NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê di 2024’an de meşandine eşkere kir. HSD’ê diyar kir ku 17 DAIŞ’î hatine kuştin û 278 jî hatine girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya 2024'an a çalakî û operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê eşkere kir. HSD’ê diyar kir ku hêzên wan di sala 2024'an de gelek serkeftin li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ'ê bi dest xistin. HSD’ê, destnîşan kir ku çalakiyên hêzên wan bûn sedema kêmbûna xetereya terorê li ser asta xwecih û navneteweyî. HSD’ê wiha domand: “Hêzên me bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê bi dehan operasyonên ewlehî û çalakiyên leşkerî yên serkeftî li dar xistin. Di encama van çalakiyan de, emîr û rêveber jî di nav de, bi sedan terorîst hatin girtin. Şaneyên hatin girtin agahiyên îstîxbaratî, çek û alavên leşkerî û fînanse didan şaneyên terorîst.”
Bi domdarî HSD’ê wiha got: “Ji ber hişyariya hêzên me, gelek bombe hatin tesbîtkirin û bêbandorkirin, rê li ber teqîn û texrîbatan hate girtin. Ji bo têkbirina kozikên DAIŞ'ê jî, bi taybetî li ser sînorê Sûriye-Iraqê, herêmên bejahî, kampa Holê û derdora wê operasyonên lêgerînê hatin lidarxistin. Hêzên me gelek dever zuha kirin ku ji bo çalakiyên endamên DAIŞ'ê yên terorîst dibû destek. Bi vê yekê rê neda ku DAIŞ'î xwe bigihînin niştecihan û wan şantaj bikin. Hêzên me dilê niştecihên wan herêman rihet kir, li derdora girtîgehan ewlehî sepand û li ber şaneyên rêxistina terorîst girt.”
BÎLANÇO
HSD’ê, bîlanço jî wiha eşkere kir: “Hêzên me 98 operasyon li dar xistin; di çalakiyan de 6 jê serçete bi giştî 17 terorîst hatin kuştin û 278 jî hatin girtin. Miqdareke mezin a çek û teqemeniyan, madeyên çêkirina teqemenî û bombeyan hatin desteserkirin. Şaneyên rêxistina terorê jî 113 êriş pêk anîn. Hêzên me 46 êriş têk birin. Hêzên me ji bo xelaskirina herêmê û cîhanê ji xetere û terora DAIŞ'ê bi hezaran şehîd û birîndar dane. Hêzên me teqez dikin ku dê têkoşîna li dijî rêxistina terorîst bidomînin.
Tevî mijûlbûna wê bi bersivdayîna êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, tevî zêdebûna gefên Tirkiyeyê ku ji bo tevgera şaneyên DAIŞ û rêxistinên din dibe zemînek jî, lê hêzên me radigihîne ku dê pabendî xebata hevpar a bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê be."