Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê: Bila GGM bên girtin

  • jin
  • 15:40 18 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê têkildarî binpêkirinên li GGM’an li dijî jinên penaber tên kirin daxuyanî dan. Hat diyarkirin ku dê têkoşîna wan a li dijî sepanên dermirovî bidome û xwestin GGM bên girtin. 

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê, bi dirûşma “Em li dijî cihêkariya li dijî jinên koçber û penaberin” xwestin li pêşiya Navenda Paşveşandinê (GGM) ya li Çatalcayê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan bi hinceta biryara “qedexeya çalakiyan” destûr nedan. Li ser vê yekê jinan li avahiya DEM Partiyê ya Avcilarê daxuyanî dan. Nûnerên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî û nûnerên gelek rêxistinên jinan tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî cihêkariya li dijî jinên koçber û penaberin” hate hilgirtin. Jinan, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Jinên koçber bi tenê nînin” berz kirin. 
 
LI GGM’AN ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XERAB HEYE 
 
Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal diyar kir ku li GGM’an li dijî koçber û penaberan îşkence û muameleya xerab tê kirin; nikarin mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin û xwarin û vexwarina wan gelek xerab e. Kamîle Kandal, da zanîn ku jin ji ber nasnameya xwe rastî cihêkarî, nîjadperestî û tundiyê tên, rayedar li jinan dixin, heqaret lê tê kirin û rastî tacîzê tên. Di heman demê de hate gotin ku xizmet bi zimanê dayikê nayê kirin, nikarin ji xizmeta hiqûq û parêzeran sûd bigirin. 
 
Kamîle Kandal bi bîr xist ku dîmenên koçberên li GGM’a Çatalcayê ku di 31’ê cotmeha 2024’an de ji bo mafên xwe çalakî li dar xistin derketine holê. kamîle Kandal got ku polîs ketine hundir, muamaleya xerab û îşkence li koçberan hatiye kirin û nehiştine bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Kamîle Kandal got ku heman tişt li GGM’a Tuzlayê jî qewimî ye. 
 
 ‘EM TÊKOŞÎNA XWE MEZIN DIKIN’ 
 
Kamîle Kandal got ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiya mêr-dewletê mezin bikin, piştevaniya xwe ya bi jinan re xurtir bikin, dê rê nedin nîjadperestî, dijminatî û nefreta li hemberî koçber û penaberan. Kamîle Kandal anî ziman ku ji bo bidawîkirina sepanên dermirovî yên li GGM’an dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Parlamenter Ozgul Sakî jî anî ziman ku koçber di navbera dewletan de weke mijara bazariyê tên bikaranîn û xwest GGM tavilê bên girtin. 
 
DAXWAZ 
 
Piştre jî ev daxwaz ji Serokatiya Daîreya Koçberiyê û Wezareta Karên Hundir hatin kirin: 
 
“*Dema jinên koçber li dijî tundiya mêr serlêdanê dikin divê tevdîr were girtin ku ji GGM’an neyên sewqkirin, divê hejmara kesên di qawîşên GGM’an de guncav be, alavên razanê, av û xwarin paqij bin. 
 
*Divê penaber ne bi komî, li gorî qeydên tipê bên muayenekirin. Ji bo pêşîlêgirtina îşkence, muameleya xerab, tacîza zayendî, bertîl û sûcên mîna wan ên peywirdar dikin, lêpirsîn bên destpêkirin. Divê derfeta serlêdanên hiqûqî bidin koçberan.”
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû. 
 

Sernavên din

09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya
08:38 Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
08:29 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
24/11/2024
16:46 Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
16:08 Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
15:59 Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
15:21 Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
14:17 Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
14:07 ‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
14:06 Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
13:34 Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
13:16 Tulay Hatîmogûllari: Me serî li ber rejîma faşîst netewand û dê netewînin
12:56 Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin
12:33 AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da
12:30 Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
12:30 NADA: Çareserî azadiya jinê ye
12:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket
11:55 Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e
10:59 Li Afyonê di qezayê de 30 kes birîndar bûn
10:58 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo îfadeyê çû emniyetê
10:45 Sewalvan li şûna îthalatê piştgiriyê dixwazin
10:17 Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin
10:05 Mukaddes Erdogdu Çelîk: Ji bilî Konfederalîzma Demokratîk tu çareserî nînin
09:20 Gunduz ê 31 sal in girtî ye ji doza ‘heqaret li serokkomar kiriye’ beraet bû
09:02 Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye
09:01 Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2024’AN
08:36 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi şertê hefsa malê hate berdan
23/11/2024
20:49 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser Pira Deh Derî olan da
20:44 Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jiyan jiyan azadî’ qedexe kir!
16:51 Li gelek bajaran protestkirina qeyûman: Em ê serî netewînin
16:44 Li Cizîrê di meşa 25'ê Mijdarê de tecrîd hat protestokirin
15:59 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em biryara ku vîna gel tune dihesibîne nas nakin
14:45 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin
13:42 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin
13:37 Li Wanê JINKART hat belavkirin
13:09 Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin
13:06 Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin
13:00 Kujerê Leyla Urenê hat girtin
11:35 Parêzer Bîlmez: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
10:29 Qeyûm Şaredariya Dêrsimê veguherand qereqolê
10:23 Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin
09:04 Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne
09:03 MA Musîc wê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke
09:01 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN
22/11/2024
22:11 DEM Partî: Qeyûm ferzkirineke teslîmiyetê ya pûç e
20:13 Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin
18:42 Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!
18:37 OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê
18:25 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin
16:10 Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
15:58 ‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’
15:05 Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne
14:18 Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
14:05 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
14:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina ciwanê winda didomin
13:27 Navenda Piştevaniya Jinê ya qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:19 Li Amedê ‘Komxebata di aboriyê de jin’ hat lidarxistin
12:46 Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin
12:15 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin
12:00 Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin
11:59 Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin
11:38 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 Ayşegul Dogan: Li şûna domandina tecrîdê guh bidin dengê Ocalan
11:29 Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!
11:04 Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
11:02 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
10:29 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:18 AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
09:39 Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
09:38 TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
09:05 Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?
09:04 Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
09:00 ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN
21/11/2024
20:49 Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
19:57 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
19:21 Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
19:01 Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
18:34 Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
14:22 Hevserokên Giştî û Erbakan daxuyaniyê didin
14:20 DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
13:27 Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
13:21 DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be
13:04 Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
12:55 Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
12:50 Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
12:45 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
12:32 Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
12:01 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
11:09 Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive