ANTALYA - Di oprasyona bi sedema “bertîlê” ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de 17 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê di çarçoveya pêla 4’emîn a lêpirsîna “bertîlê” de li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon li dar xist. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan di danê sibehê de bi awayekî hemwext bi ser malan de girtin. Opeasyon, ji hêla Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Qaçaxçitî û Sûcên Organîzeyî ya Midûriyeta Emniyeta Antalyayê ve hate kirin. Di serdegirtinên malan de zêringir û xwediyên buroya dovîzê jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin.