ENQERE - Berdevkê CHP’ê Denîz Yucel diyar kir ku ew dikarin piştgiriyê bidin komîsyona ku li Meclisê were avakirin, lê şefafî û samîmiyet wê diyarker be.
Berdevkê CHP’ê Denîz Yucel li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Yucel diyar kir ku planeke ku ji bo CHP’ê bêrûmet bike heye û anî ziman ku bi taybetî li dijî 15 şaredarên CHP’î operasyonên siyasî tên kirin.
Yucel li ser komîsyona ku wê li Meclisê were avakirin jî rawestiya û destnîşan kir ku CHP alîgirê wê pêvajoyê ye ku di bin çavdêriya Meclisê de bê meşandin û komîsyonek ku hemû partî tê de cih digirin. Yucel wiha domand: "Me pêşniyazên xwe bi nivîskî pêşkêşî Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş kirin. CHP dixwaze bibe beşek ji vê komîsyonê û dixwaze beşdar bibe. Lê ev nayê wê wateyê ku ew ê bê şert û bê merc di vê komîsyonê de cih bigire."
Yucel anî ziman ku CHP her tim parêzvanê aştî û demokrasiyê ye û wiha pêde çû: "Rêveçûna pêvajoyê, helwestên aktorên din û şefafî wê di destnîşankirina helwesta CHP’ê de diyarker bin. Em ê hemû bi hev re pêvajoyê bijîn û bibînin."