ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel di çalakiyekê de têkildarî komîsyona li Meclisê hatiye avakirin axivî û got: “Bêguman pêvajoyên em tevek zehmetiyê dikişînin û yên em fedekariyê bikin dê hebin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, li Enqereyê tev li çalakiyeke partiya xwe bû û têkildarî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê axivî. Ozel, diyar kir ku wan gefa terikandina komîsyonê li tu kesekî nexwarine û got: “Helbet pêvajoyên ku em tevek zehmetiyê dikişînin û yên ku dê fedekarî bên kirin hebin.”
Ozel, diyar kir ku ew rêzê ji bo hemû fikaran bigirin û bi baldarî tevdigerin. Ozel, got: “Ji bo sibê bêhtir xwîn nerije, em singê xwe didin ber rexneyan. Heke rewşeke ji derveyî vê çêbibe jî dê bi dengekî herî bilind nerazîbûna xwe nîşan bidin ku ev deynê stûyê me ye. Me heta niha 18 pêşniyarqanûn pêşkeşî Meclisê kirine. Heta fikarên têkildarî komîsyonê ji holê neyên rakirin dê nekarin pêvajoyeke bitendurist bimeşînin.”