TJA: Li dijî polîtîkayên şer ên dewletê biherikin Tunela Taksîmê
- jin
- 10:13 21/11/2022
TJA’yê bi vîdeoyekê bang li hemû jinan kir ku li dijî polîtîkayên şer ên dewletê, di 25’ê Mijdarê de biherikin Tunela Taksîmê.
TJA’yê bi vîdeoyekê bang li hemû jinan kir ku li dijî polîtîkayên şer ên dewletê, di 25’ê Mijdarê de biherikin Tunela Taksîmê.
Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku yek ji rojeva sereke ya TJA û jinên kurd tecrîda ku veguheriye amûra tundiyê ye û got biryarên 4'emîn Konferansa Jinan a 24'ê îlonê li Êlihê hat lidarxistin, wê bi rêya komîsyonan bikevin meriyete.
DAKAP'ê bi rasthatina 25'ê Mijdarê di kesayeta Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel de hemû jinên hatine qetilkirin bi bîr anî.
TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê di çerçoveya 25’ê Mijdarê de bi jinan re hatin gel hev û pirsgirêkên jinan gotûbêj kirin.
Aktîvîsta Mafên Jinan Sara Aktaş diyar kir ku dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ku li Rojhilata Navîn bilind dibe weke banga şoreşê ye û anî ziman ku têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire.
Li navçeya Elkê TJA bi jinan re civiya. Li navçeya Silopiya jî ji jinên girtî re kart hatin şandin.
Meclîsa Jinan HDP’ê ya Geverê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li Geverê bi jinan re civiya.
Konsera ku Komeleya Dema Jinê ye di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê de bi tev li bûna Rewşan Çelîkerê li dar bixe, bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin.
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê derbarê Musa Sevîm ê ku Meryem Sevîm qetil kiribû û 7 roj in nehatiye girtin li Parka Koşuyoluyê daxuyanî da. Endamên Torê, malbat û hevalên Sevîm xwestin ku kujer tavilê bê girtin.
Jin dê li Herêma Egeyê bi çalakiyên di 25'ê Mijdarê de li gelek bajaran bên kirin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bên gel hevdu.
Ji Sakîne Kulturê ku di 15'ê Gulanê de ji aliyê Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve hatibû qetilkirin, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye.
Şemsê Allak, 19 sal berê li Mêrdînê bi recmkirinê hatibû qetilkirin. Berdevka TJA'ayê ya Mêrdînê Eylem Amakê diyar kir ku piştî qetilkirina Allakê ne li Kurdistanê, bi taybetî jî ne li Mêrdînê êdî tu tişt nebûye wekî berê û wiha got: "Ji Şemsê heya Jîna Emîniyê têkoşîn bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê mezin bû."
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan, diyar kirin ku bêdengî "mirin" e û gotin: "Çareserî ne bi şer, bi aştî û edaletê pêkan e."
TJA ku di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de li Şemrexê bi jinan re civiya, destnîşan kir ku dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" ya Tevgera Kurd li hemû cîhanê belav bûye.
Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê bi serdana Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar da ku 620 roj in didome. Di serdanê de jinan got ku ji Mîrabalan ta Emîne Şenyaşaran, dê têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bikin.