Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin

  • jin
  • 14:23 18 Mijdar 2024
  • |
img

ÇEWLIG - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku herî zêde jin ji polîtîkayên şerê taybet biandor dibin û got: “Gelê kurd tu caran li dijî vê serî netewand. Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin.” 

Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rapora encama atolyeyên “Li dijî Şerê Taybet Hevdîtina Jinan”  eşkere kir. Daxuyanî, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Çewligê hate eşkerekirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar piştî eşkerekirina raporê axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku demekî dirêj bi jinan re xebitîne û nêrînên xwe parve kirine. Çîgdem Kiliçgun Uçar, anî ziman ku ew dixwazin j bo azadiya jinan rêyekê ava bikin. Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û wiha got: “Çiyayên me hatin bombebarankirin, darên me hatin birîn û çemên me hatin qirêjîkirin. Xweza, di heman demê de hafizeya me bû. Li ser xwezaya me HES û JES çêkirin. Armanca şerê taybet ew e ku gelê kurd bêhafize bihêle. Birçîtî û xizanî li Kurdistanê zêde ye. Sedema vê jî polîtîkayên şer in.” 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, anî ziman ku dewlet li şûna li ber çareserkirina pirsgirêkên gel û jinan bigere, şer bêhtir gur dike û wiha pê de çû: “Ev şer herî zêde bandorê li jinan dike. Polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê jinan neçarî fihûşê dike. Leşker û polîsên li Kurdistanê ne tenê ji bo peywira xwe, di bin navê ‘hezkirinê’ de hewl didin jinên ciwan ‘bixînin.’ Ciwanan hînî tiryakê dikin. Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin.” 
 
‘JINÊN KURD SERÎ NETEWANDINE’
 
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku divê jin di 25’ê Mijdarê de li qadan dengê xwe derxînin û wiha got: “Heke hûn li dewletê binêrin dê bibêjin ‘cihêkarî tune ye.’ Belê heye. Dewlet tu caran naxwaze jin azad bibe. Ew jî dizane ku heke jin hişyar bibin dê gelek tişt biguherin. Divê jin biryarê bidin. Heke jin biryaran bidin zilam desteser dikin û dibêjin ‘me biryar daye.’ Dewletê çi kir? Peymana Stenbolê betal kir. Li Tirkiyeyê her tim jin tên qetilkirin û ev jî bi kêrî AKP-MHP’ê tê. Cezayê li jinan dibire. Di esasê xwe de nefeqe mafê me ye. Lê dewlet tu caran naxwaze jin nefeqeyê bigirin. Anku dibêjin ‘jin xizmetkara zilam e.’ Tifaqa li Kurdistanê ava kirin, bi hîzbîkontrayê re dîsa jinê hedef digire. Her kes li gorî xwe jinê dikuje. Lê jinên kurd her tim xwe li ser pêyan girtin û serî netewandine.” 
 
‘BILA BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE, PIRSGIRÊK ÇARESER BIBIN’ 
 
Herî dawî Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha qedand: “Em li her derê dibêjin; ‘bila birêz Ocalan azad bibe, pirsgirêk bên çareserkirin.’ Ew dibêjin ‘na.’ Baş dizane ku yên herî zêde daxwaza azadiya jinan dikin dê xwedî li Kurdistanê derkevin. Me jinan her tim dengê xwe derxist û dê bi hev re ji zilma dewletê re bibêjin na.” 
 

Sernavên din

09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya
08:38 Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
08:29 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
24/11/2024
16:46 Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
16:08 Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
15:59 Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
15:21 Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
14:17 Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
14:07 ‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
14:06 Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
13:34 Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
13:16 Tulay Hatîmogûllari: Me serî li ber rejîma faşîst netewand û dê netewînin
12:56 Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin
12:33 AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da
12:30 Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
12:30 NADA: Çareserî azadiya jinê ye
12:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket
11:55 Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e
10:59 Li Afyonê di qezayê de 30 kes birîndar bûn
10:58 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo îfadeyê çû emniyetê
10:45 Sewalvan li şûna îthalatê piştgiriyê dixwazin
10:17 Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin
10:05 Mukaddes Erdogdu Çelîk: Ji bilî Konfederalîzma Demokratîk tu çareserî nînin
09:20 Gunduz ê 31 sal in girtî ye ji doza ‘heqaret li serokkomar kiriye’ beraet bû
09:02 Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye
09:01 Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2024’AN
08:36 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi şertê hefsa malê hate berdan
23/11/2024
20:49 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser Pira Deh Derî olan da
20:44 Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jiyan jiyan azadî’ qedexe kir!
16:51 Li gelek bajaran protestkirina qeyûman: Em ê serî netewînin
16:44 Li Cizîrê di meşa 25'ê Mijdarê de tecrîd hat protestokirin
15:59 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em biryara ku vîna gel tune dihesibîne nas nakin
14:45 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin
13:42 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin
13:37 Li Wanê JINKART hat belavkirin
13:09 Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin
13:06 Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin
13:00 Kujerê Leyla Urenê hat girtin
11:35 Parêzer Bîlmez: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
10:29 Qeyûm Şaredariya Dêrsimê veguherand qereqolê
10:23 Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin
09:04 Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne
09:03 MA Musîc wê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke
09:01 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN
22/11/2024
22:11 DEM Partî: Qeyûm ferzkirineke teslîmiyetê ya pûç e
20:13 Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin
18:42 Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!
18:37 OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê
18:25 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin
16:10 Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
15:58 ‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’
15:05 Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne
14:18 Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
14:05 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
14:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina ciwanê winda didomin
13:27 Navenda Piştevaniya Jinê ya qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:19 Li Amedê ‘Komxebata di aboriyê de jin’ hat lidarxistin
12:46 Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin
12:15 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin
12:00 Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin
11:59 Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin
11:38 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 Ayşegul Dogan: Li şûna domandina tecrîdê guh bidin dengê Ocalan
11:29 Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!
11:04 Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
11:02 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
10:29 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:18 AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
09:39 Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
09:38 TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
09:05 Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?
09:04 Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
09:00 ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN
21/11/2024
20:49 Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
19:57 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
19:21 Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
19:01 Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
18:34 Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
14:22 Hevserokên Giştî û Erbakan daxuyaniyê didin
14:20 DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
13:27 Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
13:21 DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be
13:04 Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
12:55 Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
12:50 Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
12:45 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
12:32 Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
12:01 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
11:09 Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive