AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bang li îktîdarê kir ku dev ji dijminatiya li Kurdan bede û got: “Hêviya me ne Erdogan ne jî Devletî Bahçelî ye. Hêviya me Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi dirûşma “Rêxistinbûn azadbûn e” 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li eywaneke dawetan a li navçeyê hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li bûn. Li eywana kongreyê pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Jin û Çapemeniya Azad nayên bêdengkirin”, “Em ji bo jiyaneke azad û wekhev biisrar in, li dijî şer in”, “Na ji şer û dagirkeriyê re” hatin daliqandin. Di kongreyê de gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “ Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Gulşen Ozer di kongreyê de bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Em bihêz in û kesek nikare pêşiya Kurdan bigire.”
OZTURK: GELÊN TIRKIYEYÊ JI BER ŞER WINDA DIKIN
Piştre jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û bal kişand ser êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ozturk, wiha got: “Armanca ji van êrişan ew e ku pêşî li ber statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin. Kurdên xwedî li nasname, çand, îrade û dîroka xwe derdikevin naxwazin. Lê belê çawa ku Kurdên li her çar parçeyan li Kobanê bûbû yek, dê wan û çeteyên wan vala derxîne.”
Bi domdarî Ozturk, îşaret bi krîza aborî ya ku roj bi roj girantir dibe kir û ev nirxandin kir: “Sedema vê krîzê, şer e. Bi şerê niha re kî winda dike? Gelên Tirkiyeyê winda dikin. Sedema vê jî dijminatiya li Kurdan e. Dibêjin qey dê bi dijminatiya li Kurdan re encamekî bidest bixin lê dê tu tiştekî bidest nexin. Bila tu kes hewl nede gelê Kurd û gelên Kurdistanê bixapîne. Em ê rêxistiniya xwe, têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Armanca wan çiye nizanim lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 93’yan heta niha di her firsetê de got aştî. Em hêviya xwe na girêdin Erdogan û Devlet Bahçelî. Hêviya me, têkoşîn û berxwedana em gihandin van roja ye. Hêviya me Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gelê Kurdistanê ye. Bila baş bi vê bizanin.”
Piştî axaftinan hilbijartin hate kirin û Medenî Kavak û Remziya Akinci ku ji yek lîsteyê ketibûn hilbijartinê, weke hevserokên nû yên Rezanê hatin hilbijartin.