ÊLIH - Rahîme Abayay ku birayê wê Nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Öetîn Abayay 32 sal berê ji hêla Hîzbûlkontra-JÎTEM’ê ve hatibû qetikirin wiha got: “Rastiyek heye, ew jî têkoşîna birayê min îro jî tê domandin.”
Bi ser mirina Nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay ku di salên 90’î de dest bi rojnamegeriyê kir, 32 sal derbas bûn. Di serdemeke ku mirov li nava kolanan dihatin îşkencekirin, revandin û qetilkirin dest bi pîşeya rojnamegeriyê kir. Hêj 23 salî bû ku ji hêla Hîzbûlkontrayê ve hate qetilkirin. Abayay, dema 16 salî li dibistana amadehî dixwend, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û 6 mehan li Fermandariya Cendirmeyan a Sêrtê hate îşkencekirin. Piştre hate girtin û şandin Girtîgeha Amedê. 5 mehan girtî ma û piştre hate berdan. Abayay, piştre li Kovara Ozgur Halkê dest bi xebatê kir. Demekî kin piştre careke din hate girtin û du salan li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê girtî ma.
DEV JI LÊGERÎNA HEQÎQETÊ BERNEDA
Abayay, piştî berdana xwe dîsa dest bi xebatan kir. Dema dixebitî gelek caran gefa “Em ê te bikujin” lê hatin xwarin. Tevî gefan jî paşve gav neavêt. 5 meh piştî qetilkirina Cengîz Altûn ku nûçeya têkiliyên Hîzbûllah-dewletê çêkiribû, di 29’ê Tîrmeha 1992’yan de dema diçû malê rastî êrişê hat. Ji êrişkaran du jê 18-19 salî û yek jî 25 salî bû. Abayay ê di êrişê de bi giranî birîndar bû, piştî mudaxileya ewil a li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê rakirin Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Amedê. Abayay, di 30’ê tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. Bi ser qetilkirina Abayay re 32 sal derbas bûn lê hêj jî faîlên wî nehatine girtin.
Cînayeta Abayay di tebaxa 2008’an de dîsa bû rojev. Hat îdiakirin ku di nava rûpelên Rapora Susurlukê de cih digirt ku Lijneya Teftîşê ya Serokwezîrtiyê weke “sirra dewletê” pênase dikir. Hat îdiakirin ku di raporê de navên rojnamegerên hatin qetilkirin Hafiz Akdemîr, Yahya Orhan, Mecît Akgun, Burhan Karadenîz, Halît Gungen, Îzzet Keser, Cengîz Altun û Çetîn Abayay hebûn.
'DI TEMENÎ BIÇÛK DE TÊKOŞÎN NAS KIR’
Xwişka Abayay, Rahîme Abayay da zanîn ku birayê wê hêj di zarokatiya xwe de tevî bavê xwe têdikoşiya. Abayay, wiha got: “Bavê min rojekê ew jî li gel xwe bir cem rêhevalên xwe. Hevalên wî gotin; ‘Ev zarokekî biçûk e tu çima tînî vê derê?’ Bavê min jî got; ‘Cisareta di wî de di tu kesekî de nîne.’ Di dema dibistana amadehî de têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nas kir. Ji bo azadiya gelê xwe ya ku ji dest dihat dikir. Ji ber têkoşîna xwe di dema dibistana amadehî de zêdetirî 20 caran hate binçavkirin, hate îşkencekirin û gelek caran hate girtin. Lê dev ji tekoşîna xwe berneda, pavegav neavêt û bi biryardarî domand.”
Abayay, diyar kir ku her tim bi ser mala wan de dihat girtin, îşkence li endamên malbatê dihat kirin û wiha domand: “Birayê min piştî dibistana amadehî dest bi rojnamegeriyê kir. Birayê min li gel Cengîz Altun dixebitî. Piştî kuştina Altun, birayê min got; ‘Çawa buroya kovareke weke Ozgur Halkê nabe’ û berpirsyartî li xwe girt. Çetîn her roj buro vedikir, piştre derî bi derî digeriya û belavkirina rojnameyê organîze dikir. Di salên ku mirovan dema ji malê derdiketin weke ku êdî qet venegerin ji hev xatir dixwest de birayê min ji bo gelê kurd zana bibe û ji jiyanê haydar be rojnamegerî kir. Gelek gef lê hatin xwarin. Ji bo malê telefonên bêdeng dihatin kirin. Dema em diaxaftin, dengê xwe nedikirin û tenê disekinin. Dema birayê min telefon radikir jî gef dixwarin. Wê demê Hîzbûllah û JÎTEM’ê mirov li nava kolanan qetil dikirin. Tevî vê jî nesekinî û rojnamegerî kir.”
'TEVÎ GEFA MIRINÊ JÎ ROJNAMEGERÎ DIKIR’
Di berdewamê de Abayay anî ziman ku bîranînên wê û birayê wê hêj mîna duh li bîra wê ne û wiha got: “Cadeya mala me lê bû bi kamyonê hatibû girtin. Piştre bi çekan lê xistin. Me ew rakir nexweşxaneyê lê xelas nebû. Me demekî dirêj têkoşîna hiqûqî meşand lê nexwestin faîlên wî derkevin holê. Di Rapora Susurlukê de navê birayê min jî derbas bû. Tevî vê jî rastî dernexistin holê. Lê rastiyek heye; ew jî têkoşîna birayê min hêj îro jî tê domandin.”
Abayay, destnîşan kir ku rojnamegerên rastiyê digihînin gelê xwe û ji bo gelê xwe têdikoşin tu deman li hemberî zextan paşvegav neavêtine û axaftina xwe wiha qedand: “Ji berê ve êriş didomin. Zextên niha li ser rojnamegeran tên kirin, ji yên wê demê jî zêdetirin. Hêj niha jî rojnamegerên kurd tên revandin, girtin û qetilkirin. Derheqê wan de her tim dosya tên vekirin. Lê rêhevalên birayên min, peyrewên wî paşvegavê naavêjin. Birayê min di serdemên zehmet de rojnamegerî kir. Heke sax bûya dê îro jî bikira. Rojnamegerên birûmet ên têkoşîna wî didomînin hene. Her çend zextên li ser vî gelê bidomin jî, rojnamegerên ku dê li dijî van zextan derkevin û têbikoşin dê her hebin.”
MA/ Fethî Balaman