Ji Şandeya Aştiyê Padel: Ocalan ji bo pevçûnan çareyê dibîne

  • rojane
  • 09:55 9 Cotmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Antropolog-civaknas Felîx Padel diyar kir ku sedema komploya navneteweyî fikirên Abdullah Ocalan û pergala ku wî afirandiye ye û got: "Ocalan ew sembol e ku ji bo pevçûnên xitimandî rê dibîne." 
 
Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 26 sal li dû xwe hiştin. Ji Ocalan ê ku li Girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê ye û di bin tecrîda girankirî de ye, 43 meh in tu agahî nayê girtin. Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ku bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan, misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî û çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hat destpêkirin, dewam dike.
 
Civaknas û antropolog Felîx Padel ê di nava heyeta "Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî" de cih girt ku di sala 2020'î de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hat Tirkiyeyê, diyar kir ku fikirên Ocalan îlham daye wî. Padel da zanîn ku ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan gelek hewl dane û got ku fikir û pirtûkên Ocalan ne tenê li ser wî, bandor li gelek zanyarên civakî jî kiriye û wiha got: "Gelek zanistên civakî ji wî gelekî bandor bûne. Ji bo kesên xwedî feraseta siyasî şaristaniya demokratîk û konfederalîzma demokratîk bûye îlhameke mezin." 
 
Antropolog-civaknas Felîx Padel
 
Padel anî ziman ku wî berhemên Ocalan ku tê de têgeha "şaristaniya demokratîk û konfederalîzma demokratîk" pêş xistiye xwendiye û got: "Berhemên Ocalan li Ekvadorê û gelek welatên cîhanê tên xwendin û dîtin."
 
'XEBATÊN JÎNEOLOJIYÊ GIRÎGN IN'
 
Padel bal kişand ser xebatên Ocalan ên di warê jîneolojiyê de û got: "Li gorî min yek ji têgihiştinên ku Ocalan bi awayekî zelal derxistiye pêş ev e. Rast e koma herî mezin a bindest a cîhanê jin e. Ocalan bi cureyên cuda re rû bi rû dimîne; lê di heman demê de ji bo hevrûbina bi baviksalariyê re jî nexşerêyeke zelal danî meydanê. Yek ji ramanên 'Jin jiyan azadî' ev e: Ocalan li objekirina jinê dinêre, ez jî bi rêya antropolojiyê li objekirina gelên xwecihî dinêrim. Yanî rûxandina hiyerarşiya objekirinê... Gelek tiştên bi vî rengî hene. Ez wiha difikirim ku xebatên Ocalan pir girîng in." 
 
'SEDEMA KOMPLOYÊ PERGALA OCALAN E'
 
Padel destnîşan kir ku sedema komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan pergala wî û fikrên wî ne û got: "Li gorî min rêxistinên îstixbaratê her tim bi komployan dixebitin. Di navbera saziyên îstixbaratê yên Yewnanîstan, Kenya, Îsraîl û Tirkiyeyê de û hema bêje di navbera rêxistinên îstixbaratê yê Îngilitere û Amerîkayê de koordînasyonek heye. Ji ber ku tevahiya pergala Ocalan li ser lêpirsîna kapîtalîzmê, netew-dewlet û hegemonyaya vê avahiya çêkirî ya ku di sedsala 19'an de gelemperî bû ye. Pirsên Ocalan ji bo bijardeyên kapîtalîst pir radîkal in û lewma komployê kooordîne kirin." 
 
'REWŞEKE LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'
 
Padel anî ziman ku çend sal berê hatiye Tirkiyeyê û der barê tecrîda li ser Abdullah Ocalan de agahî girtiye û tecrîda li ser Ocalan wekî "rewşeke dijmirovahî" nirxand û got: "Tecrîda ku li ser Ocalan tê meşandin li dijî hemû hiqûqa navneteweyî û neteweyî ye. Destûr nayê dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê, ji bo şaristaniya demokratîk muzakere kirin. Ocalan ew sembol e ku ji bo pevçûnan çareyê dibîne." 
 
BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ
 
Padel bêdengiya li hemberî tecrîda li ser Ocalan wekî tiştekî "şokdar" bi nav kir û got: "Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî binpêkirina hiqûqa navneteweyî û qanûnên herêmî bi rastî jî tiştekî pir ecêb e. Bi taybetî jî bêdengiya çapemeniyê. Binêrin, ez zehmetiya ku gelê kurd pê re rû bi rû dimîne dibînim. Ji ber ku kurd di navenda Rojhilata Navîn de ne. Yanî dikarim bibêjim ku di navenda dîroka cîhanê de ne. Lewma berdana Ocalan meseleyeke gelekî girîng e." 
 
Padel ku got "NATO li ser Ukraynayê gelekî bi hêz e, lê ji bo dagirkirina Kurdistanê, Bakurê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê tiştekî nabêje" anî ziman ku hêzên cîhanê bi rê ve dibin mafyayî ne û got ku Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser girtiyên din jî belav bûye.
 
'OCALAN JI BO ME GELEKAN SEMBOLEK E'
 
Padel, rewşa Ocalan û girtina damezrînerê Wikileaksê Julian Assange ku di sala 2006'an de bi weşandina belgeyên nepenî dixwest zelaliyekê bide da ber hev û got: "Me hemûyan digot ku em ê careke din dengê Julian Assange bi awayekî azad nebihîzin, lê ew gihaşt azadiya xwe. Çend roj berê li Konseya Ewropayê axivî. Û ew qas xweş axivî ku ev nîşan dide ku piştî tecrîda bi salan hêvî pêkan e û zextên navneteweî dikarin tiştinan bikin. Ji lew re wekî ku min di serî de jî got; ne tenê ew an jî Ocalan, bi hezaran mirovên qenc di girtîgehan de ne. Demek berê hin hevalên min li Hindistanê di girtîgehê de bûn û divê ev biguhere. Ocalan tenê ne ji bo kurdan, ji bo me bi hezaran kesî sembolek e." 
 
'BÊYÎ KURDAN AŞTÎ NE PÊKAN E'
 
Padel "Meşa Dirêj" a li Almanyayê, nobeda li Strasboûrgê û çalakiyên li çar aliyên cîhanê tên lidarxistin bibîr xistin û got ku ji bo Abdullah Ocalan di rojevê de bimîne û divê ev yek bê belavkirin. 
 
Padel wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bêyî daxilkirina saziyên demokratîk ên kurdan a nava pêvajoyê, li Rojhilata Navîn aştî ne pêkan e." 
 
MA / Hîvda Çelebî

Sernavên din

09/11/2024
09:46 Ciwanên Êlihê: Heta em şaredariyê bi paş ve bigirin em ê li ber xwe bidin
09:05 Xelkê Agirî: Kurd divê li dijî polîtîkaya qeyûmtiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2024'AN
08/11/2024
21:24 Kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi çekê gef li rojnamevanan xwarin
19:13 Li Mêrdînê 5 kes hatin binçavkirin
17:34 Ji Botanê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
17:03 Ciwanên Êlihê li dijî qeyûman li ber xwe didin
16:11 Hatimogûllari: Ev berxwedan wê qeyûman ji ser vê axê biqewirîne
15:51 Li Arjantînê kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ tê destpêkirin
15:50 Keskîn Bayindir ji Geverê gazî kir: Deriyên Îmraliyê vekin
15:38 Ciwanên di 1’ê îlonê de hatibûn girtin hatin berdan
15:34 Ciwanê li Êlihê ji qeyûm re got ‘şaredariyê vala bike’ hate girtin
15:28 DAD’ê ji Dervîşoglû re got: Nîjadperestê ku ji destê wî werîs danakeve
15:17 Li Xelfetiyê peyam: Qeyûmparêziya xeyalî li vir binaxkirî ye
15:10 Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa bi kurdî jê bir
14:26 PDK’ê nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê derxist
14:14 Li Wan û Amedê gel li dijî desteserkirina îradeyê meş li dar xistin
13:32 Meşa leşkerî li girtî hate ferzkirin û gefa kuştinê lê hate xwarin
13:19 Rojnameger ji ber hevpeyvînan hate sûcdarkirin
12:52 ‘Ma ev berîqet dê heta hilbijartina din li vir bin?’
12:45 Erdogan ji ber tayînkirina qeyûman daraz pîroz kir
12:42 Qeyûmî ji bo polîsan dar kezaxt
12:02 DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da: Dawî li van îşkenceyan bînin
12:01 Îranê cezayê îdamê da 3 kurdan
11:53 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e
11:10 Gelê Êlihê bi şev û roj li ber xwe dide
10:36 Ji ber tundiya di dema binçavkirinê de destê wî qelişî
10:18 Bi ser bombekirina Pirtûkxaneya Umutê re 19 sal derbas bûn
09:42 Di doza Narîn Guranê de roja duyemîn: Şahid tên guhdarîkirin
09:33 Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:22 Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye
09:11 Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike
09:01 Der barê girtiya ku li ber lêgerîna tazî rabû lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 Zanîngeha Mûşê ji bo serlêdanên beşa kurdî mezûnbûna ji zimanê tirkî şert danî!
09:00 Li girtiyê nehiştin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn
09:00 ROJEVA 8’Ê MIJDARA 2024’AN
07/11/2024
22:21 'Em ê bajarên xwe radestî qeyûman nekin'
22:17 4 kesên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:48 Nobeda li Xelfetiyê didome: Li şaredariyê diz heye
16:29 Doza Narîn Guranê:Îfadeyên binakok ên Yuksel Guranê
16:11 Derheqê tundiya polîsan de gilî hate kirin
16:06 Omer Ocalan: Divê dewlet bi destê aştiyê yê Ocalan bigire
15:58 Xelkê Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir
15:47 Operasyona li Bagokê didome
15:44 Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin
15:33 Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin
15:05 Sembola berxwedana li dijî qeyûm
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne