NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê kolbera jin a bi navê Pirşeng Qubad Zahirî ya ji Paweyê qetil kirin û bav û birayê wê jî binçav kirin.
Li gorî nûçeyên di medyaya rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, kolbera jin a bi navê Pirşeng Qubad Zahirî (26) a xelkê gundê Hane Germele ya ser bi navçeya Newsud a girêdayî Paweyê, di encama gulebarana hêzên Îranê de bi giranî birîndar bû. Hat gotin piştî Pirşeng Qubad rakirin yek ji nexweşxaneyên Kirmaşanê û li wê derê jiyana xwe ji dest da.
Li gor heman nûçeyê, Pirşeng zewiciye, zarokek wê heye. Hat diyarkirin ku piştî kuştina Pirşengê, hêzên Îranê bav û birayekî wê jî binçavkirine.
Li gor amarên malpera Kolbernews’ê, di şeş mehên destpêkê yên îsal de 142 kolber li deverên sînor û rêyên di navbera parêzgehên Azerbaycana Rojava, Sine û Kirmaşan de ji ber êrişên rasterast ên hêzên îranê, serma, teqîna mayînan û ji çiyê ketina xwar de mirine yan jî birîndar bûne. Ji van 10 jê temenê wan di jêr 18 saliyê re ne.