MERSÎN - Di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûman a ji bo Şaredariya Akdenîzê tê lidarxistin de, êrîşên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê hate şermezarkirin.
Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûman a ji bo Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê ku di 14 'ê Çileyê de hatibû destpêkirin, berdewam dike. Di çalakiya îro de tevî nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl hejmareke zêde kes beşdar bûn. Di çalakiya nobetê de pankarta bi nivîsa "Rejîma qeyûm darbeya li dijî vîna gel e" hate vekirin.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Mersînê Bedriye Kûş nerazîbûn nîşanî dîlgirtina hevşaredar û endamên meclîsê da û wiha got: "Hevalên me bi dosyayên bi temamî derewîn rehîn tên girtin. Şaredariya Akdenîzê ya ku we bi awayekî bêhiqûqî hatiye xespkirin, divê radestî vî gelî bikin. Divê şaredar û endamên me yên meclîsê tavilê bên berdan."
NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ KOMKUJIYA ELEWIYAN
Bedriye Kûş êrîşên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê weke "qirkirin" bi nav kir û wiha got: "Hedefgirtina mirovên bêguneh ji ber bawerî yan jî nasnameyên wan, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û nabe ku li pêşberî vê hovîtiyê bêdeng bimînin. Em bang li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û dewletên pêwendîdar dikin ku tavilê ji bo tespîtkirin û darizandina berpirsyarên vê komkujiyê gavên şênber biavêjin."
Hevserokê Şaxê Mersînê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gazî Încî tayînkirina qeyûman weke derba herî mezin a li demokrasiyê pênase kir û wiha got: "Darbeya li dijî Şaredariya Akdenîzê hem jî li dijî şaredariyên din dewam dike. Ev şaredarî ne tenê ji partiyeke siyasî re hatiye girtin, ev şaredarî li hemberî gel hatiye dorpêçkirin û ev 2 meh in dorpêç dewam dike."