ENQERE - Serokkomarê AKP’yî Erdogan, Enver Paşa bi rehmet bi bîr anî. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî diyar kiribû ku Enver Paşa di nav Îttîhat û Terakkî de wek “rejîma qirkirinê ya nepen” bûye û fikrên wî îro bi desthilatdariyê re ye.
Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya piştî civîna kabîneyê ya 6'ê tebaxê de Enver Paşa bi bîr anî. Erdogan gotibû: "Bi vê minasebetê ez mucahîdê mezin ê tifaqa Tirk-Îslam Enver Paşa yê ku jiyana xwe li qadên şer derbas kir û li qada şer nefesa xwe ya dawî da, careke din bi rehmet bi bîr tînim."
Enver Paşayê ku Erdogan wî bi "rehmet" bibîr anî, navekî ku bi qetlîamên li dijî Ermenî, Asûrî û Rûmên Pontos tê naskirinê. Her wiha yek ji kesên sereke yên baskê leşkerî yê Partiya Îttîhat û Terakkî ye.
Di roja me ya îro de jî siyasetmedarên ku Partiya Îttîhat û Terakkî her tim tînin rojevê, ew di heyamên dawî ya Osmanî de wek rêxistinek nepen hatiye avakirin. Partiya Îttîhat û Terakkî ya ku bi mînaka Teşkîlata Mason a li Îtalyayê tevdigere hat organîzekirin, meşa mezin a Ermeniyan a di sala 1895'an de sabote kir û gelê ermenî û misilmanan anî hemberî hev. Piştî pevçûnên sê rojan gelek endamên vê rêxistinê hatin girtin. Gelek kes çûn Rojhilata Navîn û welatên Ewropayê û li wir xebatên xwe berfirehtir kirin. Ev rêxistin piştre bi navê xwe yê niha li Dibistana Leşkerî ango Kara Harp Okulu rêxisinkirina xwe berdewam kir.
DARBE, QETLÎAM...
Komê piştre li Fransayê bi navê “Jon Tirk (Tirkên Ciwan)” kongreyek li dar xist. Ev kongre di navbera kesên ku sîstema Ademî Merkezî û yên neteweperest-navendparêzî diparastin hate lidarxistin. Neteweperestan piştre bi navê Îttîhad û Terakkî hebûna xwe domandin. Cemiyeta Welat û Azadiyê (Vatan ve Hurriyet Cemiyetî) ya ku ji aliyê Mustafa Kemal ve hat avakirin, piştre bi vê pêkhateyê re bû yek. Ev rêxistina ku di gelek sûîqest, komkujî û bûyerên ku hê jî tam nehatine ronîkirin de cih girtibû, darbeya leşkerî ya ku bi navê "Êrişa Bâb-i Âli" di nav rûpelên dîrokê de tê binavkirin organîze kir. Di 23’yê çileya 1913’an de di bin serokatiya Enver Paşa darbe hat kirin û bi vê derbeyê re rêveberî hat desteserkirin.
ENVER PAŞA Û TEŞKÎLAT-I MAHSUSA
Enver Paşa piştre Teşkîlat-i Mahsusa ku xebatên îstîxbaratî û propagandayê dikir, ava kir. Rêxistina ku nêrînên Tirkperest-Îslamîst diparast, li hundir û derve di gelek sûîqestan de cih girt. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Serbestî Hasan Fehmî jî li Stenbolê ji aliyê vê rêxistinê ve hat qetilkirin. Ev rêxistin jî di qirkirina ku nêzî milyonek ermenî hatin qetilkirin û bi mîlyonan ermenî hatin sirgûnkirin de cih girt.
Piştî daxuyaniya Erdogan, rêxistina Îttîhad û Terakkî ku Enver Paşa jî di nav de cih digirt careke din hat rojevê.
NIRXANDINÊN ABDULLAH OCALAN ÊN DER BARÊ MIJARÊ DE
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên li Îmraliyê de di çarçoveya geşedanên dîrokî de li ser Enver Paşa û Partiya Îttîhad û Terakkî nirxandinên berfireh kiribûn. Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi parêzerên xwe re di navbera sala 2010 û 2011’an de jî bal kişandibû ser nêzîkatiya di navbera AKP’ê û Îttîhad û Terakkî de.
Abdullah Ocalan, Îttîhat û Terakkî wek zîhniyeteke ku “dikare her kesî bike qurbana hêzeke biçûk a neteweyekê, yan jî ji bo ku neteweyek desthilatdariya xwe bidomîne” pênase kiribû. Ocalan anîbû ziman Îttîhat Terakkî bi awayekî berbiçav ji aliyê Cihûyan ve hatiye birêvebirin û wiha gotibû: “Tevgera Jon Tirk di astek mezin de di bin bandora Cihûyan de bû. Mîna tevgerek Cihûyan e. Hin hevalên min jî li ser vê yekê agahdar kirin. Pêşketin û belgeyên di sala 1910’an de di pirtûka ku min li ser tevgera tirkên ciwan xwend de jî vê yekê nîşan dida. Di raporeke ku balyozê Îngilistanê li Îngilistanê di wê tarîxê de şandiye de tê gotin ku cihûyan dest daniye ser partiya Îttîhat û Terakkî û bi rê ve birine.”
'ÎTTÎHAT Û TERAKKÎ BANDORÊ LI SER HÎTLER JÎ KIRIN’
Rêberê PKK'ê Ocalan diyar kiribû ku heta avabûna Komara Tirkiyeyê ev rêxistin ji aliyê Almanyayê ve dihat destekkirin û gotibû: "Faşîzma Tirkên Spî didan sepandin hemû cudahiyên din ji nedîtî ve dihat û wan tune dihesiband. Di bin navê avakirina neteweyekê de hemû ziman, çand, nasname û baweriyên cuda tune hatin hesibandin û kirin yekperestî. Ev faşîzma Îttîhat û Terakkiyê jî ji faşîzma Hitler re pêşengiyê kiriye û fikrên xwe jê girtiye. Cesaretê daye faşîzma Hîtler. Bi rastî jî Almanyaya Nazî komkujiya Ermeniyan a di serdema Osmanî-Îttîhat û Terakkî de ji xwe re mînak girt û jê îlham girt. Hîtler ji wan fêrî faşîzmê bûye. Bi tevgera Îttîhat û Terakkî re faşîzm bi sazî di qada bîrdozî û desthilatdariyê de cihê xwe girt. Ev zihniyet di piraniya Îttîhatparêzên wek Enver Paşa de serdest e.”
Abdullah Ocalan destnîşan kirib û ku ev pêkhate di heyamên piştre de ji aliyê Îngilîzan ve hat destekkirin û helwesta Îttîhat û Terakkî ya li hemberî Mustafa Kemal jî nirxand û wiha gotibû: "Mustafa Kemal ji damezrandina Komarê heta niha hewl da hinekî serbixwe bimîne. Li vir Îsmet Paşa û Fevzî Çakmak alîgirê Îngilîzan bûn û Mustafa Kemal ji aliyê kadroyan îttîhatî ve hatibû dorpêçkirin û wî bêbandor kiribûn. Ji ber vê yek ê Mustafa Kemal neçar mabû ku xwe bi Îngilîzan şîrîn nîşan bide. Heta ez dikarim bêjim ku mirina Mustafa Kemal jî bi guman e.”
'TESFIYE BI DESTÊ AKP’Ê TÊ MEŞANDIN’
Abdullah Ocalan, da zanîn ku Ingilistan di pêvajoya piştre de tevî DYA’yê piştgirî da AKP’ê û ev tespît kiribû: “Li pişt AKP’ê siyaseta Anglo-Sakson heye. Navenda wê London e. AKP li Ingilistanê hate avakirin. Divê ev yek baş were zanîn. Ji sala 2000'ê heta niha tesfiyeyê bi destê AKP’ê dikin. Xeta CHP-MHP’ê faşîzma Tirkperestiyê ya Spî ye. Nêrîna van a li dijî pirsgirêka kurd, înkar û tunekirin e, ev yek zelal e. Lê ya ku AKP jî dike faşîzma Tirkperestiya Kesk e. Ev kes li cihê çareseriyê; weke ku çareser bikin tevdigerin, tesfiyeyê birêxistin dikin, birêve dibin. Lewma ev polîtîkaye pir xetere ye. Ev, siyaseta ingilîzan e. Kokên wê heta salên 1550’ê jî diçin. Ingilîzan, bi vê siyasetê mudaxileyî Spanyayê kirin, ji ewil Portekîz jê veqetandin. Rewşa zextan jî encama vê ye. Împaratoriya Awistûrya û Macaristanê jî bi rêya bikaranîna Prûsyayê zeîf kirin û hilweşandin. Her wiha Împaratoriya Osmaniyan jî bi vî awayî ji hev belav kirin.”
Abdullah Ocalan, têkildarî armanca Ingilistanê jî wiha vegot: “Vaye mîna ku li Qibrisê, li Ermenistanê, li Yewnanistanê kirin, Qibriseke biçûk, Yewnanistaneke biçûk, Ermenistaneke biçûk ava kirin û gelên wê girêdayî xwe kirin. Tiştekî mîna wê jî li ser kurdan diceribînin. Vaye dixwazin li başûrê Kurdistanê netewe-dewleteke kurd a biçûk a di bin kontrola xwe de ava bikin, hemû kurdan girêdayî wir bikin û li wir bixin xizmeta polîtîkayên xwe. Dixwazin vê li Amedê jî biceribînin. Ji bo vê jî dixwazin Tevgera Azadiyê ku nûnertiya kurdên xwedî seknekî serbixwe û îradeyeke azad dikin, tesfiye bikin. AKP jî dixwaze bi destê kurdên girtiye nav xwe vê polîtîkayê bi ser bixe. Di esasê xwe de projeya jê re digotin pêvajoya çareseriyê jî, xistina meriyetê ya van polîtîkayan e.”
LÎWAYÊN HAMÎDIYEYÊ YÊN MODERN
Di nirxandinên xwe yên wê demê de Abdullah Ocalan her wiha balê dikişîne ser vê: “AKP, bi piştevaniya sermayeya navneteweyî, ji ewil zîhniyeta îslam-tirk a navenda wê Kayserî-Konya ava dikir -beriya wê tirk-îslam bû- û niha jî îslam-tirkê ava dike. Dixwaze kurdan jî tevî vê pergalê bike. Em bi nûjenkirina Alayên Hamîdiyeyê re rû bi rû ne. Abdulhamît, ev yek li ser bingeha cerdevantiyê kir. AKP, Alayên Hamîdiyeyê yên modern pêş dixe; bi taybet jî di wateya aborî û çandî de vê dike. Sedemên aboriyê, çanda tecawizê pêş dixe. Niha bi awayên alayên aboriyê, alayên çandê, alayên siyasî qirkirinek tê kirin. Ji hêla aboriyê ve hinek malbat tên dewlemendkirin û girêdayî xwe dikin.”
ÇETEYA SEDSALÎ
Abdullah Ocalan, di nirxandinên xwe de diyar kir ku ji serdema Îttîhat Terakkiyan heta niha “çanda çetetiyê ya sedsalan” heye û wiha dibêje: “Heke li îktîdarê nebin jî, li ser navê îktîdarê cînayet û komkujiyan dikin. Ez ji van re dibêjim ‘çeteyên veşarî-nepen ên qirkirinê.’ Ji serdema Îttîhat Terakkiyan heta roja me ev kevneşopî rejîma ‘qirkirina veşarî-nepen e.’ Apê Enver Paşayî yê bi navê Halîl Paşa, wiha digot; ‘Ji bo li ser navê Îttîhat Terakkiyê nebe, ji bo bi navê Îttîhat Terakkiyê nebin, me ev rêbaz pêş xist. Me cilên leşkerên yewnanî li xwe kirin û cînayet kirin. Me ev cînayet xistin stûyê yewnanan, weke ku bi navê wan hatibin kirin nîşan dan, nameyên bi zimanê yewnanî nivîsandin û danîn ser cenazeyan.’”
ŞERÊ ÎKTÎDARÊ
Di hevdîtinên bi parêzeran de Abdullah Ocalan dibêje ku avadaniyên behsa xeberê Tirkiye dîl girtine û wiha got: “Vaye hîzb-î kontra, Tûgaya Tolhildanê ya Tirk, jê re digotin TÎT. Vaye êrişa li dijî Akin Bîrdal. Heta van mirinan jî fêm nakin. Nasnameya ewil a AKP îro nûnertiya wê dike ‘tirkîtî’, ya duyemîn jî ‘îslam e’ anku ‘tirk-îslam’ e. AKP îro vê nasnameyê temsîl dike. Şerê di navbera AKP û van çeteyan de jî şerê îktîdarê ye. Nexwe ne li dijî statûkoyê ye, têkoşîneke ji bo guherînê nîne. Ev, şerê îktîdarê ye, ez ji vê re dibêjim ‘şerê çeteyan.’ Heke bikarin di şer de bi serkevin dê dîktatoriya xwe ragihînin. Heke di vî şerê hegemonyayê de têk biçe, dê bibin Dîwana Pîroz û li wir bên darizandin. AKP jî di ferqa van de ye. AKP ber bi dîktatoriyê ve diçe. Ev geşedan tevek vê rastiyê nîşan didin.”
LI DIJÎ HEGEMONYAYÊ RÊYA SÊYEMÎN
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di nirxandinên xwe de dibêje ku ew li dijî van avadaniyan e û wiha dibêje: “Li Tirkiyeyê heta niha du cureyên feraseta hêza hegemonîk derketine holê. Ya yekemîn, CHP serkêşiya wê dike û hegemonyaya laîk-komarparêz e. Ya duyemîn jî AKP serkêşiya wê dike ku ew jî hegemonyaya Tirkperes-îslamperest e. Em van her du hegemonyayan jî red dikin. Rêya me, rêya sêyemîn e, rêya modernîteya demokratîk e. Di feraseta me de pergala rêzê ji mafên mirovan re digire, pergala demokratîk, qanûn-destûra bingehîn heye. Azadîxwaz e. Armanca wê hemwelatiyên azad e. Em ne federalîzmê ne jî konfederalîzmê dixwazin. Em dewleteke cuda naxwazin. Heke dewletekê bidin me jî em qebûl nakin. Weke gelek, weke gelê kurd em dixwazin di nava komareke demokratîk de hemwelatiyên azad bin ku mafên xwe bi azad bi kar tînin. Em dixwazin weke civakeke azad bijîn.”
MA / Mehmet Aslan