NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan banga “destûra bingehîn a nû” kir û got: “Em destûra bingehîn a nû ne ji bo xwe, ji bo welatê xwe dixwazin. Derdekî min ê jinûvehilbijartinê nîne.”
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di vegera serdana xwe ya Macaristanê de pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan, bal kişand ser biryarên kongreyê yên PKK’ê û got: “Her ku DEM Partî ji wesayeta çekê xelas dibe, derfetê dibîne ku têkoşîna xwe ya siyasî bi awayên cuda bimeşîne. Li Meclisê zêdetirî 50 wekîlên wan hene. Hêj xurtir meşandina siyasetê dê avantajên nû bo DEM’ê çêbike. Di serdema nû de heke DEM ferqa xwe raber bike, ev yek dê hem ji bo girseya wan hem jî welatê me bixêrtir be.”
BANGA DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ
Erdogan, ba kişand ser nîqaşên ser destûra bingehîn a nû û ev tişt anî ziman: “Tirkiye diguhere, dinya diguhere. Em, di serdemeke nû de dijîn, ber bi serdemeke nûtir ve diçin. Di demeke dinya ewqas zû diguhere de ma pêkan e ku Tirkiye bi destûra bingehîn a di rêzikên wê de zîhniyeta darbekar heye xwe bigihîne cihekî? Ma ev 40 sal in em nabînin ka yekkirina civakê ya bi vê destûra bingehîn a darbekaran nivîsandî çiqasî zehmet e? Ma her kes nizane ku di bingeha gelek pirsgirêkên em îro dijîn de ev destûra bingehîn a derbeyê heye? Di tevahiya jiyana xwe ya siyasî de min her tim got ku pêdiviya Tirkiyeyê bin destûreke bingehîn a sivîl, demokratîk û azadîxwaz heye. Ez îro heman tiştî diparêzim. Tirkiye êdî nikare bi destûra bingehîn a derbekaran nivîsandî bimeşe. Pêdiviya me ne bi destûra bingehîna derbekaran nivîsandî, bi ya sivîlan amade kirî heye. Weke Ak Partiyê em ji bo vê dixebitin. Di vê mijarê de me hinek peywir dan çendek hevalan. Tevahiya meseleyê ev e, gelo dê CHP bi me re bikeve rêwîtiya çêkirina destûreke bingehîn a sivîl an na? Ya girîng ev e. Em dibêjin; werin em dest bidin hev. Em komîsyonên xwe ava bikin, bi rêya van komîsyonan yekser destûreke bingehîn a sivîl çêbikin û pêşkeşî gelê xwe bikin.”
‘EM DIKARIN BILEZÛBEZ ŞANDEYÊN XWE AVA BIKIN’
Di berdewamê de Erdogan ev tişt anî ziman: “Bila hem netewî be hem jî xwecihî be. Îşala Tirkiye destûreke bingehîn a wiha bibîne, bijî. Ji bo nebûna wê tu sedem tune ne. Di mijara çar xalên wê yên ewil de tu pirsgirêk nînin. Anku weke AK Partiyê tu pirsgirêka me nîne û partiyên din jî piraniya wan pirsgirêkeke wan a wiha nîne. Madem di mijara van çar xalan de tu pirsgirêk nînin, wê demê dimîne tenê diyarkirina nexşerêyê. Em dikarin bilezûbez şandeyên xwe ava bikin. Di serdema serokwezîrtiya min de me xebatekî wiha kiribû, dikarin dîsa bikin, dê gelek dema me negire. Em destûra bingehîn a nû ne ji bo xwe, ji bo welatê xwe dixwazin. Derdekî min ê ji bo dîsa bêm hilbijartin an jî dîsa bibim namzet tune ye.”