ENQERE - Tedawiya Akademîsyenê Aştiyê Cenk Yîgîter ku li pêşiya mala xwe rastî êrişa çekdarî hatibû û birîndar bûbû, didome.
Akademîsyenê Aştiyê Cenk Yîgîter li pêşiya mala xwe ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê rastî êrişa çekdarî hatibû. Yîgîter ku di êrişê de birîndar bûbû, rakirin beşa lênihêrtina awarte ya Nexweşxaneya Îbn-î Sînayê. Ji bo tevdîr û çavdêriyê, tedawiya Yîgîter a li vê beşê tê domandin. Tê payin ku Yîgîter di nava rojê de ji vê beşê were derxistin lê dê tedawiya wî heta hefteyeke din bidome.