Seydaoglû: Jinên kurd ji ber ku mudaxileyê li pergalê dikin dibin hedef
- jin
- 09:07 07/10/2022
Edîtora Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Seydaoglû destnîşan kir ku tevgera jinên kurd ji ber ku bi awayekî pergalî mudaxileyî pêkhateya heyî dike bûye hedefa pergala serdest a zilamsalarî û wiha got: "Jin suîqasta li hemberî Nagîhan Akarsalê wekî êrişa li azadiyê dihesibînin. Lewma soz dan ku dê têkoşîna Nagîhanê bilind bikin."