NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Ekrem Berekat ku bi wêneyê Cîhan Bîlgîn li Casenê merasîm şopand diyar kir ku ew têkoşîna rojnamevanên hatine qetilkirin didomînin û got, "Wê dixwest heqîqeta rojên wiha dîrokî raxe ber çavan.”
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK'ê li Şikefta Casenê bi merasîmekê çekên xwe îmha kir. Berê humû cîhanê li merasîma dîrokî bû ku têkoşîna 52 salan, mehek û hefteyekê guhertineke nû pêk anî û hejmareke bi sînor kesan merasim şopandin. Her wiha hejmara rojnamegeran sînordar ma, lê gelek ji saziyên çapemeniyê yên cuda û ji gelek welatên cîhanê rojnamegeran merasim şopandin.
Rojnameger Ekrem Berekat ji roja ewil a şoreşa Rojava heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamegeriyê dike û ew jî wek rojnameger beşdarî merasîma dîrokî bû. Berekat di heman demê de di bin banê Yekitiya Ragihandina Demokratîk de xebatên xwe didomîne.
Berekat bi wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di 19’ê Kanûna 2024’an de ji aliyê SÎHA’yên Tirkiyeyê ve hatibûn qetilkirin, merasîma 11’ê Tîrmehê şopand.
‘RUHÊ WÊ LIGEL ME BÛ’
Berekat ku diyar kir ku ew 7 salan bi Cîhan Bîlgîn re xebitî ne û wiha got: "Ger Cîhan Bîlgîn bi tenê weke şexsekî bê dîtin ev têrê nake. Tevî emrê xwe yê biçûk jî bûbû wek parçeyek dibistana çapemeniya azad. Dixwest bibe jineke azad, bibe rojnamegereke azad. Em 7 salan bi hev re xebitîn. Dixwest ji bûyerên dîrokî re şahidiyê bike. Çawa ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di Kongreya 12’emîn a PKK'ê de dê bixwesta vîdeoya zindî ya Abdullah Ocalan bibîne û şahidiyê ji merasîma dîrokî ya 11 'ê Tîrmehê re bike. Yekane daxwaz û hêviya wî ew bû ku bibe şahida rojên bi vî rengî. Wê bixwesta bibe vegotina rojên bi vî rengî û ji cîhanê re ragihîne. Xwest di hemû rastiya xwe de rojên wiha dîrokî nîşan bide. Cihan her tim bi me re dijî. Çi merasim dibe bila bibe Cîhan dê amade bûya. Ew ne tenê ji aliyê sembolîk ve di heman demê de ji aliyê ruhî ve jî ligel me bû."
TÊKOŞÎNA WAN DÊ BIDOME
Berekat diyar kir ku ew bi ruhê Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan, Rizgar Denîz û Îsam Ebdullah xebatên xwe dimeşînin û destnîşan kir ku meşandina têkoşîna wan a ji bo heqîqetê wezîfeya wan a bingehîn e û wiha axivî: "Ji bo vê jî ew ê her tim bi me re bin. Cîhan yek ji mînakên jinên azad û xebatkarên çapemeniya azad bû. Peywira me ev e ku em vê pêvajoyê û vê têkoşînê bimeşînin. Weke çapemeniya azad em ê têkoşîna wan jî bidomînin.”
Berekat diyar kir ku dîroka merasîmê ji bo pêşeroja Kurdistan û Rojhilata Navîn kêliyeke girîng e û destnîşan kir ku ev merasîm nîşana wê yekê ye ku tevgera Kurd her tim deriyê çareseriya bi rêyên aştiyane vekiriye û encam wê bandorê li her kesî bike
SERKEFTINA PÊVAJOYÊ
Berekat da zanîn ku di dema merasîmê de nêrînên gelek kesan wergirtiye û wiha got: “Nêrîna wan wiha bû; ev pêngav wê ne tenê bandorê li Kurd û Tirkan bike, wê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Bêguman serketina vê pêvajoyê wê encamên xwe ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi xwe re bîne. Herêmên Rojava mîna Efrîn, Tel Ebyad û Ras El-Eîn, her wiha bajarên wekî Cerabûlûs û El-Bab di bin dagirkeriya Tirkiyeyê û komên girêdayî wan de ne. Bi serketina pêvajoyê re lazim e Tirkiye ji van herêman vekişe. Ev vekişîn jî wê rê li ber avakirina Sûriyeyeke demokratîk veke."
Berekat anî ziman ku bêyî ku destwerdanên Tirkiyeyê bi dawî bibin ne mimkûn e pirsgirêkên asayîbûna Sûriyeyê bi dawî bibin û wiha got: "Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê jî yek al, yek welat, yek dewlet û yek netew be. Weke rojnamegerekî dikarim bêjim ku ev feraset û sîstema yek netewe dewlet hilweşiya ye. Dixwazin vî kirasî ji nû ve li ser Rojhilata Navîn ferz bikin, lê ji bo Rojhilata Navîn ne guncaw e. Li dijî vê yekê, projeya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan wê ji pirsgirêkên Sûriye, Tirkiye, Îran û Ereban re çareseriyê peyda bike. Ev yek wê bi awayekî xwezayî bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bike."
MA / Dîcle Muftuoglû