Gulistan Kiliç Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tayînkirina qeyûman hêsantir bike

img

ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku îktîdar ji bo tayînkirina qeyûman hêsantir bike dê pêşniyarqanûnê bîne Meclisê û wiha got: “Dixwazin vê pêşniyarqanûnê ji Meclisê derbas bikin.” 

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî serdegirtina rêxistina partiya wan a Esenyurtê de da û got ku divê kesên her roj aqilî didin wan ji ewil aqilê xwe bînin serê xwe û li gorî hiqûqê tevbigerin. 
 
Têkildarî “Çeteya Yenîdoganê” jî Gulistan Kiliç Koçyîgît got ku ew dozê dişopînin û da zanîn ku agahiyên derheqê endamên çeteyê de pir zû de hatine behevkirin lê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar û rêveberên Lijneya Ewlehiya Tenduristiyê ev rewş veşartine. Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê niha hewl dide ji wir rantê bixwe û got ku heta niha Wezîrê Tenduristiyê îstîfa nekiriye û kesek ji peywirê nehatiye girtin. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got ku divê ji hemû kesên para wan di vê bûyerê de hene hesabê bidin. Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku ev bûyer nîşan dide bê ka Tirkiye çawa veguheriye dewleteke çeteyan. 
 
'MILYONAN KES LI DIJÎ TECRÎDÊ DIQÎRIN’ 
 
Têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî Gulistan Kiliç Koçyîgît  ev tişt anî ziman: “Bi milyonan kes li dijî tecrîdê, derhiqûqtiya qeyûm û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li qadan diqîrin. Bi milyonan kes ji bo maf, hiqûq, demokrasî, edalet û aştiyê dibêjin bila tecrîd rabe û şert û mercên birêz Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadiyê bên amadekirin.” 
 
Di berdewama axaftina xwe de Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser salvegera Komkujiya Dêrsimê û got ku ew ê destûrê nedin heqîqeta Dêrsimê were reşkirin û bêrêzî li Seyîd Riza û gelê Dêrsimê bê kirin. 
 
‘HEWL DIDIN TAYÎNKIRINA QEYÛMAN BIKIN QANÛN’ 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, da zanîn ku dê pêşniyarqanûneke ji 48 xalan pêk tê pêşkeşî Meclisê were kirin û ev agahî da: “Dixwazin di Di 17 qanûnan û di KHK’ê de guhertinê bikin. Ji van 13 jê ji hêla AYM’ê ve hatine betalkirin. Xala herî girîng jî xala 3’yemîn e ku têkildarî mifetîşên mulkiyeyê ye. Ev xal tam jî qanûna qeyûm e. Hewl didin sererastkirina qeyûm li gorî qanûnan amade bikin. Bi vê yekê re dê tayînkirina qeyûman hêj hêsantir bikin.”
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir ku teklîfa wan a ji bo mûçeyê kêmtirîn jî 35 hezar lîre ye. 
 
'ROJANE 3 JIN LI TIRKIYEYÊ TÊN QETILKIRIN’ 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser 25’ê Mijdarê û got ku li Tirkiyeyê rojane herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku di encama têkoşîna jinan de beşa têkildarî paşnavê jinan ji Paketa Darazê ya 9’emîn hatiye derxistin û got dê têkoşîna wan bidome. 
 
ZAROKÊN DI ŞEWATÊ DE MIRÎN 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Hefteyek berê li Selçûkê 5 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Mixabin berdevkên îktîdarê dayika wan sûcdar kir. Em vê qebûl nakin. Diviya pirsa ‘ew zarok çima li malê bi tenê man’ bihata kirin. Li vî welatî jin û zarok bêparastin in. AKP’ê êrişî civakê, zarokan, jinan û kedkaran dike. Divê em heta dawiyê li dijî wan têbikoşin.”
 

Sernavên din

09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya
08:38 Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
08:29 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
24/11/2024
16:46 Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
16:08 Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
15:59 Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
15:21 Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
14:17 Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
14:07 ‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
14:06 Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
13:34 Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
13:16 Tulay Hatîmogûllari: Me serî li ber rejîma faşîst netewand û dê netewînin
12:56 Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin
12:33 AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da
12:30 Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
12:30 NADA: Çareserî azadiya jinê ye
12:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket
11:55 Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e
10:59 Li Afyonê di qezayê de 30 kes birîndar bûn
10:58 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo îfadeyê çû emniyetê
10:45 Sewalvan li şûna îthalatê piştgiriyê dixwazin
10:17 Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin
10:05 Mukaddes Erdogdu Çelîk: Ji bilî Konfederalîzma Demokratîk tu çareserî nînin
09:20 Gunduz ê 31 sal in girtî ye ji doza ‘heqaret li serokkomar kiriye’ beraet bû
09:02 Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye
09:01 Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2024’AN
08:36 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi şertê hefsa malê hate berdan
23/11/2024
20:49 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser Pira Deh Derî olan da
20:44 Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jiyan jiyan azadî’ qedexe kir!
16:51 Li gelek bajaran protestkirina qeyûman: Em ê serî netewînin
16:44 Li Cizîrê di meşa 25'ê Mijdarê de tecrîd hat protestokirin
15:59 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em biryara ku vîna gel tune dihesibîne nas nakin
14:45 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin
13:42 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin
13:37 Li Wanê JINKART hat belavkirin
13:09 Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin
13:06 Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin
13:00 Kujerê Leyla Urenê hat girtin
11:35 Parêzer Bîlmez: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
10:29 Qeyûm Şaredariya Dêrsimê veguherand qereqolê
10:23 Alî Orek piştî 31 rojan li Hezexê hat definkirin
09:04 Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne
09:03 MA Musîc wê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke
09:01 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2024'AN
22/11/2024
22:11 DEM Partî: Qeyûm ferzkirineke teslîmiyetê ya pûç e
20:13 Qeyûm tayinînî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hatin kirin
18:42 Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!
18:37 OHD: Astengkirina berdanê ji bo girtiyên siyasî veguheriye pergala îşkenceyê
18:25 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin
16:10 Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
15:58 ‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’
15:05 Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne
14:18 Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
14:05 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
14:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina ciwanê winda didomin
13:27 Navenda Piştevaniya Jinê ya qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:19 Li Amedê ‘Komxebata di aboriyê de jin’ hat lidarxistin
12:46 Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin
12:15 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin
12:00 Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin
11:59 Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin
11:38 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 Ayşegul Dogan: Li şûna domandina tecrîdê guh bidin dengê Ocalan
11:29 Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!
11:04 Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
11:02 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
10:29 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:18 AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
09:39 Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
09:38 TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
09:05 Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?
09:04 Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
09:00 ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN
21/11/2024
20:49 Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
19:57 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
19:21 Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
19:01 Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
18:34 Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
14:22 Hevserokên Giştî û Erbakan daxuyaniyê didin
14:20 DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
13:27 Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
13:21 DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be
13:04 Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
12:55 Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
12:50 Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
12:45 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
12:32 Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
12:01 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
11:09 Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive