*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newrozê weke dîroka ji nû ve afirandinê pênase dike û dibêje ger wê jiyan hebe, divê azad be û dest bi têkoşîneke mezin a hêviyê kirine.
* Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif destnîşan kir ku bi peymana di navbera HSD û HTŞ'ê re dê hemû kêmaniyên Sûriyeyê bên parastin û got: “Ji bo çareseriyê dê tu kes li derve nemîne.”
* Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakîn daxuyaniya Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de weki "manîfesto" nirxand û got: "Em bang li her kesî dikin ku xwedî berpirsyarî û însiyatîfê bin."
* Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Eskîşehîrê girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel ê 30 sal ın gırti ye, berdana wi 3 mehan hat taloqkirin.
* Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn diyar kir ku divê pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd ne tenê bi siyasetmedaran re, bi hiqûqnasan re jî di nava ahengekê de bê meşandin.
* Endamê DEM Partiyê Zulkuf Ûçar diyar kir ku ji bo pêvajo bi ser bikeve divê gavên pêbawer bên avêtin û bal kişand ser biryara "mafê hêviyê" ya DMME'yê û got: "Divê biryara mafê hêviyê demildest bê pêkanîn. Ev dê bibe bingeha herî xurt a çareseriyê."
* Di 10 salên di ser qedexeya derve Nisêbînê re derbas bûn de, mînakên DNA'yê yên malbatên ji bo zarokên xwe bigirin dan hatin windakirin û cenaze nehatin teslîmkirin.
* Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku gel dixwaze di Newrozê de peyama bidîmen a Abdullah Ocalan were weşandin.
* Li navçeya Liceyê ya Amedê dê agirê ewil ê Newroza îsal were vêxistin. (10.00) ZINDÎ
* Li Wan û Êlihê dê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê daxuyanî were dayin. (10.00-14.00)
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê îro bi TÎP, Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê re hevdîtinan bikin. (11.00-16-30) ZINDÎ
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê bi jinên CHP, DEVA û TÎP’î re bicive. (12.00-16.00)
* “Civînên Gel ên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” dê li gelek bajaran bidomin. (13.00-15.00)
* Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê dê tayînkirina qeyûm were protestokirin. (13.30)
* Danişîna 3’yemîn a doza Ayşegul A. ku bi sûcên “sivik birîndarkirin” û “Dîmen û dengên têkildarî jiyana taybet de îfşa kiriye” tê darizandin dê li 2’yemîn Dadgeha Giştî ya Colemêrgê bê lidarxistin. (13.30)