NAVENDA NÛÇEYAN – DÎSK Basin-Îş û MKG’ê, têkildarî erêkirina cezayê hefsê yê 7 rojnamevanan bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev li dijî azadiya çapemeniyê û heqîqetê êriş e û banga têkoşînê kirin.
Xebatkarên Çapemenî Weşan Çapxaneyê yên Tirkiyeyê ya DÎSK'ê (DÎSK Basin Îş), Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) têkildarî biryara erêkirina cezayê hefsê yê nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurserver, Selman Guzelyuz, Emrullah Acar, Zemo Aggoz, Midura Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr DEGER û rojnamevan Denîz Nazlim û Hakan Yalçin ji aliyê Dadgeha Hêrêmî ya Enqereyê, li ser hesabên xwe yên X'ê daxuyanî dan.
‘ERIŞA HEQÎQETÊ YE’
Xebatkarên Çapemenî Weşan Çapxaneyê yên Tirkiyeyê ya DÎSK'ê (DÎSK Basin Îş), di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev biryar êrişa azadiya çapemeniyê ye û ev wiha destnîşan kir: “Ev
Ev biryar, êrişeke din e li ser azadiya çapemeniyê ji aliyê daraza siyasî ve û her wiha êrişa berdewam a li ser rastiyê nîşan dide. Ev biryar êrişeke li ser heqîqetên ku xebatkarên çapemeniya azad di her şert û mercî de diweşînin û eşkere dikin. Rojnamegerî li welatê me ji aliyê daraza siyasî ve tê astengkirin. Em van cezayên ku li ser rojnamevanan têne sepandin û van êrişên li ser azadiya çapemeniyê red dikin! Em ê li dijî her cûre zext û êrişên li ser rojnamevanan û azadiya çapemeniyê rawestin û têbikoşin. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin, rojnamegerî jî nayê darizandin.”
‘ TEPISANDINA POLÎTÎK E’
MKG’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev pêleke nû ya zexta sîstematîk li dijî azadiya çapemeniyê û nexasim li dijî rojnamevanên jin e û ev tişt got: “Dadgeha 4'emîn a Cezayê Giran a Enqerê, bêyî ku tu delîl hebe, bi awayekî neqanûnî tenê ji ber xebatên wan ên rojnamegeriyê, hevpîşeyên me mehkûm kirin. Daîreya Cezayê ya 22'emîn, bi pejirandina van cezayan, ev neqanûnî hêsan kir. Pijirandina cezayan hem êrîşek li ser azadiya çapemeniyê ye û hem jî derbeyek li ser atmosfera demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê ye. Ev biryar, tepisandineke polîtîk e ku bi ruhê pêvajoyê re nakok e, divê ji hêla hikûmeta AKP'ê ve were ravekirin. Hevkarên me ku cezayên wan hatine pejirandin, tevî hemû zextan jî dinivîsin. Ev bûye pirsgirêka herî mezin ji bo zîhniyeta ku cezayan ferz dike. Em van cezayên neqanûnî qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya hevkarên xwe bibin dadgeheke bilindtir. Tevî cezayan jî em ê berdewam bikin ku rastiyê binivîsin."
