RIHA - Şanogerê Kurd Bavê Teyar di êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da. Hevalê wî Îsa Oso qala Bavê Teyar kir û wiha got: “Bavê Teyar bû stêrkek ku rê nîşanî me dide. Wî soz da şehîdan, em jî soz didin wî û dê heta hetayê xwedî li vê sozê derkevin.”
Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê di 18’ê Çileyê de êrişî Bendava Tişrînê kir. Di êrişê de Şanoger Bavê Teyar (Cûma Xelîl Îbrahîm) jî jiyana xwe ji dest da. Cûma Xelîl Îbrahîm, di sala 1957’an de li Qamişloyê ji dayik bû û zêdetirî 30 salan ji bo şanoya Kurdî ked da. Di lîstikên xwe de li ser welatparêzî, parastina welat, yekitiya neteweyî û têkoşîna gelê Kurd sekinî. Cûma Xelîl Îbrahîm, di sala 1998’an de tevî komeke hevalên xwe “Koma Şanoyê ya Şehîd Osman” ava kir.
Yek ji endamên komê jî Îsa Oso ye ku tevî Cûma Xelîl Îbrahîm di gelek kurtefîlm û fîlmên dirêj de cih girt. Îsa Oso, têkildarî êrişê dewleta tirk û têkoşîna Cûma Xelîl Îbrahîm axivî.
'BERXWEDANEKE MÎNAKA WÊ TUNE YE’
Îsa Oso, da zanîn ku êrişên dewleta tirk û SMO’yê di demên dawî de zêde bûne û got: “Êrişên ser Bendava Tişrînê didomin. Piştî hilweşîna rejîma Baasê valahiyek çêbû. Her dewleta planên wê li ser herêmê hene, dixwaze ji vê valahiyê sûdê bigire. Para herî mezin jî dewleta tirk dixwaze. Çima Tirkiye? Ji ber ku hêj jî xeyalên wê yên Osmanî heye. Dixwaze dîsa gelên di bin serdestiya Osmaniyan de bigire bin kontrola xwe. Bi vê mebestê jî dixwazin xaka li Sûriyeyê dagir kirî tevî xaka xwe bike.”
Bi domdarî Îsa Oso bi bîr xist ku HTŞ’ê di 26’ê Mijdara 2016’an de li dijî Şamê êriş daye destpêkirin û dewlet tirk jî bi awayekî hemwext dest bi êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye û wiha got: “Tirkiyeyê armanc kir bi lez û bez xaka Rêveberiya Xweser dagir bike. Lê hesaba berxwedaneke ewqas mezin nekiribûn. Berxwedana HSD’ê xeyalên wan vala derxist. Cara ewil YPG û YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan. Gelê Kurd û HSD’ê li dijî tarîtiyê şer kir. Bi roja ye êrişên mezin dibin ser Bendava Tişrînê û Qereqozaqê. Di van êrişan de sûcên şer dikin. Sivîlan bombebaran dikin. Tirkiye ne cara ewil e ku sûcên şer dike. Lê nekarîn îradeya şervanên li Tişrîn û Qereqozaqê bişikînin. Di dîrokê de berxwedaneke bêmînak heye.”
'ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ TÊ JIYÎN’
Di berdewamê de Îsa Oso anî ziman ku li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê ji 8’ê Çileyê ve çalakiya nobetê didome û wiha pê de çû: “Mînaka vê berxwedanê li cîhanê nîne. Heke li cihekî şer hebe, dema sivîl hatin ew şer disekine. Li qada şer şervan dimînin. Lê belê di berxwedana Bendava Tişrînê de ev rewş guherî. Gel bêyî dudilî berê xwe da herêma şer û 26 roj in li gel şervanên xwe ye. Şervanên ku îro bendavê diparêzin, zarokên gelê li wir nobetê digirin in. Malbatên van şervanan jiyana xwe diavêjin xetereyê û li rex zarokên xwe cih digirin. Ji hêla manewî ev bêhempa ye. Dema dibêjin ‘Şoreşa Rojava şoreşa gelan e’ qala vê rewşê tê kirin. Tevahiya civakê şoreşger e û li ber xwe dide. Ne tenê şervan, xwişk, bira, bav û dayikên şervanan jî li ber xwe didin. Zarokê herî biçûk jî diçe dibistanê, hînî zimanê xwe dibe û li ber xwe dide. Îro kes tune ye ku li ber xwe nede. Şerê Gel ê Şoreşgerî tam jî ev e.”
BAVÊ TEYAR VEGOT
Îsa Oso, da zanîn ku dewleta tirk û SMO bi zanebûn sivîl, rojnameger, siyasetmedar û hunermendan hedef digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojnameger ji bo heqîqet neyê zanîn hedef hatin girtin. Siyasetmedar civakê birêxistin dikin û zana dikin lewma hedef tên girtin. Naxwazin civak were avakirin. Hunermendan jî ji bo qirkirina çandî hedef digirin. Qetilkirina Bavê Teyar em tevek pir êşand. Êşeke mezin xist dilê ne tenê Kurdan, her kesên ew bihîstî, navê wî dizanin. Bavê Teyar ne tenê ji Qamişlo û Rojava bû. Ev 30 sal in li her çar parçeyên Kurdistanê filmên wî ketin her malê. Kesên ji ber zilmê reviyayin Ewropayê jî filmên wî dîtin û hesta wan a welatparêziyê pêş ket. Bavê Teyar, ji bo şanoya Kurdî stûneke mezin bû. Di demekê ku tu kesî ji tirsan nedikariyan bi Kurdî biaxivin derket holê. Rejîma Baasê nedihişt Kurd navên bi Kurdî jî li zarokên xwe bikin û zextekî giran li ser gel dikir. Di demekî wiha de bêyî bitirse şanogeriya Kurdî kir. Bi zimanekê qedexe gelê xwe kenand û zana kir. Lewma her kesî jê hez kir.”
'TENÊ HUNERA XWE PÊŞKEŞ NEKIR’
Îsa Oso got ku dema Bavê Teyar rola xwe dilîst pir bi xwezayî tevdigeriya û wiha dom kir: “Bi xwezayî tevdigeriya lewma civakê zêde jê hez kir Her kesî ji wî hez dikir lê zarokan bêhtir jê hez dikir. Gelek zarok bi saya filmên wî hînî Kurdî bûn. Di her filmê xwe de bal kişand ser pirsgirêkên civakê û ji bo çareseriyê peyam da. Pirsgirêkên civaka Kurd ên ji hêla zîhniyet, exlaq û nirxan ve kir rojeva xwe û xwest rastiyan nîşan bide. Armanca wî ew bû ku di avakirina civaka exlaqî de para wî hebe. Peywira hunermendekî ne tenê ew e ku li ser dikê rola xwe bilîze. Hunermend dema ser dikê hate xwarê, peywira wî ew e ku pirsgirêkên civakê bibîne û çareser bike. Ev yek herî zêde jî Bavê Teyar hînî me kir. Bavê Teyar li ser dikan tenê hunera xwe pêşkeşî me nekir. Li her kolan, dawet û her cihî hunera xwe kir.”
'DI PEYAMÊN XWE DE DIJÎ’
Îsa Oso, got; “Bavê Teyar hunermendekî şoreşger bû” û axaftina xwe wiha qedand: “Ji destpêka salên 1990’î ve di nava şoreşê de cih girt û bi nirxên xwe re dilsoz bû. Ji bo her kes xwedî li van nirxan derkeve tişta ji dest hat dikir. Di peyama xwe ya dawî de jî ev yek nîşan da. Dibe ku ji hêla fîzîkî ve tune be lê peyamên wî hêj dijîn. Ev peyam dê her tim rê nîşanî me bidin. Em ê heta dilopa xwîna laşê xwe ya dawî jî li ser rêça peyamên wî bin. Di dîrokê de gelek hunermendên me di şoreşê de şehîd bûn. Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin. Bavê Teyar bû stêrkek ku rê nîşanî me dide. Wî soz da şehîdan û het dawiyê li ser soza xwe sekinî. Me jî soz da wî û em jî dê heta dawiyê xwedî li soza xwe derkevin.”
MA / Emrullah Acar