirêj neçar dimînin ku bi awayekî qeçax bijîn. Her çiqas hejmara kesên li Geliyê Zîlan hatine qetilkirin weke 15 hezar hatibe diyarkirin jî şahidên demê û hin çavkaniyên cuda dibêjin ku hejmara rast zêdetirî 40 hezaran e.  
 
MA / Rûken Polat
 
 
 
 

Sernavên din

11/08/2024
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan
15:15 Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye
15:03 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir
14:19 Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin
14:18 Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî
13:19 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin
12:07 DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn
11:37 Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir
11:35 Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan
11:05 Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe
10:44 Yolerî: Divê qanûna înfazê were guhertin
10:41 Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike
10:14 Hiqûqnasa firansî Garrigos: Tecrîd sûc e û divê Ocalan êdî azad bibe
10:10 Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin
10:05 Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e
09:50 Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe
09:49 Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
09:05 Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin
09:01 Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN
09/08/2024
22:55 Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan
22:45 Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn
16:55 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:53 'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin'
16:38 Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrişê de birîndar bûye
16:25 Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin
16:05 Şewata li Kanîreşê derket belav dibe
16:04 Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin
15:58 Êzidî ji kampên PDK’ê direvin
15:51 4 cenaze li nexweşxaneya Şirnexê tên sekinandin
15:34 Rêveberiya Xweser: Êrişa li dijî Dêrazorê, encama hevkariya bi dewleta tirk re ye
15:23 Rejîma Îranê 5 kolber birîndar kir
15:09 Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kir
14:56 Ji bo Atalay serî li Meclisê dan ku di 16’ê tebaxê de bicive
14:26 Xelatên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayin
13:31 HRW û ÎFOD: Astengkirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye
12:25 Li Îranê êrişî girtiyên siyasî hate kirin
12:21 Girtî Firat Darî: Em 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê disekinin
11:54 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîrî û perîşaniyê de dijîn
11:28 Şewata li Çiyayê Cûdî hate vemirandin
11:19 Leşkerên Tirkiyeyê agir berdan goristana gundekî Berwariyê
11:17 HSD: Li Dêrazorê 6 jê zarok 11 kes hatin qetilkirin
11:10 ‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin'
11:09 Maliyeta fistiqan zêde bû, bihayê wan kêm bû
10:55 Li Gumuşovayê qeza: 25 kes birîndar bûn
10:54 Li Altindagê kûçik bi komî hatin kuştin û binaxkirin
10:25 Teşhîrkirina bedena Elturk nehat cezakirin
10:13 Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan
10:10 Ok: Li dijî qedexekirina Instagramê deng dernekeve wê platformên din jî bên girtin
09:59 Kolanên Enqereyê: Ji bo şer bûdçe heye lê ji bo gel tune ye
09:58 Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê dike
09:57 Li Kurdistanê qirkirina daran: Li dijî qirkirinê têkoşîneke hevpar divê