MÊRDÎN - Ji ber barîna zêde li gundê Dihemê yê Qoserê malek tebiqî û 2 welatiyên di bin de mabûn birîndar bûn.
Şevê din li gundê Dihemê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji ber barîna zêde maleke ji kerpîçê tebiqî. Dema avahî tebiqî 2 welatî di bin de man. Welatî bi alîkariya gundiyan û komên AFAD’ê bi birîndar hatin derxistin. Piştî mudaxileya ewil, her du welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Tedawiya welatiyan a li nexweşxaneyê didome.